Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi armanca yekkirina saziyên reşwenbîrî Dîdara Gistî ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê kurdistanê li bajarê Qamişlo hate li dar xistin.
Bi armanca yekkirina saziyên reşwenbîrî, çêkirina lêvegereke ji bo tevahî rewşenbîr û nivîskaran, bi hev re derxistina daxuyaniyan û xebatekî rewşenbîrî bidin meşandin, herwiha roleke mezin di qada siyasî û civakî de bilîzin, Dîdara Gistî ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê li hola Zana ya bajarê Qamişlo hate li dar xistin.
Di dîdarê de endamên dezgeh û saziyên rewşenbîrî û rewşenbîrên serbixwe hazir bûn.
Dîdar bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê hate rawestandin, piştre gotina vekirinê ji hêla Ehmed Huseynî hate kirin, tê de bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku îro saziyên rewşenbîrî peyemekê bide ji bo netewa kurdî. Ehmed Huseynî tekez kir ku divê berjewendiyan bidin alî ji bo parastina nasnameya kurdî bikin.
Dîdar ji hêla Endama Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya Behrîn Osê, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Şemis Enter, hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Enahîta Sîdo, endamê Yekîtiya Nivîskarên kurd- Sûriyê Qadir Egîd û endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Mûnîr Şêxê hate bi rêve birin.
Dîdar li ser sê mijaran hate nîqaş kirin:
Mijara yekemîn: Rola rewşenbîrên kurd di vê pêvajoyê de, li hember gotara nefretê û rola wan a civakî li ser asta Sûriyeyê bi giştî û kurdî bi taybet.
Di mijara yekemîn de hate diyar kirin ku roleke mezin ya rewşenbîran heye bi taybet di van şert û mercên ku herêm tê de derbas dibe, pêwisî bi qebûlkirina nêrîn û rêgirtin ji hev heye. Tevahî rewşenbîr û nivîskar bibin destek li dijî xîtaba kîn û nefrtê bibin bersiv.
Di mijara yekemîn de hate tekez kirin ku çanda kîn û nefretê rêjîma Bees di nava civakê de ava kiribû lewma ji bo sererastina van kiryarên nebaş divê rewşenbîr bibin avaker ji civakê re û fnefretê ji nava civakê ji holê rakin û kêmniyan çareser bike.
Di mijarê de hate destnîşan kirin li ser hembêzkiriana tevahiya pêkhateyan di nava gotarên rewşenbîran de.
Mijara duyemîn: Rola Yektiyên Nivîsakr û rewşenbîrên kurd di danîna nexşerêya xebata hevbeş de.
Di mijara duyemîn de hate tekezkirin li ser pêwistiya yekrêziyê li ser tevahî asatan, da ku ev sazî û dezgehên rewşenbîrî xizmeta civakê bikin. Herwiha pêwistya avakirina sîwaneke hevbeş û feshkirina hemû saziyên rewşenbîrê û ji nû avakirina sazî an dezgehekê tê de hemû rewşenbîr cihê xwe bigrin. An jî bi hev re ev sazî û dezgeh xebatên hevbeş bikin.
Di mijara sêyemîn de rola rewşenbîrên kurd di piştgriya hewlên ji bo yekkirina gotar û helwesta kurdî û avakirina lêvegerek siyasî ya kurdî ya berfireh hate nîqaş kirin.
Dîdar bi raghandina encamnameya dîdarê bi dawî bû.
Encamname wiha ye:
-Pêwist e ku rewşenbîr bi rola xwe ya ronakbîrî li gel rola xwe ya niştimanî û neteweyî rabe, ji ber ku ew nûneriya manewî ya wijdanê komî ya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û hemû beşên Kurdistanê dike.
-Dûrketina ji hemû sedemên ku nakokiyê di nava civaka kurdî de çêdike, herwiha ji hemû awayên gotara kîn, tundî û nefretê û binpêkirina aştîya gelêrî di civaka kurdî û Surî de.
-Piştgirî û alîkarîya hemû hewldanên yekkirina gotar û helwesta kurdî di navbera aliyên tevgera siyasî ya kurdî de, da ku bigihêjin avakirina lêvegereke giştî ya kurdî ku nûneriya daxwazên rewa ên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê destnîşan bike.
-Piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dijî êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê yên ku Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê armanc dikin.
-Nûnerî û tevlîkirina jinê di hemû saziyên siyasî, çandî, civakî û aborî de bi awayekî dadwer û li gor bingehê jêhatîbûn û pîşeyî.
-Tekezkirina beşdariya ciwanan a aktîv di hemû çalakiyên çandî de.
-Peydakirina jîngeh û hawîrdorek guncaw ji bo rêxistinkirina çalakiyên çandî bi hev re.
-Biryardayîna avakirina komîteyeke hevbeş ya giştî ji bo hemû rewşenbîr û nivîskarên kurd li Rojavayê Kurdistanê ku bibe lêvegereke giştî.
Avakirina komîteyek ji yekîtiyên rewşenbîr û nivîskarên kurd da ku roleke çalak di hemû dîdar û çalakiyên li hinder û derveyî welat bilîze.