Hemza Sêvo/ Qamişlo
Parêzer Mihemed Emîn Niêmî diyar kir ku dem dema dadgihkirina dewleta Tirk û hemû serkêşên wê ye û got, “Hemû dosiyayên binpêkirinan di destên kesên ku adaleta cîhanî dişopînin û saziyên xwedî rol de ne, Dadgeha Birûksilê gaveke girîng bû, lê ev lêlê ye hîna lolo maye.”
Di 5’ê Sibatê de bi navê ‘PERMANENT PEOPLES` TRAIBUNAL ROJAVA VS. TURKEY’ dageheke li Belcîka, bajarê Birûksil hat lidarxistin. Ev yek jî bi pêşengtiya çend sazî û kesayetên dozgerî yên cîhanî, rêxistinên Almanî, Belcîkî, dozgerên cîhanî û 10 saziyên kurdî dest pê kir. Dadgeh ji bo cezakirina dewleta Tirk, çeteyên wê, serokê Tirkiyê Erdogan, wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, serokê MÎT a Tirkiyê Ibrahîm Galîn, wezîrê berevaniyê Yeşar Coler û hin kesên din. Ev dadgeh ji bo destpêkirina cezakirina dewleta Tirk a dagirker a sûcdar li dijî gelê kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dirêjahiya Şoreşa Rojava kiriyarên qirêj daye meşandin.
Ji ber dewamiya êrişên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parêzer û saziyên mafê mirovan hewldanên mayinde dikin da ku ev dagirkerî were cezakirin. Derbarê heman mijarê de parêzer Mihemed Emîn Niêmî ji rojnameya me re axivî.
‘Dewleta Tirk berî 2011’an jî kurdên Rojava dikuştin’
Niêmî da zanîn ku dewleta Tirk ji salên berî 2011’an ve sivîlên kurd li Rojava qetil dike û wiha got: “Li seranserî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê bi dirêjahiya 900 kîlomtreyan, ji demeke mêj ve dewleta Tirk gelê kurd kiriye hedef. Berî sala 2011’an û destpêkirina Şoreşa Rojava sûcên giran di derheqê sivîlan de dihat kirin. Nemaze em bêjin dema ku cotkar, şivan, jin, zarok diçûn nêzî sînor ji bo karê xwe yê lawirvanî an jî çandinî dikirin, cendermeyên Tirkiyê ew dikuştin. Lê dema şoreşê dest pê kir bi awayekî rojane, fermî û rasterast dewleta Tirk dest bi kujeriyê kir. Eger em vegerin li kiriyarên Impratoriya Osmaniyan binêrin û hevrûkirinê di navbera wan kiriyaran û yên piştî şoreşê heta niha de bikin, dê were xuyakirin ku kiriyarên serdema îro gelekî xirabtir in. Bi taybet piştî destpêkirina şoreşê û damezrandina Rêveberiya Xweser dewleta Tirk bi giranî sûcên dijmirovî dan meşandin. Bê sûc û sedem dîsa kesên sivîl bûn hedef. Heta vê kêliyê jî dewleta Tirk êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, pê re komkujî û hedefgirtin li ser gelên herêmê tên kirin.”
‘Belgeyên binpêkirinan gihane ber destê saziyên hiqûqî ên cîhanî’
Mihemed Emîn Niêmî diyar kir ku belgeyên binpêkirinên dewleta Tirk hemû amade ne û wiha domand: “Bê guman dewleta Tikr ji destpêka şoreşê ve dijberiya gelê kurd û hemû pêkhateyan dike hedef. Lê bi dagirkirina Efrînê û şûn de sûcên mezin hatine kirin. Li gorî zagonên navnetewî yên parastina mafê mirovan eger dewlet êrişî dewleteke din bike, nayê qebûlkirin. Lê dewleta Tirk û çeteyên wê, li Efrînê gelek komkujî kirine, xelkên wê bi darê zorê koçber kirine, herwiha çekên cehrê li ser gel bi kar anî. Em dizanin tiştê ku li Efrînê çêbû yek ji dosiyayên dewleta Tirk di warê binpêkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Lê belê gelek dosiyayên din hene û tê de jî dagirkerî û li ser asta cîhanê sûcdareke mezin tê hesbandin. Kiriyarên dewleta Tirkr a dagirker bi giştî hatine belgekirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî her kes û her saziyek ji saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên sivîl, parêzer, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hwd… êriş, komkujî û hedefgirtinan bi belge dike. Hemû dosiyayên binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di derheqê herêmê de belgekirî ne. Herwiha ev belge hemû di destên kesên ku adaleta cîhanî dişopînin û saziyên xwedî rol de ne. Em tekez dikin ku wê darzandin çêbibe, pendeke kurdî heye dibêje “Ev hîn lêlê ye, hîna lolo maye”, lewma jî wê ji wiha girantir dewleta Tirk, serkêş û serokên wê bêne cezakirin.”
‘Saziyên mafê mirovên êdî sînorê bêdengiya li hemberî Tirkiyê dişikînin’
Parêzer Mihemed Emîn Niêmî destnîşan kir ku li hemberî kiriyarên dewleta Tirk sînorên xwe yên bêdengiyê şikandin û wiha axivî: “Wekî em dizanin berî demeke kurt Dadgeha Birûksilê ya ji bo darzandina dewleta Tirk hat lidarxistin, gelek dosiyayên binpêkirinan tê de hatin pêşkêşkirin. Ev dadgeh jî di encama hin sedeman de li darket, yek jê berxwedaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li Bendava Tişrînê ye, hem jî pirbûna kiriyarên binpêkirinên dewleta Tirk li dijî sivîlan bû. Di heman demê de bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo ya ku li cîhanê deng veda, hat lidarxistin. Êdî dem dema dadgeheke wiha bû, hemû dosiyayên kevin û yên hemdem pêkhatî û amade ne. Tevahiya cîhanê kiriyarên dewleta Tirk û çeteyên wê, dişopînin. Ji sazî û rêxistinên parastina mafê mirovan ên cîhanî re hate xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike. Ev dadgeh, gaveke girîng bû ji bo Rojavayê Kurdistanê û tevahiya parçeyên din, dosiyayên ku hatin pêşkêşkirin fermiyeta xwe standin. Êdî binghek hate avakirin ji bo lidarxistina sê dadgehên cîhanî, yek jê Dadgeha Dadmendiya Navnetewî, Dadgeha Sûcên Navnetewî, Dadgeha Stasborgê ya Mafê Mirovan. Bi vê yekê em dibînin ku saziyên navnetewî yên parastina mafê mirovan li hemberî kiriyarên dewleta Tirk sînorên xwe yên bêdengiyê şikandin.”