Zana Roj/ Qamişlo
Navenda Lêkolînên Bawerî û Olan di Kongira Îslama Demokratîk de panêlek diyalogê ya bi navê “Azadiya bîr û baweriyê û rola rewşenbîran di Sûriyeya nû de” li bajarê Qamişlo lidar xist.
Li bajarê Qamişlo ji aliyê Navenda lêkolînên bawerî û olan di Kongireya Îslama Demokratîk de panêleke diyalogî li ser “Azadiya bîr û baweriya û rola rewşenbîran di Sûriye nû de” hate lidarxistin. Panêl bi beşdarbûna bi dehan ji endamên sazî, oldar, rewşenbîr û jin hate lidarxistin. Di destpêkê de bixêrhatina hemû beşdervanan hate kirin û deqeyek rêzgirtin hate sekinandin, piştire dest bi bername û nîqaşan bû.
Panêl li ser sê mijarên girîng hate birêvebirin. Xala yekem pênaseya Kongireya îslamî û azadiya nêrîn û baweriyê di Kongireya Îslamî de ji aliyê Hevserokê Kongira Îslamî Mele Mihemed Mistefa Xerazanî ve hate kirin.
Xala duyemîn nirxandina rewşa giştî ya Sûriyê û bi tayebt rewşa herêmên Baku û Rojhilatê Sûriyê. Bi taybet piştî guhartinên ku di Sûriyê de hatine çêkirin û îlankirina serokê Sûriyê yê nû. Her wiha ziyaretên ku ji aliyê wan ve hatine kirin û bandora wê li ser rewşa Sûriyê û doza Kurdî di Sûriyê de.
Xala sêyemîn rol û nîrîna rewşenbîran ji bo rewşa Sûriyê ya nû û çareseriya doza Kurdî (Destûra Sûriyê-hevjiyan- teşeyê sîstema serwer û hwd).
Armanc aşîtî û edalet e
Mele Mihemed Mistefa Xerezanî di axaftina xwe de ev anî ziman: “Yek ji erkanê ola Îslamê ya herî girîng ew jî edalete. Em dixwazin her kes li gorî pîvanên ola îslamî ya ku bi xwe re aşîtiyê tîne tevbigerin. Em daxwaza îslamiyeta ku tê de mafê her kesî heye û parastî ye armanc dikin. ji mafê her însanî ye ku bi maf û hebûna xwe jiyan bike. Tu têkiliya me bi piştgiriya kuştinê re nîne û em tu carî jî kuştina însan napejrînin. Lê kesên ku niha dixwazin ola îslamê pêk bînin ji derveyî kuştin û talankirinê tiştekî din nakin. Em dibînin ku du beşên kesên cîhadî derketina holê yek cîhada Telebî (xwestek) ku tenê şûr û şerkirine. Ya din jî cîhada parastinê ew jî parstina hebûn û ola xwe bi mafê xwe yê rewa û li hember her tiştî liberxwe bide.”
Mele Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Nêrîna me di gelek meseleyên dînî de ew jî nêrînên maf û edaletê ne. Bê guman diviyabû me gelek komcivînên wiha çêkirana da ku bi hev du re mijarên herêmê bi hemû pêkhateyên herêmê re nîqaş bikin. Hêviya me hemû partiyên ne yên kurdî werin gel hev. Bi taybet di Sûriyê de em zihniyeteke saxlem li ser esasê edalet û aşîtiyê avabikin.”
Hebûna jin di Sûriye nû de
Her wiha Rêveberiya lêkolînan ya Kongira Îslama Demokratîk Şêrîn Ehmed derbarî rola jin û rewşenbîran di Sûriyê de wiha ji rojnameya me re axivî: “Di vê pêvajoyê de divê em bêhtir baldarbin û hemû pêşveçûnên ku di Sûriyê de têne kirin bişopînin. Bi taybet ji bo rewşenbîrên kurd di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke herî pêşeng ji bo guhartinên di doza Kurdî û di Sûriyê de tên çêkirin bilzin. Her wiha jin divê bi hebûn û îradey xwe di destûra Sûriyê ya nû de beşdar bibe. Ji ber heyanî jiha me tu hebûneke jin di sîstema Sûriyê ya nû de nedîtiye. Helbet ev nayê qebûlkirin û ji bo guhartina vê yekê divê gavên cidî bêne avêtin.”