Argêş Vîyan/Qamişlo
Welatparêzê kurd Nisredîn Xelîl yê ku gelek caran Rêber Apo dîtiye û li gel wî maye, anî ser ziman ku nêrandinên Rêber Apo jî bi serê xwe perwerdeye û wiha got “Rêber Apo bi ramanên xwe gel da fêmkirin ku Kurdistan heye û pêwiste bê rizgarkirin.”
Di serdema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera salên 1979-1998’an de li Sûriyeyê bû, gel ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Şam û Lubnanê dida. Nisredîn Xelîl jî ji wan kesan e ku derfeta hevdîtina bi Abdullah Ocalan re peyda kiribû.
Derbarê naskirina xwe ya ji Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan re, welatparêz û bavê şoreşgerekî Nisredîn Xelîl ji rojnameya me re axivî.
‘Dema cara yekemîn min Rêber Apo dît min teqez kir ku Kurdistan dê rizgar bibe.’
Welatparêzê kurd yê ji bajarê Kobanê Nisredîn Xelîl, di temenekî pir biçûk de Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan ditîye û hestên xwe wiha anî li ser ziman: “Ez li Kobanê di malbatekî ku ji aliyê aborî ve qels û feqîr bûn, ji dayik bûm. Dema destpêkê Rêber Apo derbasî aliyê bajarê Kobanê bû, temenê min 11 salî bû. Derbasî mala cîranê me bû, hevalên Cemal (Murat Karayilan) û Fuat (Elî Heyder Kaytan) bi gel Rêber Apo re li wê malê bûn. Ji ber min Rêbertî nasnedikir û temenê min hîn ciwan bû, min nedîzani ev Rêber Apo ye û ez ê rojekê jî wî bibînim. Navê xwe yê tevgerî binavê Elî Firat dihat naskirin û ev navê wî jî navdar bû. Hindirê hewşa cîranê me de leytistoka fitbolê dileyistin û tîm ava dikirin pir bidisplîn dileyistin, ev bala me hemûyan pir kişand. Piştî dîtîna Rêber Apo ez pir bandor bûm, di sala 1984’an de bi lêkolîna ya ku derdorê min ya nêz ve min rêxistin naskir, em agahdar bûn ku PKK’ê hatiye damezirandin. Di wê demê de Tevgera Azadiyê bi navê “Telebe û Apocî” dihatin naskirin. Naskirina min ya tevgerê bi riya şehîdê nemir Xidir re çêbû û di sala 1985’an de ez tevlî rêxistina ciwanan bûm. Di sala 1986‘an de min biryar da ku em derbasî herêmên azad bibin. Di wê demê de Rêber Apo ferman derxisti bû ku yên temenê wan ciwan be, malbatê wan nerazî be nikarin derbasî çiyayên azad bibin. Malbata min ji ber wê demê ne welatparêz bû zêde erenî nêzî biryaramin ya tevlîbûna Tevgera Azadiyê nebûn. Ji ber hewildanên min yê tevlîbûnê di sala 1988’an de ez dîl ketim li destê rejîma Baas ya hilweşiyayî. Piştî derketina min ya girtîgehê Rêber Apo em xwestin ji bona perwerdê ya akademiya Mahsum Korkmaz ya leşkerî. Ji ber ku laşê min aliyê tenduristîde qels bû Rêber Apo ez li gel xwe hiştim û perwerde kirim. Me di her aliyê jiyanê de sûd ji Rêber Apo werdigirt. Li nêrandinek Rêbertî jî mera weke perwerde bû, ji ber ku watedar bû û mirov dida fikirandin. Hevalê Rêber Apo yê zaroktiyê şehîd Hemze (Hesen Bindal) yê ku bi riya komployekî veşartî hatiye şehîdxistin, rojekê me dît Rêber Apo jêre dibêje “Tu çima xwe naparêzî û bi hêsan xwe didin kuştin?” û me piştre fêm kir ku komekê hevalan bin fermendariya hevalê Hemze şandibûn çiyayê azad û rê de ketibûn dorpeça dijmin, binavê komê jîhevalê Hemze hişyar dikir. Dema ku em li gel Rêber Apo bûn, dewleta Tirk ya dagirker sixûrekê ku ne dihate naskirin şandi bû û bi salan ji di aliyê wan hatibû perwerde kirin. Rêbertî carekê rakir ser linga kesayetê wî dahurand û piştra herkesê zanî ku ev ji aliyê dijmin hatiye şandin. Rêber Apo di aliyê analîza mirovan da pir xurt bû. Rêber Apo pir giringî dida hevaltî û heval perwerdekirin ê. Bi seetan hevalan re mijûl dibû ev ezmûnê li gel xwe hemû didan ev hevalên li akademiyê de amade ne. Bi ramanên Rêber Apo û tevgera azadiyê kurd gehiştin lûtkeya serkeftinê. Me hertim hevalên ku li akademiyê pirs dikir min digot Rêber Apo pir bi dilnizmî nêz me dibe çima? Hevala digotin ji ber ku fikir û ramanên Rêber Apo mirovî ne, di heman demê de jî gerdûnî ne. Ev dibê sedem ku Rêbertî bide fêmkirin û bide meşandin. Rastiya dijminê me hîn berê de mera digot û dida zanîn ku ger ku em civakê perwerde nekin em ê têk biçin.”
‘Ev berxwedanî û deskeftiyên niha me destxwistine keda Rêber Apo ya sala ne’
Nisredîn anî li ser ziman ku civaka ku bi ramanên Rêber Apo xwe perwerde kiriye ji bona şerê gelê şoreşgerî amade dike, li berxwe dide û wiha domand: “Piştî perwerdeya Rêber Apo li Libnanê, min gelek qadên şoreşê de kar û xebat weke welatparêzekê dan meşandin. Piştî ku Rêber Apo dît ku em fêrbune û ezmûn girtine dîsa sala 1996’an banî me kir em derbasî li gel Rêber Apo bûn. Em perwerdekî 6 mehan de derbas bûn û ji ber ku ez ji Kobanê bûm wesazîyamin ji ba rêxistinkirina gelê Pirsûsa bajarê Riha hat çêkirin, lê min pir dixwest ez derbasî di nava gelê Botanê bibim. Rêber Apo ev pêşniyaramin ne pejirand û me nekarî em derbasî Pirsûsê jî bibin. Ji ber ku temenê min zarok bû malbatê ez Rêber Apo xwestim û ez hatim şandin ji bona malê. Lê ez ti carî dûr fikir û ramanên Rêber Apo û Tevgera azadiyê ne ketim. Piştî dîlgirtina Rêber Apo ya bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” gelek mirovan cane xwe kirin pitê agirê. Min li Sûûdî Erebîstanê jî nûnertiya PYD’ê de weke rêveber salên dirêj cîh girt. Ez û zarokên min jî bi ramanên Rêber Apo hatin perwerdekirin. Ji bona zarokên xwe care paraznamayên Rêber Apo dixwunim û kurê min yê binavê Rênas Kobanê jî tevlî tevgera azadiyê bûye. Gelê Rojavayê Kurdistanê yên ku ramanên Rêber Apo xwere kiriye mertal jî li Bendava Şehîdan kirine bendava azadiyê.”
‘Em pir bi hêvî ne ku ev pêvajoya Rêber Apo jê rê pêşengî kirye, wê serbikeve’
Xelîl da diyarkirin ku hevdîtinên demên dawiyê yên li gel Rêber Apo tên meşandin, hêviyek mezin daye avakirin û wiha axaftina xwe qedand: “Ev pêvajo hem ji bona gelê Kurd û hem jê ji bona civaka herêmê giştî jî gavekî pir bi erenî ye. Ji ber ku ev salane her du aliyan jî pir êş kişandin. Ev dem jî dema çareserî û aşitiyê ye. Lê di heman demê de ger tecrîd û êrîşên dagirkeriyê neyên sekinandin, ti kes nikare qala pêvajoyekê aşitî û çareserîyê bik e. Pêwîste tecrîda li ser Rêberê gelan bê rakirin û pêşîya wî bê vekirin. Em di wê hêvîyê dane ku em Rêber Apo di nav xwe de bibînin û hemû ked û hewildanên me jî li ser azadkirina fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Weke gel û civak ti pêvajoya ku Rêber Apo pêşengtiye dike em jî amadene ku li kêleka Rêber Apo û Tevgera Azadiyê cih bigirin erkê ku dikeve li ser milê me pêkbînin.”