Esma Mistefa/ Qamişlo
Yek ji kevintirîn olên li ser rûyê erdê ola Êzîdî ye. Di nava civaka Êzîdî de gelek cejn û ayînên olî yên cihêreng hene. Yek ji wan jî Cejna Bêxwîn e, ango Xidir Liyas e, ku di heyva Sibatê de weke cejna gelê Êzîdî tê pîrozkirin.
Ola Êzîdî yek ji bawerî û olên herî kevnar di dîroka mirovahiyê de ye. Civaka Êzîdî Kurd in û li seranserî cîhanê hatine belavkirin û li her derê ol û baweriya xwe parastine. Lê hejmara herî mezin a civaka Êzîdî di xaka Başûrê Kurdistanê li Şengalê dimînin. Şengal ji bo ol û civaka Êzîdî cihê herî pêroz e û serjimariyeke mezin li wir dimînin.
Tê zanîn ku ji ber taybetmendiya ola Êzîdî ya ku ji aliyê gelek bawerî û welatan ve nehatiye naskirin, rastî gelek êrişên tund ên qirker hatiye. Civaka Êzîdî di dîrokê de rastî 72 fermanên qirkirinê hatiye. Ev ferman di bin navên olî yên dijber ve hatine pêkanîn û heyanî niha jî hin cîhadî û kesên olperest ên ola Îslamî ol û civaka Êzîdî qebûl nakin. Herî dawî jî di sal 2014 Şengal rastî qirkirina etnîkî ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hat, lê ji aliyê hêzên YPG,YPJ û Tevgera Azadiyê ve hate parastin.
Hêjayî gotinê ye ku rûxmî hemû pilanên qirkirinê û komkujiyên ku bi heqê wan de hatine kirin, civaka Êzîdî bi hevgirtina xwe, rêûresmên xwe yên olî û civakî xwe parastiye. Yek ji kevintirîn cejnên ola Êzîdî cejna Bêxwîn e, ango Xidir Liyas e ku her sal di meha Sibatê de tê pîrozkirin û merasîmên vê cejnê bi hemû pêkhate û baweriyan re parve dikin. Êzîdiyên Rojavayê Kurdistanê bi hejmareke mezin li seranserî herêmê; ji Heleb, Efrîn bigire heyanî Dêrikê here, rêûresmên ola xwe diparêzin û bi rengê xwe jiyan dikin.
Îsal jî civaka Êzîdî amedekariya pîrozkirina cejna Bêxwîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Weke ku hatiye eşkerekirin ku îsal hemû civaka Êzîdî ji Ewropa, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê di 20’ê Sibatê de cejna Bêxwîn pîroz bikin.
Cejna Bêxwîn
Bêxwîn ango Xidir Liyas cejneke kevnar a ola Êzîdê ye û bi dirêjahiya dîroka êzîdiyan tê pîrozkirin.
Cejna Bêxwînê jêdera xwe ji şoreşa çandiniyê yê ku bi destê jinê hatiye pêşxistin digire. Ji ber wê cejna Bêxwîn weke cejneke çandiniyê, berhemên çandiniyê û xwezayê û parastina wê tê dîtin. Her sal ev cejin bi marasîmên taybet tê pîrozkirin. Jinên Êzîdî li hev kom dibin û 7 cureyên bidarên çandiniyê yên ku tên çandin (genim, nîsk, birinc, nok, garis, ceh, baqil) hemûyan sor dikin û dihêrin û li hemû gelan belav dikin. Li rex wan bidarên sereke, hemû bidarên ku bi destê cotkaran tên çandin û dibe berhem lê zêde dikin. Bêxwîn vedigere tiştên bêxwîn, yanî di wê demê de tu lawir nayên kuştin û serjêkirin, ev yek gelek bi nirxe û girîngiyê didin vê yekê. Ji ber dibêjin ku piraniya lawir ango zindî ducanî dibin û guneh e ku bên kuştin.
Bê guman ev yek ji xalên vê cejnê ne. Ev cejin dikeve roja Pêncşema yekem ji Sibata Rojhilatî, ji ber cejnên civaka Êzîdî li gorî salnameya Rojhilatî tên pîroz kirin. Bê guman gelek merasîm û xwendina lavayên pîroz ên vê rojê hene. Civaka Êzîdî bi cil û bergên xwe yên resen li hev kom dibin û bi serdana xizmên xwe, cejnê pîroz dikin
Armanc ji belavkirina berhemên Bêxwîn çi ye?
Dema Bêxwîn tê amedekirin û belavkirin, bê guman armancek jê heye, ew jî bicihanîna mirad û daxwazên dilê mirovan e. Di roja Pênçşema cejnê de ku dikeve êvara roja Înê beriya ku însan rakeve Bêxwîn dixwe û mirazeke xwe dixwaze. Li gorî baweriya wî kesî ev niyet bi cih tê. Her wiha Bêxwîn li nav zeviyên çandiniyê tê belavkirin, ew jî nîşaneya xêr û bereketa berhemên ku wê bêne derketin.