Hemza Sêvo/ Qamişlo
Endamê Rêveberiya Diplomasî a PYD’ê li Ewropayê, Fûad Umer diyar kir ku bi dirêjahiya dîrokê, dijminên kurdan di warê navnetewî û diplomasî de gelek mijar dixistin xizmeta xwe, kurd jî bê rol bû û got: “Îro kurd xebata diblomasî dikin, ev xebat jî maf û hebûna gelê kurd li ser asta navnetewî diparêze.”
Kar û xebata diplomasî ji bo her dosiyake sereke ya miletekî li nik meşandina siyaset û rêvebirina civakê xebateke taybet û girîng e, ji bo gelê kurd li Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heman tişt e. Têkildarî xebata diplomatîk a ku li Ewrûpayê ji bo piştevaniya Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê kirin endamê Rêveberiya Diplomasî ya PYD’ê li Ewrûpayê, Fûad Umer bersiva pirsên Rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
Hûn xebata diplomasî ya ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava weke konferansa Parîs, a Miyûnx û hemû çalakiyên din ên ku têne kirin, çawa dinirxînin?
Piştî rûxandina rêjîma Baas û bi hatina rêveberiya HTŞ’ê re, Rêveberiya Xweser, PYD û MSD’ê rewşa awarte ragihand, rewşa Sûriyê û herêma Rêveberiya Xweser kete qonaxeke nû. Lewma jî PYD’ê tevlî Civîna Sosiyal Antrnasonal a navnetewî bû, tê de jî hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso û 3 endamên din tevlî bûn. Di wê civînê de PYD’ê axaftinên gelek girîng gotin û bala hemû kesên siyasî yên sosyalîst ên cîhanî kişand, pê re jî hemû kesî rola PYD’ê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nas kirin. Li aliyekî din bi destpêkirina şerê li ser gelê Şehba, Tilrifeet, Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê re, berxwedaniyeke mezin li welat kete dewreyê, ev berxwedanî jî rasterast bandor li kurdên Ewrûpayê jî kir. Ji berxwedaniya gelên Rojava me li Ewrûpayê heyecan girt û her kes kete tevgerê. Siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, partiyên siyasî û hew… ji bo şervan û şoreşa xwe kirin, milet jî li derdora wan li ser piyan bûn. Di serî de me PYD’ê li Ewrûpayê nêzî 20 civînan li dar xist, tê de jî kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn, ev yek tekez dike ku çiqasî kurd ji hev re dibin piştgir. Ji hêlek din ve jî Konferansa Parîsê hat lidaxistin, tê de yekem car axaftinên girîng û bi sûd ji bo kurdan û QSD’ê hatin dayîn. Ferensa dibîne ku guhertineke cidî di Sûriyê de tê çêkirin û dixwaze careke din rola xwe di sûriyê de bilîze, dibe ku welatên din mîna Almaniya, Îtaliya û hin welatên Ewrûpî jî beşdarbin. Di heman demê de jî Kongreya Miyûnxê jî li Almaniyayê hat lidarxistin, yekem car jî siyasetmedarekî kurd ji Rojavayê Kurdistanê tê de amade bû û rola kurdên Rojava û Şoreşa Rojava di pirosesa aştiya herêmê de anî ser ziman. Ev yek tu caran di dîroka gelê kurd de li ser asta navnetewî derneketiye pêş, lê îro em dibînin ku kurd encamên şoreşê û berxwedaniya ku tê domandin hilgirtin ser milê xwe û xistin rojeva navnetewî, herwiha bûne xwedî roleke mezin di warê diplomatîk de.
Di vê dema heyî de meşandina xebata diplomasî ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava çiqasî di warê parastina destkeftiyên kurdan de girîng e?
Di dîrokê de gelê kurd li ser asta Kurdistanî serhildanên bêhempa lidarxistine, lê di warê navnetewî û diplomasî de bi bin ketine, kurd hem bê rol bûn, hem jî destgehên wan ên diblomasî tunebûn. Ji ber vê yekê jî dijminên kurdan bi rêbazên cuda yên ku diket xizmeta wan di warê hevpeyman û civînên diblomasî de li gorî xwe nirxandin dikirin. Nemaze, Peymana Lozanê bi vî rengî bû, nûnerên gelê kurd di Lozanê de tune bûn, ji ber vê yekê jî rola sereke ya Tirkiyê bû, di wê peymanê de kurd ji holê hatin rakirin û Tirkiyê qezenceke mezin wergirt. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn jî kurd ji milê diplomatîk de lawaz bûn, nikarîbûn xebateke diplomatîk bikin. Wekî em dizanin xebata diblomatîk gelekî girîng e ji bo me, ji ber ku bi vî hawî mafê kurdan tê parastin. Eger em bêjin tenê têkoşîn li hundirê welat tê meşandin û dûrî mijara diplomsiyetê bikevin, nabe. Eger kurd li gel berxwedaniya ku tê meşandin, xebata siyasî û diplomatîk nekin, wê demê têkoşîna wan tenê ji bo neyên qirkirin. Rast e berxwedaniya Bendava Tişrînê li nik xebata kurdan a navnetewî ya ku tê kirin gelek guhertin li ser asta navnetewî bi xwe re anîn. Eger têkoşîna Bendava Tişrînê têk çûbaya wê dengeyên siyasî û diplomatîk jî bihata guhertin. Êdî em têdigihêjin ku bi riya xebata siyasî û diplomasî, kurd ne tenê hebûna xwe diparêzin, lê belê mafê xwe jî daxwaz dikin.
Da ku Şoreşa Rojava bi ser bikeve û xebateke diplomatîk bê meşandin erkê kurdên li Ewripayê çi ye?
Ev dema ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, qonaxeke dîrokî ye, serkeftina beşek, bajarek û aliyekî kurdan bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê û destkeftiyên kurdan dike. Herwiha binkeftina hêzek, aliyek û parçeyekî Kurdistanî bandorê li hemû gelê kurd dike. Şoreşa Rojavayê Kurdisatanê ne tenê şoreşeke siyasî û leşkerî ye, lê belê şoreşeke civakî, hunerî û rewşenbîrî ye. Lewma jî divê para hemû kesan di şoreşê de hebe, ji ber ku serkeftina şoreşê tenê bi xebata siyasetmedaran ne têrker e, û bi tena xwe sernakeve, axaftin û nêrîna rewşenbîran, ne weke nêrîna siyasetmedaran e. Li aliyekî din eger îro ew destanên ku li Bendava Tişrînê û berxwedandiya gelên Rojava ji hêla nivîskaran ve belge nebin, wê kî bi vê erkê rabe û kengî. Îroj pêwîst e kurd bi nivîskar, rewşenbîr, hunermen û hwd… li Kurdistanê û derveyî welat piştevaniya Rojava bikin û di vî warî de xwedî rol bin. Gelek kesayetên kurd di saziyên navnetewî yên Ewrûpayê de hene, ne merc e ku ji PYD an MSD û an jî partiyeke din bin, lê ew dikarin xebateke baş ya diplomatîk bidin meşandin û bandoreke mezin bidin avakirin.