Elî Roj
Li Sûriyê ji 27’ê Mijdarê heya îro guhertinên tên jiyîn, pêvajoyekî demkî ye. Di vê pêvajoya demkî de ne rêveberiya HTŞ’ê, ne hêzên îro dixwazin HTŞ’ê rewa bikin, heya niha nikarin vê yekê pêk bînin. Di nêzikbûnên Tirkiyê de ku Sûriyê weke wîlateyeke xwe dibîne û dixwaze destwerdaneke wisa li ser Sûriyê bike, heya niha serkeftî nebûye. Di rastiyê de sedemeke sereke ku bê îstîkrarî hê jî li Sûriyê didome, ev nêzîkbûnên Tirkiyê ne. Ev yek bandora xwe li tevahî herêmê jî dike.
Piştî hilweşîna rejîma Baas, pêşketinên çêdibin ne tenê bi Sûriye ve girêdayî ne. Di çarçoveya planeke li ser Rojhilata Navîn de pêş dikevin, dema ku em Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê digrin dest, ev yek ji rewşa giştî ya Rojhilata Navîn ne qut e. Ev yek jî nîşan dide ku ji her demekê zêdetir çareseriya Rojhilata Navîn û Sûriyê nîqaşkirin pêwîst dike. Bi taybetî Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî wê bi xwe re hemû pirsgirêkên heyî heyanî astekî çareser bike. Heya niha tiştê ku bi HTŞ’ê dixwazin bikin, aloziya heyî kûrtir û berfirehtir dike û ev yek Sûriyê berû qeyran û alûziyê ve dibe. Ji milekî din ve jî di nûnertiya Rêveberiya Xweser de pergala demokratîk û ne navendî dikare derkeve pêş. Bi taybetî li ser bingehê azadî û parastina mafê jinan û hemû pêkhate û rengîniya herêmê dikare were destgirtin. Ango tenê danasîna aloziyê têrê nake, zimanê wê yê çareseriyê jî divê were pêş xistin. Weke diyar dibe dixwazin HTŞ’ê rewa bikin û pergaleke wiha li Şamê bidin rûniştandin û ev serdanên jê re çêdibin jî, weke destpêkirina rewakirina wê ye. Lê hemû îşaret û dane destnîşan dikin ku wê ev tiştê ku dixwazin rewa bikin li serê Sûriyê û giştî herêmê pirsgirekeke nû pêş bixe. Di vê pêvajoyê de nêzikbûn û sekna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê bandora xwe li seranserî Sûriyê bike û wê bi xwere jî li ser erdê guhertinan pêkbîne. Jixwe êdî her kes pîvan û alternatîfa vê pergalê nas dike. Lê bi taybetî di vê pêvajoyê de fikir, pîvan û pergala rêveberiya xweser pêwîste ku baştir were vegotin û her kes bi rengekî baştir nasbike. Herwiha divê weke alternatîfa sereke û yekane were destgirtin. Li milekî din jî êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê, bê navber didomin û bi taybet jî li ser bendava Tişrîn, pira Qereaozaqê, Kobanê û seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Li hemberî van êrişan jî berxwedana bêhempa ya gel ji heft salî heyanî heftî salî jî berdewame. Gelê rojane şehîd û birîndaran dide, lê ji bona parastina xaka xwe gav paşde navêje û soza berxwedan û têkoşînê daye. Berxwedana ku îro li bendava şehîdan tê meşandin di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de tê meşandin. Lewma divê weke parçeyekî girîng yê şerê gelê şoreşgerî were destgirtin. Herwiha li Rojhilata Navîn û bi taybet jî Suriye rojev her ku diçe gerimtir dibin. Geşedanên bi lez ên ku siyaseta hemû hêzan araste dikin, li pey hev çêdibin.
Hevdîtina şandeya DEM’ê bi Rêber Apo re û piştî wê hevdîtinên ji bona çareseriyê yên ku bi partiyên siyasî, kesayet û li başurê Kurdistanê jî hevdîtinên ku bi partiyên siyasî û kesayetên siyasetmedar re çêbûn; bi xwere liv û tevger û guftûguhên berfireh ji bona çareseriya pirsgirêka Kurd û alûziyên ku di rojhilata navîn de têne jiyan kirin raxiste ber çavan û riyên çareseriya wê jî danîne holê.