Argêş Viyan/Qamişlo
Komploya Navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê mîmarê Şoreşa Kurdistanê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd hat destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Ev 26 sal in di şexsê Rêber Apo de qirkirina gelê kurd tê armanckirin.Lê li hemberî Komployê berxwedana gelê kurd û tevgera azadiyê nerawestiyaye û heyanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere wê têkoşîn her berdewam be.
Di sal 1978’de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) weke balendeya Hîma ji nava xwelîya dîrokê afiriye û bi xwe re vejîna welatekî û gelekî ku ber bi tunebûne ve diçû anîye. Ji sala 1984’an û şûn de, PKK’ê bi şerê çekdarî bersiva komplogerên Lozanê û artêşa duyem a di NATO`yê de (artêşa Tirkiyê ) daye ku êdî PKK’ê û gel hesabê dîrokî ji dagirkerên Kurdistanê dixwaze. Li hember şoreşa Tevgera Azadiyê, dewleta Tirk a xwedî ezmûnek mezin di têkbirina şoreşên kurdan de ye, hemû rêbaz, derfetên leşkerî û aborî xistine meriyetê, şerekî hebûn û nebûnê him PKK û him jî dewleta Tirk dane meşandin, ne tunekirina hezaran welatparêz, rewşenbîr û têkoşeran; ne jî şewitandin, valakirin û wêrankirina hezarên gundên Kurdistanê, dikarîbûn şoreşa PKK’ê rawestîne yan jî lawaz bikin. Serokwezîrên Tirkiyê yên mîna Tansû Çîler, Mesûd Yilmaz û di pey wan re jî Tirgût Ozal gihiştine wê baweriyê ku êdî bixwazin nexwazin bêyî çareserkirina doza Kurdî wê Tirkiye bi aramî jiyan neke. Ji xwe serokê Tirkiyê Tirgût Ozal hewl dabû ku pêvajoya çareserkirinê bide destpêkirin, lê belê di rewşeke ne dîyar de, Tirkiyê mirina Ozal 1993’de ragihandiye. Êdî dûbare Tirkiyê li hember doza Kurdî û PKK siyaseta qirkirinê daye meşandin, di sala 1996 de hewldana siwîqastê li ser Rêber APO li Şamê hate kirin, lê di vê planê de bi ser neketin, ta di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî Rêberê gelan Rêber Apo dîl hate girtin.
Pêvajoya Komploya Navneteweyî
Rêber APO derbarê komploya 9’ê Cotmehê de wiha gotiye:”Ez dibînim ku komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de min anîn Tirkiyê, yek ji bûyerên herî girîng di kevneşopiya komploger a desthilata serdest de ye.”
Di çarçoveyeke ji lîstikên siyasî û berjewendiyên aborî de, li gel gelek îxanet, tundî û xapandinê de, komploya navneteweyî hatiye meşandin ku her çar parzemînan di komployê de cih girtiye. Serokwezîrê Tirkîyê yê wê demê Bûlent Ecevît bi xwe diyar kir ku CIA ya DYA di dîlgirtina Rêber APO de roleke sereke lîstiye, ji bilî wê, Silêman Demîrel, serokê MÎT’ê yê wê demê, Şenkal Atasakon û rayedarên din ên artêşa Tirk a dagirker ti kesî li Tirkiyê bi revandina Rêber APO ya bi şêwazê nemerdane bê agahî bûn. Ecevîd dixwaze bêje ku serkeftin a wan e, çalakî ya wan e û bi tenê DYA alîkar bû! Bêyî ku bêje lîstikvanê sereke DYA û Israîl bûn, tenê Tirkiye li benda encamê bû, ew bi xwe jî matmayî bû ku Rêber APO gihiştiye Tirkiyê.
Rêber APO di destpêkê de berê xwe ji Sûriyê daye Îtalyayê, di pey re berê xwe daye Rûsya, dubare vegeriyaye Yewnanistanê û dawî jî berê xwe daye Kenyayê ku li wir komplo bi encam bûye. Tirajîdiyeke ku ji 9’ê Mijdara 1998’an û ta 15’ê Sibata 1999’an de Rêber APO ji ezmanê welatekî diçû ezmanê welatekî din, êdî cîhan pir teng bibû û ti welatan nikarîbû wî hembêz bike, serkêşên cîhana sermayedar Amerîka, Ingilîstan û Israîlê biryara tunekirina nirxên mirovahiyê dabûn, ango biryara tunekirina Rêber Apo dabûn ji ber ku neketibû bin baskên wan û pergala wan nepejirand û ji xeta azadiya gelên Rojhilata Navîn derneket.
Ji 1996’an ve plana komployê hatibû dayîn û bazirganî li ser Rêber Apo hatibû kirin, ew jî dema ku serokê DYA Bil Cilinton û serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Sîmîtîs li hev civîyabûn, êdî di 9’ê Cotmeha 1998’an de Sûriyê ji hêla NATO û DYA ve ketiye nava dorpêçeke giran de. Wê demê jî Sûriyê demildest ji Rêber Apo dixwaze ku ji axa Sûriyê derkeve, ji xwe Rêber Apo xewn û xeyalên wî ew bûn ku di bejna çîyayê Kurdistanê de cihê xwe di nava gerîlayên azadîyê de bigre, lê belê ji bo pêşxistina aştiyê berê xwe dide Ewropayê. Sozên ku ji Yyewnanistanê girtibûn ku êdî wê pêşwaziya wî bikin û wî bi cih bikin, nerast derketin, ew vexwendina ku qaşo Yewnanistanê ji bo Rêber Apo re kiribû ji planên istixbarata Ingilîstanê bû ku Rêber Apo ji Sûriyê derxînin û têxin xefka Yewnanistanê. Ji xwe di 9’ê Cotmehê de berê Rêber Apo dane ber bi Mosko ve, alîkarê serokwezîrê Tirkiyê yê wê demê Mesût Yilmaz di 11’ê Cotmeha 1998’de civîneke çapemenîyê li ser mijarê li dar xist û got: ”Bi saya agahiya ku rêxistina istixbaratî ya welatekî hevalbendê me, me pê zanî ku Apo li Rûsyayê ye”, Tevî ku Domaya Rûsî bi 298 dengan mafê penaberîyê ji bo Rêber APO pejirandine jî, lê belê serokwezîrê Rûsyayê Buris Yitisin biryara Domayê qebûl nekiribû û daxwaza Amerîka ya ji bo radestkirin an jî derxistina Rêbertî ji Rûsîyayê pejirand. Êdî ji Rêber Apo hatiye xwestin ku ji Rûsyayê derkeve, ji xwe biryara Yilsin ne bê hesab bû, sûdgirtinên aborî hebûn, ango bazara firotinê hatibû kirin, êdî dubare Rêber Apo vedigere Yewnanistan û ji wir jî berê wî didin Kenyayê ku li wir di 15’ê Sibata 1999’an de bi rêbazekî hovane hate revandin.
Komploya navnetewî hîn berdewam e
Sedema komploya navneteweyî jî ew e ku Rêbertî bûye gerdûnî û weke şoreşeke nû ya civakî di çarçoveya PKK’ê de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê belav bûye. Rêbertî kombûneke mezin a enerjiyê ye ku di demeke kin de dibe sedema şoreşa civakî. Ev şoreş di asta hişmendiya azadî û çanda demokratîk de bi lez û bez li cîhanê belav bû. Şoreşa sosyalîst a Demokratîk û Ekolojîk ku navenda wê azadiya jinê ye, tê wateya bidawîbûna pergala kapîtalîst. Ji bo tunekirina çavkaniya enerjiyê ya ku bû sedema vê pêvajoya şoreşgerî, bi komployek dij şoreşê û têkoşîna gelê Kurd hate plankirin. Armanca sereke ya komployê belavkirina enerjiya ku di şexsê Rêbertî de derdikeve pêş û dibe sedema zayîna gerdûnî bû. Hêzên komploger bi israr bi rêya komplo û sîstema Îmraliyê dixwestin hişmendiya xwe li ser Rêbertî ferz bikin. Xwestin Rêbertî ji gerdûnîbûnê qut bikin û di şexsê wî de têkoşîna azadiyê ya gel û mirovahiyê tasfiye bikin. Li aliyê din Rêbertî li hemberî êrîşên komployê yên tecrîd û îzolasyonê zêdetir xwe bi heqîqeta civakî û gerdûnî ve girêda. Li pişt berxwedana bêhempa ya bîrdozî û felsefî ya ku Rêbertî 26 sal in li hemberî pergala îşkenceya Îmraliyê di warê fikrî û hişmendî ve de daye meşandin, armancên civakî û erkên mezin ên exlaqî hene. Rêbertî her cure êrîşên derûnî û fizîkî yên êşkencekaran bi zêdetir xwe girtina rastiyê pûç kir. Di hemû parêznameyên xwe de hem gerdûnîbûna mirovahiyê û hem jî mafên Kurdan parast. Bi berpirsyariyeke berfireh ku azadiya xwe bi azadiya gelê xwe û mirovahiyê ve girêdide û ji bona ku ev yek pêkwere hertim di nava kar û xebatê de bû. Rastiya Rêbertiyê ya ku komplo û pergala Îmraliyê hewl da bifetisîne, veguheriye heqîqeteke gerdûnî. Herwiha li gorî prensîba exlaqî tevdigeriya û li gorî exlaqê civakî yê ku pê re dijiya û tevdigeriya û jiyan dikir. Ji bona Rêbertiyê dest ji civakê berdan dihat wateya dev ji mirovahiyê berdan bû. Mirov ancax bi civaka xwe dikare hebe. Ferdperestiya ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê ferzkirin tê wateya ji mirovahiyê dûr ketin bû. Hêzên komploger bi dewleta Tirk a dagirker re kolonyalîst û hiqûqa ferdî ya Ewropayê, bi israr xwestin Rêbertî biçûk bikin û bi ceribînin. Li hemberî siyaseta qirkirina û işkenceyê ya ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd tê meşandin, di serî de Rêbertî bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bêhemba hemû planên hêzên komploger vale derxsitin. Herwiha û di serî de gelê Kurd û hemû kesên azadî xwaz bi fikir û remanê Rêber Apo bawerin û wê heyî azadiya wî ya fîzîkî pêkwere her di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.