Argêş Viyan/Qamişlo
Rojnamevan Devrîm Amed got ku qetilkirina rojnamevan û rêhevalê wan Azîz Köylüoğlu kiryareke dijmirovê û ne exlaqî ye û wiha got: “Azîz Köylüoğlu stûneke Çapemeniya Azad bû û mîrateya Gurbetelîyan dişopand.”
Xebatkarê çapemeniya azad û lêgerînerê heqîqetê Azîz Koylûoglû di 27’ê Çileya 2025’an de li herêma Ranya ya Silêmaniyê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd ket. Xebatkar û rojnamevan Azîz Koylûoglû ku 32 sal li çar parçeyên Kurdistanê ji bo rastî û heqîqetê derbixe ronahiyê, di sala 1976’an de li navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ku paytexta qehremanî û berxwedanê ya Bakurê Kurdistanê ye ji dayik dibe, bi kedkarî û qehremantiya xwe li ser tevahî xaka Kurdistanê dihat naskirin û navdar bû.
Derbarê jiyana rojnamevanê di aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin Ezîz Köylüoğlu û êrîşên li ser rojnamevanan Rojnamevan û rêhevala wî ya têkoşînê Devrîm Amed ji rojnameye me re axivî.
‘Jiyana Ezîz Köylüoğlu, tabloyeke ked û xebatê bû’
Devrîm Amed diyar kir ku Ezîz Köylüoğlu di asta jiyanî û pîşeyî de mînak bû û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Heval Ezîz Köylüoğlu bi navê xwe yê tevgerî (Kemal) ji Bakurê Kurdistanê bajarê Amedê ji malbateke welatparêz û kedkar ji dayik dibe. Xwedî ezmûnên salan yê jiyanî û pîşeyî bû. Hevalên weke hevalê Ezîz, naskirin û bi wan re xebat kirin bi rastî jî bi serê xwe pisportiyeke mezin e. Xwegihandina asta weke hevalê Ezîz bi rastî jî kedekî pir mezin tê xwestin. Ev ked jî, encama têkoşîna gel û Tevgera Azadiyê ye. Min hevalê Ezîz di sala 2004’an de li Herêmên Parastina Medya naskir. Wê demê jî heval karê ragihandina Navenda Parastina gel dimeşand. Şer û pevçûnên li qadê dimeşiyan kêlî bi kêlî ji raya giştî re radigihand. Ji ber ku ew di malbateke welatparêz de ji dayik bibû naskirina wî ya Tevgera Azadiyê zêde ne zehmet bû. Bavê heval Ezîz jî, şoreşgerekî kevnar û navdar bû, ji ber ku malbatê kar û xebata tevgerê dikir hevalê Ezîz di temenekê piçûk de, dîl dikeve destê dewleta Tirk ya dagirker. Ji ber zext û zordariya dewleta Tirk ya dagirker berê xwe dide herêmên azad. Di sala 1994’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibê. Di salên destpêkê de, hevalên derdorê wî ji jêhatîbûn û tevgerbûna wî re dibin şahid. Vesazîya wî ji bona kar û xebatên ragihandinê çêdibe û jiyana wî pir balkêş û bibandor bû. Herwiha ji hevalên derdorê xwe re pir mijûl dibû. Dema destpêkê min dît sekna wî bala min kişand. Di sala 2005’an de tevlî akademiya ragihandinê ya pîşeyî ya bi navê pêşenga ragihandina azad Gûrbetelî Ersoz bû û ew rêveber û mamosteyê me bû. Em 30 heval di wê demê de berendamê rojnamevanîyê bûn û em bi saya keda heval Ezîz niha endamên Ragihandina Azadin. Rûxmê ku hevalê Ezîz dibistanên pergalê nexwandibû jî, lê xwe pir pêşxistibû. Li ser civak û dîroka kurdî pir analîz û nîvîsên wî hebûn. Hevalê Ezîz evîndarekî lêkolîn û fêrbûyinê bû û pir jîr û serkeftî bû. Di pergalên dewletî de mirovek ji bona bibe rojnamevan gelek zanîngeh û dibistanan derbas dikin, lê hevalê Ezîz xwe bi hişmendiya Rêber Apo dagirtibû. Di malbatê de jî ji ber tenê bû berpirsyariya civakî di temenekî hîn ciwan de rakiribû ser milê xwe. Hevalên derdora wî jî hertim ji pêşketina hevalê Ezîz bandor dibûn. Kêmasîyên me yên hindirê akademiyê de bi me dida naskirin. Ûslûb û şêwaza wî yê naskirina kêmasiyan jî, bi serê xwe ji bona me perwerde û ezmûn bû û hevaltiya me pir berdewam kir. Me di qadên cûda yên ragihandinê bi hevre kar meşand. Hevalê Ezîz di anva tevgera azadiyê de bi navê Kemal dihate naskirin û bi rihê Kemal Pîran xwe Ezîz kiribû. Di pêşxistin û danasîna şoreşa Rojava de jî kedek hevalê Ezîz pir mezin çêbû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, kêlî bi kêlî rastî diragihandin.”
‘Bi dilekî wêrek li hemû beşên Kurdistanê kar û xebatên ragihandinê dan meşandin’
anî ser ziman ku rêheval Ezîz Köylüoğlu li hemû beşên Kurdistanê ji bona dengê civaka kurd bigihîne raya giştî kar û xebatên pir girîng kirine û got: “Hevalê Ezîz ji herêmên Parastina Medya bigire, heya ji bona qêrînên qirkirina Êzidiyên li Şengalê rûbirûyê qirkirina çeteyên DAIŞ’ê hatin xwe gihand hawara wan. Di aliyê pîşeyî û qadên cûrbecûr weke dîtbarî, radyo û ajansên giredayi Ragihandina Azad de kar û xebat dida meşandin û bû dengekî ji dengê rastiyê. Bi rastî jî heval Ezîz xwe gihandibû asta Ezîziyê. Heval Ezîz hem xwe perwerde kir û hem Ragihandina Azad mezin û xurtkir. Gelek nifşên nû yên ji aliyê Ezîz ve hatin perwerde kirin, niha li ser şopa wan dengê rastiyê dinivîsînin û didin fêrkirin. Herwiha li Kampa şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî salên dirêj kar û xebat dane meşandin. Civaka Mexmûrê ew weke zarokê xwe didîtin û dengê penaberên azadiyê bi cîhanê da bihîstin. Li wê derê di rojnameya Mexmûrê de heya asta Edîtoriyê cihê xwe girt. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek sazî û dezgehên ragihandinê ji nûve ava kirin û parastina deskeftiyên şoreşê jî erkekê mezin da li ser milê xwe. Piştî şahadeta wî hate ragihandin hevalên ku ew nas dikin û navê wî bihîstibûn jî hêrs û xemgîn bû û pir bi şahadeta Mamoste Ezîz bandorbûn. Ji ber ku mirov ji bona ku kesayetên weke Heval Ezîz nas bike pêwîst nake ku mirov ew dîtibe, ji ber ku bandora xwe li ser her kesî hiştibû. Şagirtên xwe ne tenê di aliyê pîşeyî de pêş dixistin, di heman demê de ji milê jiyanî ve jî ew perwerde dikirin. Di jiyana xwe de pir cîdî û bidisplîn bû. Çiqas zane bû, ew qasî jî hestiyar bû. Derdorê xwe fêm dikir û ew didan fêmkirin. Şopdarê Seyîdan bû, bibû bîra civakê. Analîz û dahûrandinên wî pir xurt bûn. Kirdeyê têkoşîn û şoreşê bû. Armanckirina heval Ezîz Köylüoğlu, pir vekirî û hatibû plansaz kirin. Di pêvajoyekî ku li gel Rêberê gelan Rêber Apo hevdîtin tên kirin û şahadeteke wisa pir ji mere giran û zehmet bû.”
‘Weke bijîşkekî civakê her derman li gel heval Ezîz peyda dibû’
Devrîm destnîşan kir ku jiyana Ezîz Köylüoğlu mînaka pêşxistina jiyana azad bû û wiha got: “Hevaltiya Ezîz hevaltiyeke pir sade û paqij bû. Nîqaş yan jî nêrandinên wî yên jiyanê pir xurt û fêrker bûn. Ji ber ku dihat hezkirin hevalên derdorê wî navê musteşar Kemal lêkiribûn, ev tê wateya şêwirmendiyê. Her hevalekî/ê derdorê wî ji hevalê Ezîz şewir dikir û nêrînên wî digirtin ji ber ku şêwirmendekê civakê bû. Bijîşkekî jiyanî bû her cûre derman li gel wî peyda dibû. Em çi bêjin li ser hevalê Ezîz kême û ne têrker e. Hevalê Ezîz xwe fedayî jiyana gelê Kurd kirbû û xwe gihandibû asta pisporiya jiyan ê. Hêvîya wî yêkbûyin û yekîtiya gelan û azadiya Rêber Apo bû.”
‘Em şopdarê pênûsa Nazim, Cîhan û Ezîza ne’
Devrîm êrîşên li ser hevalên wan yên rojnamevan şermezar kir û axaftina xwe wiha qedand: “Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser rojnamevan û pêşengên Ragihandina Azad armanca wê qutkirina dengê rastiyê û veşartina kiryarên xwe yên gemar û qirêj yên ku li ser civakê pêktînin. Beriya niha jî hevalên me yên ku berxwedaniya li Bendava Tişrînê dişopandin Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan jî hatin qetil kirin, di heman demê de, dîsa li Başûrê Kurdistanê û li bajarê Raniya yê girêdayî Silêmaniyê hevalên me, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi destê dewleta Tirk ya dagirker hatin qetilkirin. Ev êrîşên dagirkeriyê ne ji ber xwe tên kirin. Gelek hêz li paş van êrîşan hene û çiraya kesk jêre tê pêxistin. Lê bila dewleta Tirk ya dagirker ji bîr neke, em ji şahadetan hêz digirin û ji nûve biryara me ya têkoşînê xurtir dibe. Yek Ezîz digihêje asta şahadetê yek Cîhan diçe bi hezaran cihê wan dadigrin. Em hertim şopdarên pênûsa Nazim, Cîhan, Gulistan û Ezîza ne. Em ê pênûsa rêhevalên xwe yên dengê rastiyê li erdê nehêlin. Em hevalên xwe Nazim, Cîhan, Gulistan, Hêro û di êrîşa herî dawiyê de jî mamoste û kedkarê ragihandina azad Ezîz Köylüoğlu bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin û soza şopandina rêya wan didin.”