Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nerazîbûna gelê Efrînê li hember kiryarên dagirkeriya tirk û çetyên wê

05/03/2025
in NÛÇE
A A
Nerazîbûna gelê Efrînê li hember kiryarên dagirkeriya tirk û çetyên wê
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

Kombenda Efrîn a Civakî li bajarê Qamişlo û li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî li hember kiryarên komên çete yên ku di demên dawî de li ser goristana koçberên Efrînê li gundê Til Qirah a herêma Şehbayê bi meşekê girseyî şermezar kir.

Kiryarên dagirkeriyê û komên çeteyan derheqê gelê Kurd li herêmên dagirkirî her berdewam dikin. Piştî derketina gelê Efrînê û bi darê zorê ji herêma Şehabyê, kiryarên komên çete destpêkirin û herî dawî goristana koçberên Efrînê a gundê Til Qirah ji aliyê komên çete ve ango xwediyên wê erdê ku ew jî yek ji endamên komên çeteya ye; têne talan û wêran kirin û bang li xwediyê cenazeyan tê kirin ku divê her kes cenazeyê xwe ji wir derxîne û pereyan jî dixwazin û yên ku nikaribin pereyan bidin wê gorên xwediyên wan bê wêran kirin.

Kombenda Efrîn a Civakî bi kombûna bi sedan ji gelê Efrînê yên ku li bajarê Qamişlo dimînin li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyê nerazîbûna xwe li hember van kiryaran nîşan dan. Di xwepêşandanê de daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Nûcîn Îbiş ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê jî wiha bû:

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ” Ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan ên têkildar re em Kombenda Efrîn a Civakî di derbarê rewşa kiritîk a mirovî ya li herêma Şehba bi giştî em vê bangawaziya lezgîn pêşkêşî we dikin û bi taybetî gundê Tel Qerah li gundewarê bakurê Helebê, ku piştî derbasbûna gelê Efrînê ji wî gundî re bi dahan gorên kesên ku jiyana xwe ji dest dane li wir dispartin axê. Xwediyê erdê ku yek ji van goristanan li gundê Tel Qerahê ye, daxwaz dike ku goristan were valekirin. An jî li beramberî cenazeyan pere were dayîn û eger daxwazên wî neyên bi cih anîn, gef li welatiyan daye ku gorên wan bêne ruxandin”.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bi navê Kombenda Efrîn a Civakî bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û aliyên peywendîdar dikin ku bi lezgînî mudaxele bikin û gavên ku me dane diyarkirin pêk bînin:

1-Damezrandina komîteyeke taybet ji bo şopandinê bê avakirin ku di vê dozê de lêpirsîn bike û avakirina çareseriyeke mirovî ku tê de mafê hurmetkirina miriyan û malbatên wan were misoger kirin.

2- Nehiştina wêrankirina goran û dayîna demekê ji bo gihîştina lihevkirineke guncaw û rêz li rûmeta mirovî re were girtin.

3- Başkirina şert û mercên aramiyê li herêmê, dabînkirina garantiyên pêwîst ji bo vegera ewle û bi dilxwazî ​​ya gelê Efrînê, ku rê dide wan di bin şert û mercên guncaw de hestiyên miriyên xwe veguhezînin gundên xwe yên Efrînê.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.