Hemza Sêvo/ Qamişlo
Çalakvanê siyasî Pîr Rustem destnîşan kir ku wê rêya yekrengî û yeknetewbûnê ji bo Sûriyê bi ser nekeve û got, “Helwest û nerîna kesên ku di Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî de hazir bûn ji bo projeya Rêveberiya Xweser erênî bû, wê ev komcivîn bibe bingehek ji bo siberoja Sûriyeke demokrat.”
Piştî têkçûna rêjîma Beis û hatina rêveberiya HTŞ’ê êdî giştî Sûriyê derbasî qonaxeke din bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komcivîn, panêl û hemû cureyên çalakiyan ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê hatin lidarxistin. Ji van çalakiyên ku li dar ketin, Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî bû. Yek ji kesên ku tevlî bûbû, çalakvanê siyasî û rewşenbîrê kurd Pîr Rustem bû.
Derbarê lidarxistina komcivînê û siberoja Sûriyê, çalakvanê siyasî Pîr Rustem ji rojnameya me re axivî.
‘Nerîna gelên Sûriyê derbarê proja Rêveberiya Xweser erênî ye’
Pîr Rustem tekez kir ku helwest û nerîna kesên ku di Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî de hazir bûn ji bo projeya Rêveberiya Xweser erênî bû û wiha anî ser ziman: “Wekî ku em dizanin berî demekê Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî li dar ket, ez jî tê de hazir bûm. Ev komcivîn bi erênî bi rê ve çû, ji bilî herêma Rêveberiya Xweser, 110 kesayetên serbixwe, siyasetmedar û kesên xwedî bandor ji Siwêda, Deria, herêmên elewiyan, Şamê û hwd tevlî komcivînê bûn. Tevahiya gelên Sûriyê li hev civiyan da ku bi hevbeşî Sûriyeke demokrat, pirreng û li ser bingeha biratiya gelan ava bikin. Rêjîma Beis hişmendiyek di civaka sûrî de dabû avakirin ku gelê kurd veqtandinê ji Sûriyê dixwazin û Rêveberiya Xweser projeyeke li dijî gelê Sûriyê ye. Lê dema ku ev komcivîn hat li darxistin, hem jî gelên herêmên din hatin rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweser nas kirin, nerîna wan hat guhertin. Nemaze, di komcivînê de çalakvaneke civakî ji Siwêdayê anî ziman ku projeya em li ser kar dikin ji bo piştî 20 salên din li herêma xwe pêk bînin, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye. Wê jina çalakvan got me qet bawer nedikir ku projeyeke bi vî rengî heye û ev komcivîn bû derfetek da ku em hev binasin. Li gorî mijar û guftûgoyên vê komcivînê, wê bibe bingehek ji bo gavên cidî ji danûstandinên gelê kurd, Rêveberiya Xweser, QSD’ê û hwd… bi gelên Sûriyê re. Wê ev komcivîn bibe bingehek ji bo siberoja Sûriyeke demokrat.”
‘Wê riya yekrengiyê li Sûriyê bi ser nekeve’
Pîr Rustem destnîşan kir ku wê riya yekrengî û yeknetewbûnê ji bo Sûriyê bi ser nekeve û wiha got: “Niha du rê li pêşiya Sûriyê hene, ya yekem ew e ku wê hemû gel bi bawerî, çand û olên xwe di Sûriyê de bi hevbeşî û bi rengekî demokras bijîn. Di encamê de wê ji hişmendî nijadperestî û siyaseta ku rêjîma Beis li dijî gelên Sûriyê bi dirêjahiya 50 salan dimeşan wê ji holê rabe, ev rê jî tişta herî durist e. Riya din jî hin alî dixwazin siyaseta rêjîma Beis dîsa vegerînin holê, ango siyaseta yeknetew, yekal û yekziman, eger Colanî be an ji bilî wî be, ev proje wê qet bi ser nekeve. Eger ev yek bû, wê şerên kûrtir û xirabtir li nav gelên Sûriyê rûbide, herwiha wê şoreşeke din li Sûriyê dest pê bike. Dewleta Tirk şerê navxweyî û destwerdanê dike armanc, ev yek jî ji ber tirsa xwe ji doza kurdî wisa dike. Lê bi banga Rêber Apo re, wê helwest û guftûtgoyaa dewleta Tirkiyê were guhertin.”
‘Divê rewşenbîr çalak bin ji bo serxistina doza kurdî’
Rewşenbîr Pîr Rustem bang li rewşenbîrên kurdan kir ku ew nekevin bin bandora nakokiyên siyasî, divê çalak bin ji bo serxistina doza kurdî û wiha axivî “Îroj projeyên nû li ser asta Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê tên meşandin, geşedanên siyasî û guhertinên siyasî rûdidin. Lewma jî divê rewşenbîr li gorî van geşedanan tevbigerin û ew vê civakê bi rê ve bibin. Herwiha pêwîst e rewşenbîr ji bo gelê kurd xwediyên projeya guhertinê bin. Da ku civakeke azad were fêrkirin û ronîkirin, divê rewşenbîr bibin aktorên sereke. Lê mixabin hin rewşenbîr ji rewşenbîrên kurdan hene doza partiyên girîngtir dibînin ji doza netewa xwe û bûne parêzvanên berjewendiyên partiyên xwe. Wekî em dizanin hin nakokî di navbera partiyên kurdî de hene, lê divê rewşenbîr nekevin bin bandora van nakokiyan. Lê belê divê rewşenbîr wan nakokiyan bi dîtinên xwe û bi awayekî aqlane çareser bikin, erkê rewşenbîran e ku bibin xwedî rol di warê yekdîtina partiyên kurdî de , hem jî ji bo doza kurdî û yekîtiya gelê kurd xebatê bidin meşandin. Em hêvî dikin ku rewşenbîr, çalakvanên siyasî û civakî li gorî vê rewşa ku Kurdistan tê re derbas dibe çalak bin, ji bo serxistina doza kurdî bixebitin.”