Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şervanê QSD’ê: Emê Bendava Berxwedanê ji dijmin re bikin dojeh

13/02/2025
in NÛÇE
A A
Şervanê QSD’ê: Emê Bendava Berxwedanê ji dijmin re bikin dojeh
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo


Çawa ku destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bedelên herî giran hatin parastin û muhra xwe li tavahî cîhanê xist. Şervanên QSD û YPJ’ê di kêliyên berxwedana Bendava Tişrînê de careke din destanên qehremantiyê dinivîsin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 27’ê Mijdara 2024’an ve ji bo destkeftiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi berdêlên giran bi destxistine têk bibin bi awayek hovane êrişên xwe li ser herêmê dane destpêkirin. Şervanên QSD’ê û gelê heremê ji bo parastina welatê xwe zêdetirî 2 mehane li berxwe didin û têkoşîn dikin. Dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Kanûnê ve jî êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê dane destpêkirin. Dagirkeriya Tirkiyê bi serweriya xwe li ser Bendava Tişrînê ya ku xwedî cihekî stratejîk, girîng di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girine. Dexwaze bi wê yekê serweriya xwe li ser tevahî herêmên Firatê û Sûriyê bike. Lê li hember van êrişan hêzên QSD’ê û YPJ’ê ji bo parastina destkeftiyên vê şoreşê ev nêzî 2 mehe bi hemû hêza xwe li ber xwe didin û derbeyên giran li dagirkeriyê û komên çeteyan dixin.

Şervanê QSD’ ê Cano Qamişlo ku li eniya herî pêş ya Bendava Tişrînê û Pira Qaraqozaqê de cîh digre, kêliyên berxwedan û qehremantiya ku li wir tê raberkirin ji rojnameya me re axivî.

‘Dagirkeriya Tirkiyê bi nûçeyên derew xwest gelê me bixapîne’

Cano Qamişlo wiha behsa berxwedaniya pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê kir û got” Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirê 2 meha ye ku bê navber êrişî  herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike, bi siwîqastan hem jî bi balafirên xwe yên keşfê û EF 16’an hewil dide ku destkeftiyên gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Dewleta tirk a dagirker destpêkê hewil da ku bi riya şerê taybet gelê kurd bixapîne û bi derewa ku bendava Tişrînê û Pira Qaraqozaqê dagir kiriye; ev yek pêk anî. Lê belê rastiya ku li wir dihate jiyankirin li ser Çapameniya Azad hate xuyakirin û hemû derewên wan hatin eşkerekirin. Piştî ku derewên wan eşkere bûn êdî neçar man ku bi balafirên bê mirov û EF’16’an êrişên xwe dijwar bikin.”

‘Axa Rojava ji dewleta Tirk re bibe dojeh’

Cano diyar kir ku axa Rojava bi xwîna bi hezaran rêhevalên wan hatiye rizgarkirin û wiha anî ziman: “Ev berxwedana ku em îro dimeşînin ne tenê ji bo heremekê yan jî bendavê tenê ye. Berxwedan û têkoşîna me ji bo parastina axa Bakur û Rojhilatê sûriyê tevahî ye. Di asta yekemîn de xwedîderketina li tavahî rêhevalên me yên ku di oxira parastina axa Rojava de canê xwe feda kirin û şehêd bûne ye. Bila dewleta Tirk xeyal neke ku wê pir rihet derbasî axa Rojava bibe. Emê axa Rojava ji dewleta tirk re bikin Dojeh. Emê heta dawiyê xwedî li mîrasê hevalên xwe yên şehîd derkevin û bi wê hêz û baweriyê li hemberê dijmin şer bikin.”

‘Berxwedana gel ji bo me bû moral’

Cano destnîşan kir ku di 8’ê Çileyê de li ser banga Rêveberiya Xweser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan bendava tişrînê da ku xwedî li bendavê derkevin û got “Şoreş bê berdêl ava nabin di şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de jî gelek berdêl hatin dayîn, di eniya şer de jî gelek hevalên me gîhaştin asta şahadetê. Gelên me piştî bangawaziya Rêveberiya Xweser bi hezaran berê xwe dan Bendava Berxwedanê û derbasbûna gel ji bo bendavê ne ji rêzê ye, berxwedan û wêrekiya gel di asta herî bilind ye. Sekna ku gel li bendavê kêlî bi kêlî nîşan dide ji bo me têkoşîna herî pêroz a xwedîderketina li destkeftiyên axa welatê xwe ye.

Bê guman ev berxwedan ji bo me cihê coş û kêfxweşiyê ye, dema em dibînin ku dayîkek dibêje `Em hemû [ QSD’e ne` em wê demê bi rihê tolhildanê şerê xwe didin meşandin. Helbet hejmarek mezin ji gelê me hate hedefgirtin û bûn armanca êrişên dewleta tirk. Her çiqas ji bo me cihê xemgîniyê be jî,lê hêrsa me ya li hemberî dijmin nehîşt ku em gav paşda bavêjin. Hatina gel ji bona me bû cihê coş û kelecaneke mezin ku gel dibêje em hêza û coşa xwe ji şervanên xwe digrin, em jî wek şervanê QSD’ê hêz û coşa xwe ji gelê xwe digrin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.