Amara Baran/ Qamişlo
Welatiyê bi navê Elî Xilko diyar kir ku dîtina Rêber Apo ji bo wî derbaskirina astengiyên jiyanê bû û wiha got “dibe ku Rêber Apo bi hebûna xwe ya fîzîkî ne di nav me de ye lê bi parazname û ramanên xwe roja me ronî dike”.
Dema Rêberê gelan Rêber Apo derbasî Sûriyê dibe, gelek welatparêz û azadîxwazên Kurdistanî derbasî cem Rêber Apo dibin. Rêber Apo gelek kesayetên civaka Kurd perwerde kir û ev kir xwedî zanebûn. Gelek kesên di pêkhate û olên cuda jî li gel Rêber Apo civîyan.
Di derheqê bîranînên ronahiya rojê Rêber Apo û pêşdîtinên Rêber Apo yên wê demê welatparêzê bajarê Dêrikê Elî Xilko ji rojnameya me re axivî.
‘Min bi riya hevalên xwe Tevgera Azadiyê naskir’
Elî Xilko yê ji bajarê Dêrikê û herêma koçeran bîranînên xwe yên li gel Rêber Apo vegotin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di sala 1996’an de em ji herêma koçeran derbasî bajarê Dêrikê bûn. Gundê me gundekî welatparêz û girêdayi nirxên azadiyê ne. Di heman salê de jî ez û hevalekî xwe yê bi navê Osman yê gundê Bane Qesrê, yê ku piştî demekê dema derbasî ciyayên azad bû û piştre şehîd bû me bi hevre alîkariya berhemên genim kom dikir. Dema ku me karê derbaskirina hevalan dikir û ji qada ciyan jî heval derbasî axa Rojava dikirin, wê demê me tevgera Azadiyê ji nêz ve naskir. Ji bona em alikariyê bigihînin hevalan em çûn paytexta Sûriyê Şamê. Lê piştra em derbasî Libnanê bûn. Di wê komê de kesayatên li gel Rêber Apo man û piştre ji bona doza azadiyê xwe feda kirin jî hebûn”.
Sekna Rêbertî kir şêwazê jiyana xwe
Elî Xilko di vegotina kêliyên ku Rêbertî dîtine de wiha got: “Gel ji bo Rêber Apo bibîne, ji gelek bajarên Kurdistanê hatin û derbasî Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkemaz li Libnanê bibûn. Dema ku em li bendê bûn ku Rêber APO derbasî nava gel bibe, ji nişkîve carekê me meyzekir ku Rêbertî hat, wê gavê em pir kêfxweş bûn. Rêber Apo bi gel re civînek girêdayî pêvajoyê çêkir. Girseyeke mezin tevlî wê civînê bû. Wê demê welatparêzê bi navê Mihemed Ismayl pirsek li Rêber Apo kir û got: “Hûn çima demeke dirêj li vê derê man?” Rêber Apo bersiva wî da û got: “Tu hebe gel jî amade ye, tu nebe gel jî nîn e”.Ev dide xuyakirin ku Rêber Apo di kar û rêxistinkirina gel de çiqas cidî nêz dibû. Girêdanbûna me ya welat di wan deman de hîn xurttir dihate jiyan kirin. Wê demê civîna ku Rêber Apo birêve dibir 2 demijmêran berdewam kir. Hevalê Hemze (Hesen Bindal) jî di wê civînê de amade bû û li kêleka Rêber Apo di dîwanê de cîhê xwe digirt. Me li gel Rêber Apo komeke fûtbolê avakir û em leyistin. Çawa ku di fermîyetê de cidî nêz dibû, di hemû kar û xebatên jiyanî de jî wisa bû. Min nêzîkatiya Rêbertî ji xwere mînak girt û kir şêwazekî jiyana xwe ya rojan e. Dema civîn xilas bû em derbasî bin konan bûn, Rêber Apo di bin kon de rûniştî bû û nivîs dinîvîsand. Televizyon meyzedikir û saziyekî ragihandinê jî bi Rêber Apo re hevpeyvîn çêdikir. Di carekê de Rêber Apo 3 kar bihevre dimeşandin. Ev lezgînî û displîna karê wî bala hemû kesên li wir dikşand. Rêbertî di karên xwe de pir bi plansaz tevdigeriya. Ger wê demê civaka Rojavayê Kurdistanê ne hatiba perwerde kirin, dê şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk çûba.”
‘Em çiqas kar û xebatê bikin, hîn em deyndarê Rêber Apo ne’
Elî Xilko da xuyakirin ku perwerdeya Rêber Apo bingeha şoreşê xurtirkir û wiha berdewam kir: “Di wê demê de, me kar û xebatên hevpar bi saya ramanê Rêber Apo dimeşandin û em fêrî wê yekê bûn. Me wê demê bi alîkariya komkirina nîskan ve, hewildan kir ku piştgirî bidin Tevgera Azadîyê. Wê demê gundê Hemze Begê yê dikeve herêma koçeran welatiyê bi navê Seîdê Îbrahîm me bi hev re berhemên ku hatine komkirin şandin. Em gundi hemû kom bûn ji bona alîkariyê bidin hev, ramanê Rêber Apo yê jiyana komînal em gelek dane fêrkirin. Pêşdîtinên Rêber Apo pir xurt bûn û di wê demê ev yek anî ser ziman û wiha got: “Dibe rojek were ez ne di nav we de bim, lê bi gotin û ramanên min hûnê xwe ava û birêxistin bikin û wê demê kar û xebatên xwe hûnê min bidin jiyan kirin. Lê dema we nekarî xwe ava bikin em ê bi hevre têk biçin.” Ev rojên ku Rêbertî qala wê dikir roja me ya îro ye.
Divê em Rêberê xwe baş fêmbikin û ramanên wî baş pêkbînin. Hêviya cîhanê tev Rêber Apo ye û bi gotineke wî aloziyên Rojhilata Navîn hemû wê çareser bibin. Dema hin heval perwerdeya leşkerî qedandin derbasî çiyayên azad bûn û di rê de şehîd bûn. Rêber Apo Fermandariya Navendî rexne kir û got: “Ev mirovin, ne kurê diya we ne, pêwîste ev heval ewlehiya wan hatiba parastin.” Ev jî ji me re dide xuyakirin ku jiyana mirovan li gel Rêber Apo çiqas bi wate ye û çiqas girîngî dide şervanên azadiyê. Rêbertî ji min re got tu xwe perwerde nekî, tu nikari peywendiyên xwe yên malbatî jî rêxistin bike û wê demê emê malbatekê di şoreşê de winda bikin. Heya herêmê me Tevgera Azadiyê naskirin me pir zehmetî kişand. Lê bi ramanê Rêber Apo weke gel me ev astengî jî derbas kirin û niha em di nav şoreşekî mezin de jiyan dikin.”
‘Ji bona fêmkirina Rêber Apo, pêwîste em wî bidin jiyan kirin’
Elî da diyarkirin ku gelek kesayetên şehîd bûne Rêberê gelan Rêber Apo nedîtibûn, lê ew bi çalakiyên xwe dan jiyankirin û wiha axaftina xwe qedand: “Piştî naskirina Tevger û Rêber Apo di nava malbata me de pir tevlîbûn û şehîd çêbûn. Em tevgera şehîdane û bi saya van şehîdan em li ser linga ne. Em ê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. Azadiya Rêber Apo jî bi bilindkirina asta kar û xebatê ve girêdayî ye. Bi qedandina aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê di asta yekemîn de bi azadiya Rêber Apo ve girêdayi ye. Gelek qehraman û pêşengên doza azadiyê hebûn, lê Rêber Apo ne dîtibûn. Ji xwe Rêbertî jî dibêje “Pêwîst nake hûn min teqez bibînin, min bidin jiyan kirin.” Em pir bi şansbûn ku me ronahiya rojê dît û me pêre jiyan kir. Em ê heya dawiya temenê xwe bi ramanê Rêber Apo re jiyan bikin.”