Ayşa Silêman/Qamişlo
Parêzer û çalekvanê siyasî û hiqûqî Cibraîl Mistefa diyar kir ku dagirkeriya Tirk di bin navê avakirina herêmeke bi ewle de dixwaze sînorên xwe berfireh bike û xaka Sûriyê dagir dike, bi vê bihaneyê komkujiyan li ser gelê Kurd pêk tîne û ev yek sûcên dijmirovî ne.
Di derbarê komkujî û gefên ku dagirkeriya Tirk li ser gelê Kurd dixwe, parêzer û çalekvanê siyasî û hiqûqî Cibraîl Mistefa bersiva pirsên rojnameya me da, hevpeyvîn wiha ye:
Piştî ketina rêjîma Baas pêwîst bû aramî û aşîtî li Sûriyê çêbûya, lê bi êriş û gefên dagirkeriya Tirk re gelek komkujî li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tên, li hember vê yekê tu kes dengê xwe nake, sedema vê yekê çi ye?
Piştî hilweşandina rêjîma Baas, hêviyên gelênê Sûriyê zêde bûn ku piştî ewqas sal ji kuştin, girtin, revandin û feqîrî wê Sûriyeke aram, aîtiyane, wekhev û demokratîk were avakirin. Lê mixabin hikûmetek hat ne li gorî hêviyên gelên Sûriyê bû. Zihniyeteke şoven çû, lê yek din şûna wê girt bi heman şêwazî, ev hikûmet bi siloganên xwe baş e, lê di pratîkê de wek rê û rêbazên rêjîma Baas e. Her tim bang dike ku em Sûriyê bi giştî temsîl dikin û îradeya gelê Sûrî temsîl dikin, lê di rastiyê de ne bi wî rengî ye. Tê dîtin ku li Idlibê li hember siyaseta Colanî gel derket, hikûmeta wî Ebû Emşa û Hatim Ebû Şeqra temsîl dike. Her kes dizane ku Ebû Emşa çiqas dizî û talanî kiriye, di heman demê de Hatim Ebû Şeqra jî çawa Hevrîn Xelef bi hovîtî qetil kiriye. Ev herdu kes li gor saziyên Navneteweyî sûcdarên şer in. El Colanî bi xwe jî ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkî ve tê xwestin û navê wî di dadgeha Iraqê de heye û biryara darvekirinê lê hatiye birrîn. Ji ber ku ew rêveberê HTŞ’ê ye û di Iraq û Şengalê de komkujî kirine. Li ser vî esasî ev hikûmet îradeya hemû gelên Sûriyê temsîl nake û di siloganên xwe de bang dike ji bo yekbûna axa Sûriyê. Di destpêkê de pêwste nîşan bike ku kî parçebûna Sûriyê dixwaze. Ji destpêka kirîza Sûriyê heya niha dihat dîtin ku kî parçebûna Sûriyê dixwaze, yek ev çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk ên ku navê Artêşa Azad li xwe kirine.
Di heman demê de dagirkeriya Tirk ji bo Mîsaqa Millî pêk bîne xwest Sûriyê dagir bike, lê ev yek çênebû, bihaneyeke nû derxist ku bi navê avakirina herêmeke bi ewle dixwaze sînorên xwe berfireh bike. Di vê yekê de jî bi ser neket, dixwaze desthilatdariyeke Turkmen ava bike. Rêjîma Baas hilweşiya, lê heya niha çeteyên Emşat û Hemzat ên girêdayî dagirkeriya Tirk êrişî bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê dikin. Di heman demê de Ebû Emşa di hikûmeta nû ya Şamê de cih girtiye, ev tê wateyê ku di şekil de şêwazekî bi kar tînin û di cewher de heger bi hêz bin wê wek zihniyet û siyaseta Baas bin. Ji destpêka hilweşandina rêjîma Baas ve berpirsiyarê karê derve, wezîr û mîtên dagirkeriya Tirk rojana sardana Sûriyê dikin, ka helwesta hikûmeta demkî ya ku bi yekbûna axa Sûriyê bang dike, ji ber ku ev yek ji erkê vê hikûmetê ye ku sînorên welatê xwe biparêze û gelên welatê xwe biparêzê, lê heya niha helwesta hikûmeta nû li hember êrişên dagirkeriyê derneketiye. Di heman demê de daxwaz dikin ku divê QSD’ê çeka xwe deynin, herkes dizane ku projeya QSD’ê xuyaye, heger Colanî û çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk bê proje bin, lê Kurd ji destpêka avabûna Rêveberiya Xweser ve xwedî proje ne. Rejîma Baas hikûmetek nijadperest bû û gelek komkujî di derheqê gelan li Sûriyê pêkanîn û îro jî binpêkirinên ku di derheqê gelên Elewî de tê kirin li ser heman hişmendiya ku rêjîmê dikir. Heger ev hikûmet bi vî rengî bimîne wê Sûriyê ber bi xeteriyê ve here.
Hebûna dagirkeriyê li ser axa Sûriyê ne hiqûqî, ne qanûnî, ne exlaqî û ne fermî ye, lê li hember vê yekê ti kes dengê xwe nake, çima?
Bêdengiya her kesî ji bo hebûna dagirkeriyê li ser axa Sûriyê vedgere du sideman; yek rejîma desthilatdar a Baas ku Sûriyê firotibû, dema peymana Adena bi dagirkeriya Tirk re îmze kir, yek ji xalên vê peymanê ew bû ku ji mafê dagirkeriya Tirk e êrişan hundirê sînorên Sûriyê de pên bîne. Li gorî vê peymanê wê êrişî kî bike, helbet wê êrişî herêmên Kurdan bike. Heya ku hikûmeta Baas desthilat bû, çiqas me di milê hiqûqî û qanûnî de dinirxand jî, lê dewleta Tirk digot ez nedagirker im ez li gor peymana Adena derbasî axa Sûriyê bûme. Hikûmeta Şamê ya nû tevî ku gelek biryar û destûr rakirin jî, lê tu helwestên xwe li hember vê peymanê dernexist. Ebû Emşa di nav hikûmeta Şamê de cihê xwe digire, lê çeteyên girêdayî wî êrişî Bendava Tişrînê dikin. Di heman demê de mirovê ku di zihniyeta xwe de ne azad be, di siloganên xwe de jî azad nabe, dema Colanî desthilatdarî ket destê wî de, hemû partiyên serbixwe û yên li dijî desthilatdariya rejîma Baas, ji bo Colanî dan çepikan û biryarên wê erê kirin. Heya niha ti helwestên xwe li hember hikûmeta demkî dernexistine, tenê gelê Durzî helwest nîşan daye ku dibêjin; biryarên El Colanî me temsîl nakin. Armanca bingehîn ji avakirina Yekîtiya Navneteweyî aramî û aşitî ye, lê dema em bala xwe bidinê di piratîk de tiştek wisa nîne. Di vê yekîtiyê de 5 dewelet hakim in. Çi biryar derkeve yek ji van dewletan li gor berjewendiyên xwe mafê Vîto ya redkirinê bi kar tîne. Dewletên din bê rol in. Yekîtiya Navneteweyî bê hêz e.
Di sala 2015’an de biryara Cenevre ya 2254 ku dibêje pêwîste agirbest li Sûriyê were ragihandin û aşitî çêbibe, lê li hember vê yekê Astana û Sûtşî derket. Di sala 2017’an de biryar derket ku şer bisekine û rewş aram bibe, lê ev biryar xapandina herî mezin bû ji îradeya Navnetewî re. Ji ber ku ev ne biryarek Navneteweyî bû ev biryar li gor berjewendiyên Rûs, Îran, Tirk û di bin re erêkirina hikûmeta Şamê de bû. Qaşo biryar parastina gelê sivîl bû lê hat dîtin ku piştî ev biryar derket Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî hatin dagirkirin. diyare ku Yekîtiya Navneteweyî tenê yekîtiyeke şeklî ye. Komîteya Lêkolînên serbixwe ya Navdewletî ya ji bo Sûriyê girêdayî Yekîtiya Navneteweyî ye raporan dinvîse û radestî Komeleya Mafê Mirovan dike. Lê ev rapor ne li gor siyaseta wan e, ji ber ku çiqasî di raporan de dihat nivîsîn ku dagirkeriya Tirk berpirsiyarê van binpêkirinên ku di Efrînê de tên kirine, lê di raporan de dewleta Tirk radikirin û ji şûna wê çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk dinvîsîn, ev tê wateya ku Yekîtiya Navneteweyî rola xwe nalîze.
Dem hatiye ku dagirkerî û çeteyên wê li ser asta Navneteweyî werin dadgeh kirin, ji bo ev yek pêk were pêwîste çi were kirin?
Dema em li dîrokê vedgerin dibînin kesên ku binpêkirin, komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê û dagirkerî kirine heya niha nehatine darzandin. Dema em gel binrxînin, helbet em behsa hemû gelan dikin, ji ber ku mirovê sivîl xetek pîroz e û nêzîkbûna hemûyan yek e. Ji bo gelê Filistînê di sala 1946’an heya sala 2016’an 57 biryar derketin, lê di piratîk de 4 biryar tenê pêk anîn. Di heman demê de gelê Efrînê 7 salan di Şehba de jiyan kirin, rojane dagirkeriya Tirk gel topbaran dikirin, rêjîma Baas berî hilweşandinê 7 salan dorpêc li ser wan da meşandin ev hemû sûcên şer in. Lê di piratîk de hesab ji ti kesî nehat xwestin, Saziyên Hiqûqî hêza wan a pêkanîna biryaran nîne. Tevî ku me gelek dosya çêkirin û bi belge jî bûn û me rêkirin ji Saziyên Navneteweyî re jî, lê ya girîn ew e ku em erkê xwe berdewam bikin û hîn zêdetir dosya li ser van binpêkirinan hazir bikin. Lê em dizanin dosyayên hiqûqî li gorî berjewendiyên xwe pêk tînin, dema berjewendiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî bi hezaran dosyayên hiqûqî hene heya niha ti kesî dest jî neavêtiye wan.
Gelên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê 7 salin rastî binpêkirinan tên, di milê pratîk de Yekîtiya Navneteweyî û Saziyên Hiqûqî tiştek nekirin. Di heman demê de li Efrînê komeleya Mafê Mirovan ji bo binpêkirinan, di milekî de rapor derdixistin ku çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk binpêkirin kirin, lê di milekî din de heman sazî bi girêdayî Yekîtiya Navneteweyî ye û di Efrînê de karê xwe berdewam dike û rêxistinên xwe jî derbasî wir dikirin. Berî her tiştî ya ku tê xwestin pêwîste Yekîtiya Navneteweyî ji nû ve xwe ava bike. Heger bi vî şêwazî bimîne, êdî nema baweriya ti kesî pê tê. Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî pêwîste sîstema xwe ya hundirîn biguherîne, di sîstema wê de mînak heya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê karibin dosyakî radestî wan bikin, li ser kiryar û komkujiyên ku Erdogan di derheqê gel dike, pêwîste yê ku vê dosyayê radest bike endamê yek ji van dewletên ku cihê xwe di Yekîtiya Navneweyî de be. Em gelekî blindest in ewqas sal in ku dijmin tê me qir dike û hûn van şert û mercan li ser me ferz dikin.