Lîloz Hisên/Qmişlo
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi boneya sedsaliya şoreşa Şêx Seyîdê Pîranî bi drûşmeya “Şêx Seyîd agirê ku sed sal ne vemirî ye” li hola El-Burc ya bajarê Qamişlo panêlek li dar xist.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi boneya sedsaliya şoreşa Şêx Seyîdê Pîranî bi drûşmeya “Şêx Seyîd agirê ku sed sal ne vemirî ye” li hola El-Burc ya bajarê Qamişlo panêlek bi beşdarbûna partiyên siaysî, rêxistinên jinan û kesayetên serbixwe li dar xist. Berî destpêkirina panêlê kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin.
Panêl ji aliyê Dr. Silêman Ilyas ve hate birêvebirin. Silêman Ilyas bixêrhatina hemû kesên beşdarvan kir, piştre beşa yekê ya panêlê ji aliyê endamê rêveberiya KNK Dr. Ebdul-Îlah Mustefa ve hate dayîn.
Ebdul-Îlah Mustefa di axaftinê xwe de bal kişand ser dema lidarxistina şoreşa Şêx Seyîd, herwiha kurahiya dîrokê ji dema çanda Toranî ku çawa li herêmê bi cih bû. Herwiha behsa şerê cîhanê yê yekemîn kir û wiha got: “Di şerê cîhanê yê yekemîn de kurd di nava tunebûn û koçberkirinê de jiyan kirin. Rewşa kurdan di şerê cîhanê yê yekemîn de pir xerab bû û rewşa wan ber bi komployên navdewletî ve çû. Nîşana hebûnê berxwedana Şêx Seyîd bû ku serî li hemberî dewleta Tirk netewand.”
Beşa duyemîn a panêlê ji aliyê Dr. Ebîr Hesaf ve hate birêvebirin. Ebîr Hesaf diyar ku Şoreşa Şêx Seyîd hem mijareke girîng e, hem jî mijareke bi êş bû û wiha got: “Şoreşa Şêx Seyîd şoreşa ku di destpêka damezirandina dewleta Tirk de bû. Ev şoreş bersiv ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker re yên li ser serê gelê kurd de pêk dianî, bû. Ji hevpeymana Sêver ber bi ya Lozan ve gelek kiryar û bûyer li ser gelê kurd pêk hatin. Tevî ku şoreşa Şêx Seyîd têk çû, lê hestên netewî yên di hundirê gelê kurd de tu carî nehat cewsandin û heya roja îro ev hest û hewldanên avakirina Kurdistaneke azad berdewam e. Cihê xiyanetê di şoreşa Şêx Seyîd de pir mezin bû. Herwiha kurd bi xwe bûn hevkarê xiyanetê. Di heman demê de girtina Şêx Seyîd jî destê xiyanetê tê de hebû. Ji Kurda re bilî kurda kes tune ye.”
Panêl bi banga diyarkirina cihê gora Şêx Seyîd û şoreşgerên pêre bê diyarkirin bi dawî bû.