Ronaz Silêman/Hesekê
Şêneyên bajarê Hesekê û koçberên Efrînê bi merasîmekî girseyî rojnamevan Egîd Roj û Luey Mihemed li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir kirin.
Şêneyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê û koçberên Efrînê cenazeyê rojnamevan Şervan Seydo (Egîd Roj) ê ku di êrişa dagirkeriya Tirk a di 15’ê Sibatê li Bendava Tişrînê de şehîd bibû li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir kirin. Di heman demê de merasîmeke xiyabî ji bo şervanê QSD’ê Luey Mihemed Ezîz (Zagros) ê ku di 27’ê Kanûnta 2024’an de li Minbicê şehîd bibû li dar ket. Berî destpêkirina merasîman deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin.
Piştre li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan Hesen Berko axivî. Hesen Berko sersaxî ji malbata şehîd Egîd Roj û Luey Mihemed xwest û wiha got: “Dijminê me ji Ragihandina Azad û dengê rojnamevanan pir ditirse, doh bû rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Bedava Tişrînê şehîd xistin, îro jî rojnamevan Egîd Roj şehîd xistin. Çawa şervan di çeperan de aşiqê azadiyê ne, Egîd jî bi qasî van şervanan aşiqê pênûs û kamîreya xwe bû. Şehîd Egîd berxwedana serdemê ya ku 58 rojan dewam kir, kêlî bi kêlî ji cîhanê re radighandin, bi heman qehremaniyê li Bendava Tişrînê bû dengê rastiyê. Ê dixwaze gelê kurd binax bike ew ê bi destê gelê kurd binax bibe.”
Li ser navê Ragihandina Azad Stêrk Gulo diyar kir ku îro cîhan giştî ji çeka kîmawî ditirse, lê Erdogan ji pênûsa Egîdan ditirse û wiha got: “Cîhan giştî ji çeka kîmawî ditirse, lê Erdogan ji pênûs û nivîsên Egîdan, Ezîzan, Seydan, Nûjiyanan, Nazim û Jiyanan distirse. Ev hemû bûn xwediyê dengê heqîqetê. Eger, pênûsa Egîd û hevalên wekî Egîd nebana, Erdogan digot ez ê li mizgefta Emewî lime bikim, lê bi berxwedana van qehremanan û berxwedan gel ku şerê Gelê Soreşgerî dimeşîne, Erdgona nikarî bihata mizgefta Emewî limê bike. Weke şehîd Seyîd Evren got heger pêwîst bike pênûs an kamîra be em jêr amade ne, pêwîst bike carnan em bêdeng bimînin divê çek biaxive. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana bendavê, tevahî êrişên dijmin ku xwestin Sûriyê bidest bixin, xwestin Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinînin, bi derxistin vê heqîqetê têk çûn. Egîd gêncekî ji çiyayê Kurmanc, rojnamevanekî ji Çapemeniya Azad û her xwen û xeyalên wî bû digot ez ê vegerin Efrînê, em ê jî şopdarên van xewin û xeyalên wî bin. Egîd 11 sal di qada çapemeniyê de rûxmî temenê xwe yê biçûk xebatekî bê hempa da meşandin. Bû şahidê gelek şeran û berxwedana şervanan û xwest vê yekê bike male raya giştî. Ez bi navê xwe û tevahî xebatkatê çapemeniya Azad dibêjin pênûsa Egîd Roj û hemû hevalên di vê oxirê de çûne, tu carî li erdê namîne. Eger em Egîdan nedin nikarin vî welatî azad bikin.”
Li ser navê hêzên leşkerî Nûrî Mehmûd diyar kir ku rêheval Egîd û Luey di pêvajoyeke dîrokî de şehîd bûn û wiha got: “Rêheval Egîd endamekî malbatekê ye û ji vê malbat gelek şoreşger derketine. Malbata Egîd bi welatparêziya xwe tên naskirin. Şehîd Egîd bi ramanên Rêber Apo û tevgera Azadiyê mezin bû. Îro jî em dibînin di vê dema dîrokî de rolekî dîrokî girt ser milê xwe û heta dawiyê li ber xwe da. Di heman demê de rêheval Luey ku ji pêkhateyê me yê ereb û malbateke welatparêz bû. Ew jî bawerî bi yekîtiya gelan, Sûriyeke demokratîk anî û berxwedanî da meşandin heta asta şehadetê.”
Di heman demê de xweşka şehîd Egîd Roj Vejîn Ararat ji nava Çapemeniya Çiyayên Azad bi nameyekê nivîskî sersaxî ji Rêber Apo, malbata û gelê xwe re xwest û di nameyê de soza dewamkirina rêya rêheval û birayê xwe şehîd Egîd da.
Birayê şehîd Egîd Roj Dijwar Seydo da zanîn ku ew 4 xweşk û bira tevlî şoreş bûn û wiha got: “Kes nikare hêvî, bîr û baweriyên me bişkîne, em ê her şopdarê rêya Egîdan bin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd Egîd Roj û Luey Mihemed radestî malbatê wan hate kirin û cenazeyê rojnamevan Egîd Roj ber bi axa pîroz ve hate oxirkirin.