Esma Mistefa
Destûra welat ew zagona herî bilind a ku teşeya dewletê, pergala serwer û ya hikumetê diyar dike. Di heman demê de rêxistinkirina pergala giştî ji aliyê pêkhatî, teybetkarî û têkiliyên di navbera reyadaran, mafên bingehîn ên kes û koman de destnîşan dike. Yekem destûra bingehîn li Sûriyê di sala 1920’an hat dayîn.
Yekemîn zagon di dinyayê de hatiye derketin (Zagonên Hemorabî)
Hemorabî (bi dor 1750 b.z. mir) qiralekî Keldanî bû. Piştî ku bavê wî Sin-Mabalat dest ji text berda û piştî serkeftina wî di çend şeran de li dijî padîşahiyên cîranên Babîlê, wî karîbû tevahiya Mezopotamyayê kontrol bike, ew padîşahê Babîlê ma. Padîşahiya wî 43 salan dom kir û di wê demê de qedera wî hate dayîn ku Babîl ji dewletek piçûk veguhezîne paytextek mezin.
Hemorabî bi qanûnên ku bi navê “Qanûnên Hemorabî” têne zanîn navdar e, ku di nav qanûnên yekem ên cîhanê de têne nivîsandin. Zagon li ser kevirekî bi dirêjahiya du metre û nîvan hatine xêzkirin û ew di sala 1901 de li Xuzistana Îranê ji aliyê Misirolog Gustav Jéquier ve hatiye dîtin û niha li Muzexaneya Louvre li Parîsê tê pêşandan.
Çend xal ji zagonên Hemorabî
Qanûna Hemorabî, ku wekî Qanûna Hemorabî jî tê zanîn, yek ji girîngtirîn destkeftiyên damezrînerê Împaratoriya Babîlê ya yekem e. Di xalên jêr de em agahdariya herî girîng a li ser van qanûnan binirxînin:
Qanûna Hemorabî, wekî yek ji zagonên nivîskî yên pêşîn ên cîhanê tê zanîn û tê gotin ku Hemorabî ew ji xwedayan wergirtiye.
Ji 282 zagonan pêk tê
Qanûna Hemorabî (Qanûnên Hemorabî) ji 282 zagonan (madeyên qanûnî) pêk tê, yên ku vedigerin nêzîkî sala 1771 BZ. Dema ku Hemorabî van qanûnên hanê derxist, da ku bêyî îstîsna li bajarên împaratoriya xwe bicih bîne û bibe sedema geşbûn û pêşkeftina împaratoriyê.
Yekem zagon derket û li ser kevir hate xêzkirin
Ji bilî ku yek ji yekem qanûnên nivîskî ye, Qanûna Hemorabî (Qanûnên Hemorabî) di heman demê de wekî yek ji kevintirîn qanûnên nivîskî yên cîhanê tê zanîn. Ew rêzek nivîsarên qanûnî ye ku li ser obeliskek kevirî ya mezin, ji kevirê dîorît reş hatî çêkirin, bi qasî 2,4 metre bilind e.
Qanûna Hemorabî bi gelek mijaran ve mijûl bû, di nav wan de zewac, mîras, deyn, koletî, û bazirganî, ji bilî danûstandina bi cezayên ku ji bo tawanan, formên tazmînatê ji bo birînên taybetî û mûçeyên ji bo hejmarek ji pîşeyan, wek doktor û berber.
(Çav bi çav)
Di çarçoveya axaftina li ser cezayên di Qanûna Hemorabî de; Ceza bi prensîba “çav bi çav” ve girêdayî bû, tê wateya ku kesê ku zirarê bide kesekî, divê bi heman zirarê were cezakirin. ji bilî vê, çend mijar hatin girtin, di nav wan de cudahiya zayendî (yê ku tê cezakirin mêr e yan jin e) her wiha asta civakî (Cezayên siviktir li ser kesên di çînên jor ên civakê de dihatin birîn, weke cezayên pereyan ku weke şeklê cezakirinê dihatin birîn).
Li gorî ola Îslamî derketina Destûrê
Li gorî lêkolînvanên ol û baweriya Îslamî dibêjin ku yekemîn destûr derketiye ew jî piştî zagonên Hemorabî bû ya Medîna Munewera ye. Yek ji wan lêkolîneran jî ramanwerê Misrî Mihemd Emara ew ramanwer, nivîskar, lêkolîner û endamê Akademiya Lêkolînên Îslamî li El Ezherê ye. ku derbarê yekemîn destûr de wiha gotiye: “Ger lêkolînerek di fiqha îslamî de li kevintirîn destûra ku madeyên wê di mîrata destûrên mirovî de maye, bigerem, ev lêkolîner dê destûreke ku beriya destûra dewleta Pêxember a ku Medîne (di sala 1’ê hicrî, 622 mîladî de) ava kiriye, nebîne. Dibe ku ew qanûnên ji serdema Hemorabî (1792 – 1750 b.z.) vedigere bibîne, Lê ew destûreke temam ku ji destûra dewleta Medîneyê kevintir a ku Pêxemberê Îslamê derxistiye nabîne”.
Dîroka destûra Netewên Yekbûyî 1789
Destûra Dewletên Yekbûyî ji dema ku ew di sala 1789’an de ket meriyetê desthilatdariya herî bilind a Dewletên Yekbûyî ye. Belge di sala 1787-an de li Meclîsa Fîladelfiya hate nivîsandin û ji hêla rêzek peymanên dewletê ve di 1787 û 1788 de hate pejirandin. Ji sala 1789’an vir ve, Destûra Bingehîn 27 caran hatiye guhartin.
Dîroka destûrên Sûriye yê
Destûra yekem a sala 1920
Piştî vekişîna Osmaniyan ji xaka Sûriyê di 1918’an de. Hikûmeta Netewî bi serokatiya Elî Rîda el Rikabî bi tensîq bi rêberê artêşa Şoreşa Erebî ya Mezin Feysal Bin Hisên re hate orgenîzekirin. Di Gulana 1919’an de, li ser pêşniyara Mîr Feysel, bi rêya dengdêrên hatin hilbijartin ku nûnerên Encumena Şandên Osmanî li Stenbolê ji bo dewletên Şam û Helebê li gorî qanûnên Osmanî endamên “Kongreya Giştî ya Sûriyê” hatin hilbijartin. Di 8’ê Adara 1920’an de, kongireyê bêyî koordînasyona bi hevalbendan re, “Serxwebûna Sûriyeyê” îlan kir û mîr Feysal weke yekemîn mîr hate erkdarkirin, rûxmî ku ev yek bi tu îtîrafên navdewletî nebû. Tevî vê yekê jî, di kongirê de komîteyeke taybet bi serokatiya Haşim El-Atasî hat avakirin, ku erkê wê amadekirina destûra Qiraliyetê bû, ji dozdeh beş û 147 madeyan pêk dihat û di nav tiştên herî girîng ku hate gotin ku Sûriye “Qiraltiyeke sivîl a temsîlkar e û Şam paytexta wê ye û ola wê Îslam e”. Lê belê ev destûr li ber xwe neda tenê 15 rojan kete meryetê.
Hukmê Rasterast
Desthilatdariya Fransî ya li ser Sûriyê destûra bingehîn rawestand û di 1ê îlona 1920 de, wan welat li ser xetên mezhebî û herêmî di nav dewletên piçûk de dabeş kirin. Di 28’ê Tîrmeha 1922’an de “Qanûna Bingehîn a Federasyona Sûriyê” wek destûra federal ji bo parêzgehên Şam, Heleb û Laziqiyê ji laiyê Komîserê Fransî Henri Gouraud hate derketin. Serdema yekîtiyê zêde dom nekir. Di 1ê Çileya 1925’an de yekîtî hat hilweşandin û yekitî di navbera dewletên Şam û Helebê de tenê hat ragihandin, lê ji hev cudabûna Suweyda û Laziqiyê berdewam bû. Di wê pêvajoyê de Subhî Berekat bêyî ku were hilbijartin wek serokê dewletê hate hesibandin, çawa ku hemû serokên dewletên Sûriyê yên piştî wî hatin tayînkirin û nehatin hilbijartin, ne ji aliyê Encûmena Nûneran û ne jî ji aliyê kesekî din ve.
Di 21’ê Tîrmeha 1925’an de Şoreşa Mezin a Sûriyê li Suweydayê dest pê kir û di serî de yekîtiya welatê Sûriyê û hilbijartina meclîsa damezrîner a ji bo danîna destûrê bû. Şoreş jî bû sedem ku Subhî Berekat dest ji kar berde û Ehmed Namî weke serokê dewleta Sûriyê were destnîşankirin. Piştî tepsandina şoreşê Ehmed Namî li dijî vê yekê îstifa kir û Tajeddîn El Hesenî wek serokê dewletê hate erkdarkirin.
Destûra 1930
Di 14’ê Sibata 1928’an de Şêx Taceddîn El Hesenî wek serokê dewletê hat tayînkirin. Bi pêwendiyên xwe yên baş bi dabitên Fransî re li Şamê, karîbû banga hilbijartinan ji bo Meclîsa Damezrîner bike û Meclîsa Damezrîner civîna xwe ya yekem di 9’ê Gulana 1928’an de li dar xist. tê de bi yek dengî Haşim El Etesî weke serokê meclîsê hate hilbijartin. Meclîsê di 9’ê Hezîranê de bi serokatiya Îbrahîm Hanano komîteya amedekirina destûrê hilbijart. Komîteyê 15 rûniştin pêk anîn û di 11’ê Tebaxê de destûr bi dawî bû û di meclîsê de daket dengdanê û hat qebûlkirin. Di vê navberê de gelek guhartin hatin pêkanîn, lê ev destûr heyanî sala 1949 berdewam kir.
Destûra 1950
Di navbera wan salan de gelek geşedan di guhartina serokkomarê de û di rewşa Sûriyê de hatin rûdan, di dawiya sala 1949 an de Samî El Henawî derbeya leşkerî pêk anî û bû serok, lê zêde dirêj nekir di wan du rojan de Husnî Zayîm û serokê wezaretê girtin û darve kirin. Piştî wê serokatiya hikumetê radestî Haşêm El Etesî kir. wî jî li ser lidarxistina hilbijartinên Meclîsa Damezrîne xebat kir ji bo amadekirina destûreke nû ya welat.
Di 5ê Mijdara 1950’î de zagoneke nû ya hilbijartinê derxist, ku tê de jinên Sûriyê yekem car beşdarî dengdanê bûn.
Komîteya Amadekirina Destûra Bingehîn panzdeh makezagonên (Destûr) Ewropî û Asyayê nirxand da ku bigihîje “standardên herî bilind”. Piştî gelek nîqaş û guhartinan di madeyan de, destûra bingehîn ku ji 166 xalan pêk tê bi dawî bû. Destûra 1950’î, ku wek “Destûra Serxwebûnê” jî tê binavkirin, nebû sedema guhertinên kûr di pêkhateya rêjîma Sûriyê de. Di vê destûrê de xalên mafên giştî yên di Destûra Bingehîn a 1950 de hatin berfirehkirin û parastin heta ku ew gihîştin 28 xalan ku tenê bi maf û azadiyên giştî ve mijûl dibin. Di nav van de parêzbendiya malê, azadiya ramanê, çapemenî, civîn, xwenîşandan, darizandina adil, û pêşîgirtina li girtin û binçavkirina keyfî bêyî dadgehkirin ji bo demeke dirêj e. Herwiha parastina mafê milkiyetê û beşdarbûna jiyana aborî û bi taybetî parastina mafên gundî û karkeran.
Herwiha tê de Hate diyarkirin ku parastina mafên mezhebên olî bi şopandina qanûnên wan de bê kirin. Her wiha di Destûra Bingehîn de hatiye diyarkirin ku perwerde ji bo her welatiyekî, mecbûrî û belaş e û dewlet mecbûr dike ku di nava deh salan de nexwendewariyê ji holê rake û her wiha bicihkirina Bedewiyan jî di nava deh salan de ferz dike.
Piştî derbeya duyemîn a di sala 1951’an de ji aliyê Adîb Şîşaklî ve, wî destûra bingehîn rawestand, dûv re destûrek nû derxist ku wekî yekem destûrnameya serokatiyê ya welat ku dişibiya pergala ku li Dewletên Yekbûyî di meriyetê de ye. Destûra Şîşaklî ji 10’ê tîrmeha 1953’an heya 26’ê sibata 1954’an, ango şeş mehan tenê hate sepandin. Piştî ku Şîşakli di 25’ê Sibata 1954’an de hat hilweşandin, careke din Destûra Bingehîn a 1950’î û Parlamentoya heyî û Serokomar Haşim El-Atassî ji nû ve hatin vegerandin heta ku hilbijartinên nû yên parlementoyê hatin kirin.
Cara duyemîn ku destûr hate rawestandin di navbera 1958 û 1961’an de di dema ku welat beşek ji Komara Erebî ya Yekbûyî bû, dema ku ew bi destûrek demkî ya ku ji hêla Cemal Abdulnasêr ve hatî amadekirin hate guhertin. Piştî veqetîna ji Komarê, Destûra Bingehîn a jorîn piştî guhertinên biçûk ên ku li ser navê fermî yên Komarê hatin kirin, ji nû ve hate vegerandin. Ew di referandûmê de hate kirin û hate pejirandin heya sala 1963, dema ku Partiya Baas li dijî pergala destûrî ya heyî rabû ku niha weke “Şoreşa 8’ê Adarê” tê zanîn, ku têde destûr hate rawestandin û nehat vegerandin.
Destûrên Baas yên demkî
Yekem biryarên “Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê” bi serokatiya Luay El-Atassî, rawestandina destûrê, girtina Serok Nazim El-Qudsî û serokwezîr Xalid El-Ezm, û sepandina rewşa awarte ku 48 sal dom kir. Ev rewş di Nîsana 2011’an de hat rakirin. Di sala 1964 de, Encûmenê destûreke demkî ji bo welêt derxist û di 1’ê Gulana 1969’an de careke din destûrek nû derxist. Destûra bingehîn a demkî ya herî dawî piştî ku Hafiz Esed di 9ê Kanûna Pêşîn a sala 1971ê de hat ser hukim hat derxistin û heta sala 1973an berdewam kir.
Destûra 1973
Hafiz Esed komîteyek bi serokatiya Mihemed Fadêl ava kir ji bo nivîsandina “destûra bingehîn a daîmî ya welat”, ku di 12ê Adarê de bi referandûmê ji aliyê gel ve hat pesendkirin û di 13ê Adarê de ji aliyê Serokê Komarê ve bi biryarnameya serokatiyê hat derxistin. Bi vê yekê re hişmendiya Partiya Baas li ser dewletê hate ferzkirin, weke ku armanca civaka Sûriyê “yekîtî, azadî û sosyalîzm” e, ku welat beşek ji “Yekîtiya Komarên Erebî” ye û “Gelê Sûriyê beşek ji neteweya Ereb e”. her wiha ji ber ku serok Erebî Sûrî ye, hemû pêkhateyên din hatin durxistin. Bê guman di wê demê de serweriya hişmendiya dîktator hate ferizkirin.
Ev destûr du caran hate guherandin, cara yekem di sala 1981’ê de ji bo guhertina şeklê ala welat ji ala Yekitiya Komarên Erebî, ji bo ku Serokê Komarê bi yasaya diyarkirina alê hişt. Cara duyem di tîrmeha 2000’ê de bû ku temenê namzedê serokomariyê ji çil salî daxist 34 salan da ku Beşar Esed bikaribe şûna bavê xwe namzed bike.
Destûra dawî 2012
Beşar Esed piştê wefata bevê wî di 13’ê Tîrmeha 2001’an de hate ser desthilatdariyê. Piştî destpêkirina serhildana gel di 15’ê Adara 2011’an de, Beşar Esed di axaftina xwe ya sêyem a di 21’ê Hezîrana 2011’an de soza pêkanîna hin guhartinan da û behsa mijara nûnivîsandin an jî sererastkirina destûrê kir. Di 27ê Îlonê de, Buseyna Şaaban eşkere kir ku serok dişêwire ji bo avakirina komîteyek ji bo amadekirina destûrekê û ew ê hewl bide ku “Opozisyon” jî têde rol bilîzin. Di 15’ê Cotmeha 2011’an de, Esed bi fermana Komarî jimare 33, komîteyek ji bo nûnivîsandina destûrê derxist. Lê di wê komîteyê de hêzên dijber “Opozisyon” yên ku ji hundirî Sûriyê ne; tê de nîn bû. piştî 4 mehan ji karkirina li ser destûra nû, Komîteyê di 15’ê Sibata 2012’an de reşnivîsa destûrê radestî Esed kir. Di 27’ê sibatê de mersûma 94an ku destûra bingehîn a nû pejirandibû hat derxistin. Destûr gelek rastî rexneyan hat ji ber ku piraniya bend ji bendên destûra berê hatibûn girtin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku guhertina dawîn a daîmî ya Destûra Sûriyê di 27’ê Sibata 2012’an de hat derxistin û di 29’ê Çileya 2025’an de hat rawestandin. Destûra niha ji aliyê komîteyek ji aliyê Beşar Esed ve hatiye amadekirin û bi referandûmeke ku di 26’ê Sibata 2012’an de pêk hatibû hate pesendkirin.
Piştî destûra 2012
Di konferansa diyalogê ya ku di 30’ê Çileya 2018’an de li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê hat lidarxistin de ku li ser avakirina komîteyeke ji nû ve nivîsandina destûrê li hev kirin. Lê belê piştî derbasbûna 2 salan ev komîte bi awayekî fermî hate orgenîzekirin. Komîteyek ku ji 150 kesan pêk tê, bi awayekî wekhev li ser 50 nûnerên ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatine hilbijartin, hat dabeşkirin, 50 nûnerên ku ji aliyê opozisyonê ve hatine hilbijartin û 50 kesên ku ji aliyê nûnerê NY li Sûriyê, Geir Pedersen, ji rêxistinên civaka sivîl hatine hilbijartin. Yekem car di 3’ê Cotmeha 2019’an de li Cinêvê civiya û nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen diyar kir ku armanca vê komîtê ew e ku ji aliyê Sûriyan ve destûrek ji bo Sûriyê were amedekirin.
Ev bi hêviya çareserkirina aloziya Sûriyê hate pêkanîn, lê belê ev gav negihîşt tu encaman û aloziya Sûriyê hîn kûrtir bû. Her wiha tu aliyên navnetewî ji bo çareserkirin û avakirina lihevkirinekê di navber Hikûmeta Şamê û hêzên Opozisyonê de nekirin. Heyanî ku di 8’ê Kanûna 2024’an Hêzên HTŞ’ê bi rêveberiya Ehmed El Şeri (Colanî) bi operasyoneke leşkerî serweriya xwe li ser tavahî Sûriyê ji bilî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de îlan kir. Beşar El Esed bi malbata xwe ve ji tevahî Sûriyê derketin û serweriya mala Esed a nêzî 70 salî hate bidawîkirin.
Roja derxstina Firansayê ji Sûriyê
Roj derketina Fransî ji Sûriyê, her sal di 17ê Nîsan de dihat pîrozkirin ku di 17’ê Nîsana sala 1946’an de roja derxistina leşkerê herî dawî yê Fransî ji axa Sûriyê ye. Hin kes roja serxwebûnê bi roja derxistina leşkerên Fransî re tevlihev dikin, ji ber ku roja serxwebûnê 8’ê Adara 1920’an e, lê roja derxistina leşkerên Fransa 17’ê Nîsana 1946an e.
Sûriye kengî bû Komar?
Sûriye di navbera salên 1958-1961’an de bi navê “Komara Erebî ya Yekbûyî” bi Misirê re bû yek û piştî ku Serokê Sûriyê Şukrî El-Quwatlî dest ji serokatiyê berda, di 22’ê Sibata 1958’an de di navbera komarên Misir û Sûriyê de bi serokatiya Cemal Ebdulnasêr hate ragihandin.
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan yên derbarê Hiqûq û zagon de
Bi giştî hiqûq û bi taybetî jî hiqûqa ku îro serdest e, bê guman berhemên zihniyeta mêranî-otorîter û desteserker e ku civakê li ser civakên jor û jêr dabeş dike. Hêza xwe ne ji qebûlkirina civakê lê ji dewlet an jî hêzeke bi vî rengî digire. Peyva “Hiqûq” ya erebî pirjimariya peyva “rast” e. Ew rêgez û qanûnên ku ji aliyê dewletê ve ji bo birêkûpêkkirina reftarên kes û civakê hatine ferzkirin, vedibêje.
Zagona ku bi zîhniyeta serdest a mêr hatiye avakirin zayendperestî ye, yekem rastiya ku înkar dike cih û giraniya jinê di civakê de ye. Ev qaîdeya yekem e. Latter; dûrketina ji prensîba exlaqê ye. Mîna her tiştê ku ji exlaqê qut bûye. Hiqûq di xizmeta dewlet û hikûmetê de ye û derdê wê yê bingehîn ne edalet e. Her dewlet têgihiştina xwe ya hiqûqê heye. Di vê wateyê de hiqûq ji bilî polîtîkaya bi rêgez û desthilatdariyê ve girêdayî ne tiştekî din e. Ji ber vê yekê hiqûq li şûna ku bibe bersiv ji pirsgirêkên civakê re, xwedan cewherek despotîk e ku pirsgirêkan kûr dike, hewcedariyên civakî li ber çavan nagire, jin, civak û xwezayê li ber çavan nagire û di nav wan de biyanîbûn, perçebûn, newekhevî û înkarê giran dike. Li ser navê hiqûqa civakê tu hêz nikare edaletê pêk bîne, di avakirina civakên xweser û sîstematîzekirina şêwazên jiyana demokratîk, komînal de nikare roleke girîng bilîze. Nêzîkatiya hiqûqî ya ku di xizmeta civakê de be, adil, wekhevîxwaz û bi exlaq û siyasetê ve girêdayî dikare di çareseriya pirsgirêkên civakî de rol bilîze. Bi taybetî jî divê têkiliyên xwe yên bi siyaseta demokratîk re xurt bike û berjewendiyên civak, maf û edaletê ji xwe re esas bigire. Ji bo vê jî divê nêzîkatiya “Erka bingehîn a hiqûqê parastin û xurtkirina dewletê li hemberî civakê ye” were derbaskirin û wekî “Erkê hiqûqê ew e ku civakê li hemberî hêza dewletê bi xwedîkirina mafên bingehîn biparêze”.
Civak jî bi qanûnê dikare bê xurtkirin. Li ser vê bingehê mirov dikare şekil bide civakê, lê zagonên diyarker ên di hebûna civakê de zagonên wê yên exlaqî û prensîba edaletê ne. Ji bo ku edaleta civakî pêk were, divê hiqûq ji dewlet û saziyên desthilatdariyê dûr bikeve û bi exlaq ve were girêdan. Tenê wê demê dikare ji bo civakê rolek erênî bilîze. Ji ber ku ne dewlet hewcedarê parastinê ye, pêdiviya civakê ye. Ji bo vê jî divê hiqûq bi exlaqê re rû bi rû bimîne û têgihîştina edaletê jî di eksena civakîbûnê de bê çareserkirin.
Sazkirina rêgezek jiyanê ya dadmend tenê dema ku civak zagonên xwe yên jiyanê biafirîne û pêk bîne, pêkan e. Tu hêz nikare li ser navê civakê edaletê pêk bîne yan jî misoger bike. Tenê civak dikare vê hêzê nîşan bide. Ji vî alî ve dabînkirina edaletê û danîn û bicihanîna yasa û rêgezên ku ji bo vê yekê pêwîst in, hem mafê herî bingehîn û hem jî erka herî bingehîn a civak û takekes e.
Têkiliya Hiqûqê bi Siyaseta Demokratîk re
Divê em hiqûqê bi qasî ku em bi edaleta civakî, azadî û exlaqî ve girêdayî difikirin, bi siyaseta demokratîk re jî hiqûqê bifikirin û pêş bixin. Divê hiqûqa li ser bingeha edaleta civakî li ser vê bingehê be ku civak ancax bi şêwazê siyaseta demokratîk azad bibe. Divê ev yek di serê pîvanên xwe de cih bigire. Hiqûqa ku ji siyaseta demokratîk qut be, li dijî wê be û pê re bê girêdan tê wateya qanûneke ku hişmendiya civakî tune ye û ji rêgezên edalet, exlaq û azadiyê dûr e. Tişta ku civak dike ew e ku birêvebirina prensîba edaletê ye. Zagoneke ku bi siyaseta demokratîk ve girêdayî be û rêgezên xwe li ser vê bingehê ava kiribe, dikare tevkariyê li avakirina edaleta civakî bike. Tenê bi vî rengî dikare beşdarî têkoşîna mafên mirovan, aştî û demokrasiyê bibe û ji bo civakê rol bilîze. Di vê wateyê de qanûna ku em dixwazin pêş bixin ev e; Zagona ku civaka siyasî û exlaqî hedef digire û erka wê ya pêşxistin û parastina wê diyar dike.
Têgihiştina huqûqê ku armanc dike bi vî rengî dadmendiya civakî pêş bixe, li ser esasê pabendbûna civakê ya bi rastiya siyaseta demokratîk re û ji bo bidestxistina hêza pênasekirin, birêxistinkirin û îfadekirina xwe û bibe îrade girîng e.
Çavkaniya Qanûnê
Me got qanûn ew zagona ku di nav civakê de bi zehmetî têne pêkanîn û dikare bi nivîskî û devkî be. Di serdemên ku civak ji qebîle û eşîran pêk dihat, hiqûq derneket. Rêgezên ku em jê re dibêjin exlaq, ku bi rengekî hiqûqa xwezayî jî dikare were pênasekirin, bixweber pêk tê. Cûdahiya di navbera exlaq û hiqûqê de ew e ku meriv bi zorê tê meşandin û di bin sizayek berê hatî zanîn de ye, di heman demê de exlaq bêyî ku hêzek xwe ya cezakirinê tevbigere.
Hiqûq diyardeyeke ku bi dabeşbûna civakê li ser çînan derketiye holê û bi pêşketina dewletê re (ku tê wateya paşveçûn-qelsbûna civakê) ketiye nava jiyana civakî . Çavkaniya hiqûqê bi giranî îradeya ku dewletê çêdike û bi rê ve dibe ye. Qiral be, meclîs be jî cewhera wê naguhere. Mirov dikare bêje ku exlaq jî li gel civaka çînî çavkaniya rêgezên hiqûqî ye û çavkaniyek girîng pêk tîne. Tê zanîn ku kesên aqilmend û saziyên bi hiqûqê re mijûl dibin jî rêgezên hiqûqî diafirînin. Tê dîtin ku bi taybetî di şert û mercên dagirkerî û kolonyalîzmê de hêzeke derve jî rêgezên ku wê bibin çavkaniya hiqûqê ferz dike.
Zagona herî paşveger qanûn e ku çavkaniya xwe li ser hêzek îlahî bingeh digire. Ji ber ku ew padîşah-şah-sultan û desthilatdariya dewletê, ku bi qasî Xwedê bilind dibin, wekî çavkaniya yekane digire. Zagona serdema koletiya şaristaniya navendî û koletiya gihîştî bi giranî bi vî rengî ye. Li Rojhilata Navîn xwedî dîrokeke xurt e. Ewqas bandorker e ku di zagona îroyîn de jî xuya dike. Ev nêzîkatî li gel hêzeke tarî û çanda dewletê, mîna kabûsekê daketiye ser civakên Rojhilata Navîn. Bandora vê têgihiştina hiqûqê di kûrahiya despotîzmê de roleke girîng list û ji ber ku bi kevneşopiya dewleta despotîk ava bûye, roleke meşrûkirinê lîstiye.
Şêweya hiqûqê ya herî berfireh a ku hewl hat dayîn dewsa exlaqê bigire û heta îro ji gelek aliyan ve weke mînak hatiye girtin, di Împaratoriya Romayê de tê dîtin. Civaka Roma B.Z. Di vê pêvajoya ku di salên 750-î de bi veguherîna bajar dewletê dest pê kir, qanûn di destpêkê de ji hêla konsulên ku wekî nûnerên civakê hatine hilbijartin ne bi îradeya padîşah hate afirandin. Daxwaza padîşah jî qanûnê dide; lê ji destpêkê ve pêwîst bû ku hemwelatiyên Romê bi rêka nûnerên xwe, bi rêgezên taybetî û bi cîbicîkar kar û barên xwe bi rê ve bibin.
Ew zagona Romê ye ku mohra xwe li serdemê hiştiye heya heyama împaratorê Romaya Rojhilat Justinian (565 PZ) û ew di gelek qonaxan re derbas bûye û hem jî bûye bingeha hiqûqa bûrjûwazî. Aliyê girîng ev e ku qanûn wekî xwedan eslekî xwedayî nedihat dîtin, lê ji qaîdeyên ku ji hêla hemwelatiyên Romayî yên bi karakterek laîq ve hatî çêkirin pêk dihat. (Divê neyê ji bîr kirin ku ev li gorî xwediyên koleyan û nifûsa Romê hindikahiyek biçûk bûn û girseyek mezin a koleyan jî bê maf bûn).
Di dema ku hiqûq di serdema koletiya gihîştî (Serdema Feodal) de di civakên rojhilatî de bi eslê xwe yê xwedayî berdewam kir, di civakên rojavayî de çêna serdest çînên din bi hêza xwe ji vê têgihîştina hiqûqê ya laîq gihandina rewşa ferzkirin û pejirandina îradeyên xwe ji aliyê desthilatdarên qiral ve. Zagona ku di sedsala 13. de bi Magna Charta derketiye holê, dikare wekî berdewamiya kevneşopiya Romayê were hesibandin. Di civakên rojhilatî de nûbûneke hiqûqî ya ku bi dilxwazî derketina hêzeke civakî ya nû temsîl bike, tune ye. Ji sedsala 11’an û vir ve, bi şîrovekirina Qur’anê (îctîhad) jî rêya pêşxistina huqûqê hat girtin. Şerîeta ku çavkaniya xwe dide Allah, ji bilî ferzkirina îradeya bê kontrol, keyfî û yekalî ya ji aliyê şah û sultanan ve tu wateya wê nîne. Pêşketin û serdestiya modernîteya kapîtalîst bûye sedema civakeke pir tevlîhev, nakokî û kaotîk. Ji bo zagona modernîteya kapîtalîst were afirandin, hiqûqa Romayê ji nû ve hate nirxandin û nûkirin. Bi taybetî jî Qanûna Medenî hat nûkirin û pêvajoya “Tevgera Destûra Bingehîn” wek bingeha pergala siyasî hat destpêkirin. Ji bo her netewe dewletek makezagoneke cuda bûye armanca sereke. Destûra bingehîn di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de xwedî roleke sembolîk e.
Tê gotin ku qanûnên herî kevn ên di pergala hiqûqî de qanûnên Hemorabî an jî berê qanûnên Urnamû ne. Ev zagonên nivîskî yên herî kevn in ku heta roja me ya îro mane. Nêzîkatiya bingehîn a van qanûnên ku dîroka wan vedigere çar-pênc hezar salan, parastina milk û desthilatdariyê ye. Dema em li qanûnên Hemorabî yên ku heta îro hatine dinêrin, em dibînin ku esasê qanûnan parastina milk û desthilatdariyê ye. Ji her kesî re eşkere ye ku hemû qanûnên paşerojê heman nêzîkatiya hevpar şopandine.
Hiqûq an hiqûqa dewletê?
Dewlet her tim afirandin û amûra herî bingehîn a hêzên serdest e. Çi di şeklê dîktatoriyê de be, çi di şeklê dewleteke civakî û çi dewleteke hiqûqî ya ku xwe demokratîk dibîne, cewhera wê zêde neguheriye. Wekheviya li pêşberî hiqûqê rewşa mirovên xizan neguherandiye. Mafê milkiyetê ji bo kesên bê mal û milk tu carî nebûye girîng. Gihîştina lûtkeya hilberîna pîşesazî, naskirina mafê dengdanê û hilbijartinê û bi navê dewleta hiqûqê bi rêgez û zagonan ve girêdide, ji bo dadmendiya civakî têrê nekir. Bi kurtasî, modernîteya kapîtalîst a netew-dewletê, dûrî jiholêrakirina xizanî, newekheviyên sosyo-aborî û bêedaletiya civakî bi qanûnên ku pêk tîne, pirsgirêkên civakî derxistiye asteke ku dikare dawî li mirovahiyê û gerstêrka me bîne. Fikra “dewleta civakî” ya ku ew hembêz dikin jî dizî ye. Fikra dewleteke civakî, ku di bin bandora şoreşên 1830 û 1848an de derketiye holê, ji aliyê lîberalîzmê ve weke dewleteke bi hiqûqê tê birêvebirin, hay jê nebû yan jî hat naskirin; xwendin, karkirin, jiyanek bi tendurist, xwedî kar û pîşe, gihîştina standardek guncav û hwd, mafan dihewîne. Li gorî dewleta civakî, xizanî û bêkarî ne kêşeya takekesî ne, ji ber ku nikarin wek pirsgirêkên kesane bên hesibandin. Berpirsiyarê van pirsgirêkan dewlet e. Birêz Ocalan derbarê mijarê de wiha dibêje; “Burjûwazî, wekî çînek, bi şîfrekirina wê ya herî baş di bin navê hiqûqê de exlaqê kevin dike û desthilatdariya xwe ya çînî li ser civakê ferz dike“.
Civaka hiqûqî şûna civaka exlaqî digire. Em li vir bi guhertineke pir girîng re rû bi rû ne. Hewldanên qanûnîkirinê jî di dîrokê de têne dîtin. Lê hiqûq tu carî bi qasî ku di modernîteya bûrjûwazî de bi hûrgulî tine bû. Ya ku tê bidestxistin di bin navê hiqûqê de yekdestdariya çînî ye, yekdestdariya hiqûqî ava dike. Ne pêkan e ku xwezayeke pir tevlîhev a weke civakê bi hiqûqê bi rê ve bibe. Bê şik hiqûq di nav civakê de cih digire, bi şertê ku adil be; di vê wateyê de, qanûn neçar e. Lê ya ku di bin navê hiqûqa pozîtîf de ji aliyê dewletê ve li ser civakê tê ferzkirin ne tenê hiqûq e, yekdestdariya çîn û netewe ya serdest, normalbûyîna netew-dewletê di nava hiqûqê de cih girtiye. Hilweşandina exlaq bi tinekirina civakê re hevwate ye. Tişta ku diqewime vê rastiyê piştrast dike.
Çavkaniya lêkolînê ji (Lêkolîna Hiqûq û edaleta civakî a Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan)
Herwiha Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Civaka Demokratîk Pirtûka duyemîn (Şaristaniya Kapîtalîst) de wiha dinirxîne.
Mirov ji aliyan ve bi kurtî be jî behsa hiqûqê bi sîstema nû re bike wê baş be. Bi giştî kengî tîkiliyên bazirganî, bazar û bajêr pêşketin hiqûqa xwe weke saziyekê feriz dike. Di civakekê de kengî hiqûq bikeve dewrê, di wê civakî de exlaq dejenere bûye, rola zorê zêde dibe û rê li ber kaosê vedike, herwiha pirsgirêka newekheviyê gelekî xwe dide der û xuya dike. Ji ber ku pirsgirêkên mezin ên exlaqê û wekheviyê li bajaran li dora çîn û bazarê çêdibin di nîzamê dewletê de hiqûq bi vê navê xwe ferz dike. bêyî hiqûqê rêvebirina dewletê bê îmkan nebe jî gelekî zehmet dibe.
Mirov dikare wiha bi nav bike; hêza çalakiya siyasî ya dewletê mayînde, bi pîvan û sazî dike. Bi awayekî din mirov dikare bibêje; dewleta aram, sakin û cemidî îfade dike. Yek ji wan saziyan e ku herî zêde têkîliya xwe bi dewletê re heye. Têkîliya dewlet û bazirganiyê heta bi kapîtalîstbûyînê re her pêş de çûye, grîft bûye û dewam kiriye. Ji civaka Babîlan heta Romayê metnên qanûnî yên em dikarin ji wan re hiqûq bêjin hatine amedekirin. bi giranî ev metin li ser jidestdana mal û can hatine amedekirin.
Armanca hiqûqê him kêmkirin û hêsankirina pirisgirêkên siyasetê ye, carnan jî beravajî rê li pirrkirina pirsgirêkên wê vedike. wezîfeya hiqûqê weke ku tê yeqînkirin, bi awayekî wekhev nêzîkbûna her welatiyê xwe nîne, berevajî hewl dide newekheviyên heyî bîne astekê ku rewa bêne qebûlkirin û kes nikaribe destê xwe bide wan. Bi kurtî, mirov hiqûqê weke rêxistinkirina yekdestdariya erka siyasî bi awayekî mayînde bi nav bike, wê ev bibe şîroveyeke nêzî rastiyê.
Têkîliya xwe bi exlaq re gelekî girînge. Exlaq mîna çîmantoyê civakê ye. civak tineye ku exlaq tinebe. Exlaq prensîba pêşî ya rêxistiniya civaka mirov e. Fonksiyana wê ya esasî ew e, ka mejiyê analîtîk û mejiyê hisî wê ji bo başiya civakê çawa bêne bikaranîn û çawa bibin helwest, rêzik û pîvan. Li hemberî tavahiya civakê bi awayekî wekhev devdigere, lê rola cudahiyan û mafên wan li ber çav digire. Di destpêkê de wicdanê kolaktîf ê civakê temsîl dike. Kengî erka siyasî û hiyararşî xwe weke dewlet bi sazî dike, civaka exlaqî derba pêşî dixe. Dabeşbûna çînî bingeha dabeşbûna exlaqî amede dike. pirsgirêka exlaqî bi vî awayî dest pê dike. Elîta siyasî vê pirsgirêkê bi hiqûqê dixwaze çareser bike, lê rahib zêdetir hûrûkûr bi ser mijarê de diçin û dixwazin rêyekî bibînin. Ji vî alî ve dîn û hiqûq, exlaq weke cavkanî qebûl dikin. çawa ku siyaset ji hêza siyasî ya mayînde, bi pîvan û mekanîzmeyên bi sazî hiqûqê pêk tîne, damezrînerên dîn jî bi heman fonksiyonê radibin û bi avakirineke din a sazî, bi pîvan û mayînde ya çavkaniya xwe exlaq ango bi dîn dixwazin kirîza exlaqî çareser bikin. Di nava wan de cudahiyek heye, ew jî ew e ku hêza hiqûqê ya bide kirin heye, dîn ne xwediyê vî wesfî ye, li şûna wê tirsa xwedê û wicdan esas digire.
Exlaq ji ber ku bi qapîliyeta hilbijartinê ya mirov re têkildar e, pêwendiya wê ji nêz ve bi azadiyê re heye. Exlaq azadiyê hewce dike. Ya esas, civakeke bi exlaq azadiya xwe diyar dike. Ji lewra ya azadiya xwe nebe exlaqê xwe jî nabe. Rêya herî hêsan a têkbirina civakê ew e ku têkîliya wê bi exlaq re were qutkirin. Kêmkirina bandora dîn, bi qasî ya exlaq rê li ber têkçûna civakê venake. Îdeolojiyên bûne mîna dîn ên curbicur, felsefeyên polîtîk û jiyanên ekonomîk dikarin valahiya çêbibe dagirin. Valatiya cihê ji ber exlaq mayî, mehkumiyet û bêparebûna ji azadiyê bi tenê dikarin dagirin. Teoriya exlaq, etîk an jî exlaqiyet, weke pirsgirêkeke bingehîn a felsefî û ji nû ve bigihîne rola wê ya rastî û bingehîn. Bi qasî ku fonksiyona rast a exlaq were destnîşankirin, heta bibe prensîbeke jiyanê ya bingehîn wê girîngiya xwe weke pirsekê di nava civakê de dewam bike û biparêze.