Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê hêviyên zarokên Helebce bi dahatûyeke azad werin tacîdarkirin

16/03/2025
in ROJEV
A A
Wê hêviyên zarokên Helebce bi dahatûyeke azad werin tacîdarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Selena Dêrik

Helebce, bajarekî qedîm, xweşik û gelek bi keser e. Ji 16’ê Adara sala 1988’an û şûn ve bi navê Helebceya Şehîd tê gotin.

Asîmanê şîn di carekê de bi ewrên tijî xwîn tê girtin. Di kêliyekê de qewimî ew bûyer dengê balafirên şer bi armanca qetilkirina Kurdan ji balafirgehên xwe rabibûn. Ev qasî bi lez evqasî hovane û evqasî ji derveyî mirovahiyê. Dengê balafiran ku destpêkê asîman parçe dikir, piştî wê jî weke erdhejekê erd dihejand û şûnde bêdengiyeke ku xwe bi mirinê pêçabû di nav Helebceyê de digeriya. Kolan bi kolan, mal bi mal can li erdê, beden li erdê û qîrîn di wê rojê de nedigihişt ti kesê/î?

Ma rast bû gelo? Nexêr! Amerîka û Ewropa ku piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê soz dabûn hevdû wê êşân bi mirovan nedin kişandin, ji bo gelê Kurd rewa û meşrû didîtin her tişt. Lewma destek didan dagirkerên ku Kurdistan kiribûn cihê girtin, êşkence, kuştin û komkujiyan.

Dermanê kîmyewî û bi fermana Sadam li ser Helebceya Şehîdan hatibû bikaranîn, ew çekên kêmyawî yên ku ji aliyê wan hêzan ve ji Sadam re dihat şandin. Bi hezaran Kurd, zarok, ciwan, jin, dayik û bav, pîr û kal şehîd ketin li Helebceya Şehîdan û bi hezaran birîndar hebûn. Hîn jî bandora wan çekên dijmirovî li ser mirovên wê herêmê heye; lewma zarok siqet tên cîhanê, penceşêr bi awayekî zêde li ser mirovên herêmê peyda dibe.

Êş evqasî dijwar bû ku li Helebceya Şehîd, ne peyv, ne awir ango ti hestên mirovan nikarin vê serdemê bilêv bikin, komkujiya Helebceyê. Çav ziwa bibûn ji girî, deng ketibû ji qîrînan û êdî qidûm nedikarîn laş rabigre. Ji vê rojê û şûn ve ti carî nekeniya Helebce, di tenêtiyeke bêdeng de êş û janeke ku ti carî nayê cebirandin û pêre ma û pêre dimîne her tim.

Di dîroka gelê Kurdistan de wê Helebceya Şehîd ti carî neyê jibîrkirin. Jibîrkirin xiyanet e, jibîrkirin bêwefatî ye…  Gelê Kurd ê di felsefe û ramanê Rêber Apo de dîrok û jiyan nas kir û di xwe de şoreşa zîhniyetê ava dike, li ser esasekî ku ti hêz nikaribin ji holê rakin ber bi dahatûyeke azad ve diçe. Gelê Kurd, kesera xwe, êş û jana xwe di rêya azadî û wekheviyê de li ber qeraxa çemê dahatûyê diçîne. Wê çivîkên li ser asîmanên Helebceya Şehîd, mizgîniya xêrê bigihînin zarok û dayikan… Wê hêviyên zarokên Helebce, bi dahatûyeke azad werin tacîdarkirin û wê newayên ji mirinê dûr xwe di awirên kolanan de bidin nîşandan.

Wê di çavên hemû zarokên Kurdistanê de rengê azadiyê di ahenga asîmanê şîn de bi aramî bigire destê dayika xwe, bê tirs, bê şik û bê guman…  Li her aliyên Kurdistanê bi awayekî ku ti şopa dagirkeran nemîne wê jiyan di şahidiya stêrkan de bi awayekî ku layiqê tevayî şehîdên Kurdistanê bike bi rê ve biçe. Wê civaka Kurd bê ku ferq û cudayî di navbera mirovan de hebe li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya cins û li ser esasê pergala Xweseriya Demokratîk pêşengiyê ji civakan re bike û wê bibe îlham û çavkanî ji pêkanîna hêviyên gelan re.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.