Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê hemû pêkhate tevlî Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî bibin’

25/02/2025
in NÛÇE
A A
‘Wê hemû pêkhate tevlî Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî bibin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo


Kurdiyar Dirêî tekez kir ku wê ji tevahiya gelên Sûriyê herwiha pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Siwêda, Deria, Humis, Şam û Hema jî beşdarî komcivînê bibin û got,: “Armanc ji Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî, derketina encamên baş ji bo siberoja Sûriyê ye.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk(NRLS) bi durşmeya “Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî, ber bi Sûrîyeke Azad, Pirreng û Demokratîk de.” wê komcivînekê di 27’ê Sibatê li Reqayê li dar bixe. Ev civîn wê li ser asta Sûriyê be, tê de jî wê nûnerên hemû pêkhateyan amade bin.

Derbarê lidarxistina vê komcivînê, endamê Komîteya wê ya Amadekar Kurdiyar Dirêî ji rojnameya me re axivî.

‘Wê hemû gelên Sûriyê û kesên bibandor beşdarî komcivînê bibin’

Kurdiyar Dirêî tekez kir ku wê ji tevahiya gelên Sûriyê mîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Siwêda, Deria, Humis, Şam û Hema jî beşdarî komcivînê bibin û wiha got: “Komcivîn li ser asta du xalên bingehî bi dirêjahiya rojekê wê were lidarxistin. Xala yekem wê li ser dîroka avakirina Sûriyê be û çawa pêkhateyan rola xwe lîstiye herwiha bi hatina rêjîmê re çawa rêjîm siyaseta dûrixsitinê li ser pêkhatên wê meşandinye. Herwiha xala duyemîn jî wê li ser destûra guncav a ku divabe Sûriyê li ser wê bê avakirin be. Ji ber vê jî em ê komcivînekê di 27’ê vê mehê li dar bixin, li ser asta Sûriyê wê kesên xwedî bandor ku civak wan qebûl dike hem jî nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê bike, ji Humis, Hema û Laziqiyê  beşdar bibin. Di heman demê de wê nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rewşenbîr, çalakvanên sivîl, ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bin. Di heman demê de wê kesayetên din ji Ewrûpayê tevlî bibin.”

‘Armanc; derketina encamên baş ji bo siberoja Sûriyê ye’

Endamê Komîteya Amadekar a Komcivîna Sûrî ya Gotûbêja Niştîmanî Kurdiyar Dirêî diyar kir ku armanca wan ew e ku gelên Sûriyê bi hev re bigihêjin encamên baş ji bo pêşeroja Sûriyê û wiha axivî: “Em hemû dizanin ku piştî rûxandina rêjîma Beis û hatina HTŞ’ê li ser desthilatdariya Şamê gelek hevdîtin û diyalog hatin lidarxistin. Piştî ku ev rêjîm çû her kes di tevgerê de bû û pirsiyar dikir ku wê sîstem çawa be. Wekî em dibînin, dewleta Tirk dixwaze dewleteke navendî-islamî û yekreng ava bike. Me di vê dema bûrî de rengê xapandinan dît, nemazeya wê jî civîna ku komîteya amadekar a Kongreya Niştîmaniya Sûrî ji hemû parêzgehên Sûriyê re çêkir. Komîteya  Amadekar rewşenbîr, siyasetmedar û hin kesên li gorî xwe û kesayetên bêbandor li Şamê civandin da ku hişmendiya xwe ya li ser bingeha navendbûn û cîhadîstê bipejirîne ji bo Sûriyê. Lê em bi riya vê komcivînê dixwazin nerîna hemû pêkhateyên Sûriyê bigirin û nasbikin ku xwesteka wan ji bo siberoja Sûriyê diyar bikin. Di heman demê de bi riya diyalogê bigihêjin encamên baş û pêşinyarên ji bo bicihkirina sîstemeke demokratîk, nenavendî û wekhev ji Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê ya nû re pêşkêş bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.