Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ferzende Munzur diyar kir ku hetanî ku PKK’ê çekan deyne, divê merc bên pêkanîn, ew jî ew e ku Rêber Apo pêşengtiya qonaxa çekdanîn û aştiyê bike. Herwiha Munzir da zanîn ku eger mercên aştiyê pêk werin wê êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bibin.
Piştî civîna heyeta DEM Partî a ku bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re di 27’ê Sibatê de, kir, banga Rêber Apo bi riya daxuyaniyekê veguhest ji cemawerên cîhanî yên Rêber Apo re.
Bang ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê û demokrasiya gelan bû, bi taybet gelê kurd û tirk, di banga Rêber Apo de doza rawestandina şer û destpêkirina dualî ya aştiyê ji dewleta Tirk û PKK’ê hat kirin.
Derbarê banga Rêber Apo de berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur ji rojnameya me re axivî.
‘Nameya Rêber Apo watedar û dîrokî bû’
Munzur da zanîn ku banga Rêber Apo bangeke dîrokî bû ji wê bangê gelek nirxandin tên kirin û wiha got: “Name û banga Rêber Apo, nameyeke dîrokî, pir bicesarte û wêrekî ye, her kes vê yekê jî wiha dinirxîne. Di vê nameyê de gelek rastî tên eşkerekirin, belgeyên dîrokî girêdayî têkoşînê hene ku çima PKK’ê rahiştiye çekan, PKK’ê di çi mercan de hatiye damezirandin û niha di çi rewşê de ye. Lewma jî da ku çareserî pêk were, eger dewleta Tirk şert û mercan pêk bîne, siyaseta demokratîk û hiqûqî ji bo gelê kurd di vê mijarê de bide meşandin, çi bikeve ser milê Tevgera Azadiyê û hemû rêxistinên kurdan wê pêk bînin. Bê guman divê mafê kurdan di destûran de were parastin û gelê kurd di warê siyasî de xwe bi rê ve bibin. Nameya Rêber Apo pir watedar bû, mirov dikare derheqê her peyvek ji peyvên û her hevokek ji hevokên wî şîroveyên berfireh bike. Ev name dikare guhertineke mezin li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê tevî çêbike.”
‘Mercên çekdanînê hene, ne hema bi daxuyaniyekê pêk tê’
Ferzende Munzur diyar kir ku hetanî ku PKK’ê çekan deyne, divê merc bên pêkanîn, ew jî ew e ku Rêber Apo pêşengtiya qonaxa çekdanîn û aştiyê bike û wiha domand: “Di destpêka vê nameyê de Rêbertî li ser têkiliyên di navbera gelê kurd û tirk ên dîrokî dike, di çarçoveya hezar salî de van her du gelan di erdîngariya Kurdisatn û Enedolê de bi hev re jiyane. Gelê kurd û tirk li kêleka hev, li hemberî êrişan, li gorî xweseriya her civakekê parastina herêmên xwe kirine. Wekî em dizanin mêrinşîn û impiratoriyên kurdan hebûn, bi dirêjahiya dîrokê kurd rastî şerê çandî, civakî û ziman nehatine, lê ji 200 salî û bi şûn ve heta roja îro di warê ziman, çand û hemû mafên xwe tên înkarkirin. Li hemberî vê inkarê jî Rêber Apo PKK’ê damezrandin û Tevgera Azadiyê rahişt çekan. Ji bo çareserkirina pirsgirêka inkarkirinê, li hemberî wê jî destpêkirina pêvajoya aştiyê, Rêber Apo baş şîrove dike. Danîna çekan ne hema bi daxuyaniyekê ye, divê şertên pêvajoyê û aştiyê bi cih werin. PKK’ê dibêje em şerê çekdarî nema dikin, eger ew êrişî me nekin em êriş nakin, lê divê Rêber Apo bi hevalên xwe re bide û bistîne. Hem jî pêşengtiyê di warê meşandina pêvajoya aştiyê û lidarxistina kongreya fesxkirinê bike, ji ber ku tenê Rêbertî dikare pêvajoya aştiyê û çekdanînê bimeşîne.”
‘Eger merc pêk werin wê êrişên li ser Rojava rawestin’
Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur destnîşan kir ku eger mercên aştiyê pêk werin wê êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bibin û wisa bi lêv kir: “Aliyê ku siyaseta inkarkirinê di derheqê gelê kurd de dike û dixwaze destkeftiyên kurdan têk bibe dewleta Tirk e. Eger dewleta Tirk vê siyaseta xwe biguherîne û banga Rêber Apo ya aştiyê pêk were, wê rewşeke erênî li her çar parçeyên Kurdistanê rûbide. Di serî de li Bakurê Kurdistanê, hem jî li Rojava û Başûrê Kurdistanê wê rewş bê guhertin, bê guman wê. Herwiha wê Rojava û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî qezencê ji vê pêvajoyê werbigire. Wê ev êrişên qirkirinê yên rojane ku li ser gelên me pêk tên û di encamê de zarok, jin, kalemêr û leşker şehîd dikevin, bên rawestandin. Di heman demê de wê êrişên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bisekinin. Li aliyekî din wê zexta dewleta Tirk a ku li ser rêveberiya Şamê dida meşandin ji bo gelê kurd cihê xwe di siberoja Sûriyê de negirin, bê bi dawî bibe. Êdî rewşa Sûriyê li gorî perpektîf û nirxandinên Rêber Apo wê bi rê ve biçe. Wê rêbeberiyeke demokrat û hevbeş ava bibe, hem jî ev destkeftî wê bibe ya hemû gelên Sûriyê. Di encamê de wê hemû şer, êş û xwîn bidawî bibin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wê qonaxa pêşxistina hilbijartin û sazîbûyînê dest pê bike.”