Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo da zanîn ku her du serdanên Colanî û karwanê Ewlehiyê ji Efrînê re şeklî bûn ji ber ku hîna bipêkirinên komên çete berdewam in û got, “Divê Colanî û hêzên navnetewî ji bo vekişandina dagirkeriyê û vegera koçberên Efrînê bi erkê xwe rabin.”
Piştî 7 salan ji dagirkirina Efrînê, rûxandina rêjîmê, hatina hikumeteke nû, hîna jî kiriyarên bipêkirinan didomin, mijara serdana Colanî û derbasbûna karwanê ku derbasî Efrînê bû di rojevê de ye û pirsekê di xeyala her kesî de diafirîne ew jî gelo ma wê tu encamên baş ji van serdanan derkevin? Derbarê heman mijarê Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Piştî guhertina rêjîma Sûriyê, gelo rewşa herêmên dagirkirî çiqasî hat guhertin û niha rewşa welatiyan çawa ye?
7 sal in ji destpêkirina dagirkirina bajarên kurdî û dikeve sala xwe ya 8’emîn de, Efrîn di 2018’an de paşê Girê Spî û Serêkaniyê di 2019’an de. Li van herêmên dagirkirî ji wê demê ve heta roja îro bipêkirin ji hêla komên çete û dewleta Tirk ve tên domandin. Piştî rûxandina rêjîmê û hatina desthilatdariya nû re valahî çêbû û kiriyarên dagirkeriyê pirtir bûn. Tevî ku desthilatdariyeke nû hat û serkirdeyên wan çeteyan weke Ebû Emşa tevlî artêşa nû bûn, lê rewşa herêmên dagirkirî nehat guhertin. Dema ku behsa deverên dagirkirî û kiriyarên ku li ser xelkên wê tên kirin jî hikumeta HTŞ’ê dibêje demek jê re tê xwestin hetanî ku em li ser bisekinin û çareser bikin. Ev tê wateya ku heya dagirkeriya Tirk hebe, HTŞ’ê nikare destwerdanê bike. Divê em bînin ser ziman ku hîna nêzî 2 hezar û 300 efrînî çarenivîsa wan ne diyar e. Piraniya wan girtî û revandî ne, li Efrînê hejmara zindanên ku tên naskirin 20 zindan in, weke Zindana Reş a Rajo û hwd… welatî bi riya girûpên Polîsên Leşkerî yên ku Cemal Ehmed Kebso li ser disekine, tên desteserkirin, Cemal Kebso ji Til Rifeet e. Dibe ku hin kesên girtî, zindanên Tirkiyê de bin an jî di zindanên din ên Sûriyê de bin. Me dît ku çawa hemû girtiyên Zindana Seydnaya û yên din hatin berdan, lê vaye bi hezaran ji kesên herêmên dagirkirî bi taybet ên Efrînê di zindanên çeteyan de ne. Ev demeke hin şêneyên Efrînê ji zindanan tên berdan, lê ev yek bi sedan Dolarên Amrîkî heta 2 hezar dolar bi riya malbatên girtiyan tên berdan.
Piştî gera yekem a artêşa nû û gera yekem a Colanî ji Efrînê re, gelo kiriyarên dagikeriyê di çi astê de didomin?
Wekî me dît nû di 6’ê Sibatê de karwanekî ku ji 60 erebeyan pêk dihat ên Ewlekariya Giştî derbasî Efrînê bûn. Di kêliyên destpêkê de milet kêfxweşiya xwe anî ser ziman û hêviya wan ew bû ku komên çete werin derxistin. Lê mixa bin ev yek derbasbûneke şeklî bû, ji ber ku piştî derketina karwanê wan, komên çete 30 kes ji Mabeta desteser kirin. Sedem jî ew bû ku gel kêfxweş bû û rahişt ala kurdî, bi vê yekê dîsa kêfxweşiya welatiyan şikest. Di wê demê de me dît ku dîsa rewş weke xwe ma û tiştek nehate guhertin. Piştî ku serokê nû yê Sûriyê, Colanî hat Efrînê, gel dît, gel jî daxwaza berdana hemû girtiyan û derxistina çeteyan kir. Lê dîsa em dibînin ku Colanî dibêje mijara Efrînê dem jê re pêwîst e, bi vê yekê jî tê xuyakirin ku her du serdanê ku çêbûn, gerên şeklî bûn. Hêviya me ne di van geran de ye, lê belê em li wan dinerin û li benda wan in ku wê çi bikin. Di dema heyî de desteserkirin, talankirin, dizîn û kuştin li Efrînê didomin. Komên çete bi şevan êrişî malên efrîniyan dikin û malên wan talan dikin. Mînakên binpêkirina pir in lê nemaze, wê şevê çeteyan êrişî gundê Endarê kirin, kalemêrek û hevjîna wî girêdan, mala wan talan kirin û pereyên wan dizîn.
Heta ku koçberên ku ji herêmên dagirkirî bi darê zorê hatine derxistin vegerin cih û warê xwe, pêwîste çi were kirin?
Wekî em dizanin bi hezaran şêneyên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî bi darê zorê hatine koçberkirin, hîna jî bendewarên vegera ax û warê xwe ne. Hêviya koçberan bi vegera warê xwe heye, hin malbat vedigerin malên xwe lê rastî îşkenceyê tên. Lewma jî divê hikumeta nû ya Şamê û Ehmed Elşeri` ji bo mijara vekişandina dagirkeriyê bi erkê xwe rabin. Herwiha pêwîst e li ser dawîkirina dagirkeriya Tirk seranserî Sûriyê, Efrîn û hemû deverên dagirkirî hem jî derxistina çetên wê kar bikin. Ev yek jî ji bo ku gelê kurd vegerin cih û warê xwe da ku ew bi şêneyên ku li Efrînê û li deverên din ên dagirkirî mabûn, rêveberiyeke xwe ava bikin hetanî ku rewşa Sûriyê bi temamî zela bibe. Li aliyekî din jî pêwîst e mal û milkên koçberan vegere destê wan, divê şêneyên her bajarekî xwe bi rê ve bibin. Di heman demê de kesên sûcdar werin cezakirin û civaka navnetewî bi erkê xwe yê mirovî li hemberî koçberan rabe.