Argêş Viyan/Qamişlo
27’ê Mijdara 2024’an li bajarên tevahî Sûriyê êrişên dagirkeriyê hatin destpêkirin. Yek ji wan bajêran jî Heleb bû. Di sala 2012’an de berxwedaniyek bêhempa dijî çeteyên dagirker hate meşandin û gelek berdêlên giran û biha li Helebê hatin dayin. Armanc ji wan êrîşan destpêkê yên dewleta Tirk ya dagirker gelê Kurd û pergala wan a Rêveberiya Xweser bû. Di destpêkê de jî ambargoyekî mezin li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin pêkanîn. Bi zext û tûndiyê hewildidin hişmendiya tûndrew li tevahî Sûriyê serwer bikin.
Heleb bajarê pîşesaziyê bû, lê ji ber êrişan rêjeya koçberbûnê bûye; %50
Piştî hilweşandina rejîma Baas ya netewperest û desthilatdariya wê ya ku 50 salan zêdetir li ser axa Sûriyê berdewam kir, bi yek carê da bi hemû hêzên xwe yên leşkerî û saziyên xwe ve xwe radestî komên çete yên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker û HTŞ’ê kir. HTŞ’ê bajarên ku radest kiribû yek ji van bajarên kevnar û navdar bajarê Helebê bû. Bi plansazîyekî hevkar yên hêzên hegemon û mêtinger ev bajar bê ku hêzên parastinê yên girêdayi rejîma Baas li ber xwe bidin, xwe radest kirin. Gelo ev plansaziya kevnar e, yan di carekê de pêkhat? Em vê yekê baş ne agahdarin, lê tiştê pêşiya me dide xuyakirin ku demografiya Sûriyê li gorî desthiladariyê tên gûhertin. HTŞ’ê bajarên ku serwerî daye avakirin, bi hemû aliyan ve dide gûhertin. HTŞ’ê dibêje “Alozî û gengeşeyên li tevahî Sûriyê ava bûne û dema desthiladariya rejîma Baas emê ji holê rabikin. Lê ev kiryarên niha li tevahî Sûriyê têne kirin, ji qirkirin û kuştinên ku li hemberî pêkhateyên herêmê diqewimin, piranî jî bi destê çekdarên HTŞ’ê tên kirin. Di aliyekî din jî, rêjeya koçberbûnê ji ber êrîşên dagirkeriyê li Helebê gihiştiye rêjeyekî bilind. Sedema 2’emîn ya zêdebûna koçberiyê jî ewe ku zagonên hişk û yên şerîatî li ser gelê herêmê tên meşandin e. Herî zêde van kiryarên xwe li ser jinên herêmê didin meşandin. Zagonên ku ji derveyî mafên mirovan didin ferz kirin. Gelek welatî bê ku tohmet bidin nîşandan tên girtin û di bin zextekî giran de, derbas dibin. Kiryarên ku li bajarê Helebê tên meşandin ji kiryarên li bajarên din têne meşandin ne cûda ye. Xwendekarên zanîngehan û dibistanên seretayi nikarin zimanê xwe yên dayikê û bi taybet jî zimanê Kurdî bi hev re baxivin. Kurdî di fermîyetê de qedexe ye û astengiyên mezin jî tên derxistin.
Dixwazin navê jinê bidin jibîrkirin
Beriya hilweşandina Rejîma Baas jî li taxên Helebê bi taybet yên Kurd tê de jiyan dikin, Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, bi pêşengtiya jinê modela xwe ya Rêveberiya Xweser xistibûn merîyetê. Lê piştî hatina HTŞ’ê li Helebê hewildide rola jinê paşguh bik e. Zanîngehên Helebê bi perwerde, bi şêwaz û rêbazên olî tên meşandin. Di dibistana de, beşên olî hatine zêde kirin. Zagonekî ku di dema dibistanê de xwendekarên refa 12’an perwerdeya olî derbasnekir derçûna wî/ê ji aliyê rêveberiya dibistanan ve nayê pejirandin, lê ger ku serkeftî be xwendekar ev wana olî nayê hesibandin. Zenobya weke jineke berxwedêr dihate naskirin, lê ji ber zayenda wê, ji pirtûkên dibistanan hate rakirin. Di encamê de tê xuyakirin ku kiryarên li hemberî jinê piştî hilweşandina rejîma Baas hîn zêdetir bûn e. Ji ber ku jinê mohra xwe li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistibû û dixwazin bi wan kiryarên xwe vê yekê ji holê rakin. Dîmen û teqezkirina wan kiryaran ji aliyê welatiyan ve tê kirin. Bi jinên herêmê re cilên reş yên olî bi navê “Eba” tê ferzkirin. HTŞ’ê û komên çete yên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker hewildidin ku li Helebê hişmendiya rêxistinên di heman bîrdoziyê de Talîban û El Qaîde û DAIŞ’ê serwer bikin. Tê payin ku di erebeyan de, cihê zilam û jinê ji hev were cûdakirin. Ewlekariya li ber derê her dû zanîngehên Helebê zêde kirine û nabe ku zilam derbasî zanîngehên ku jin têde dixwînin bibin û bisekinin.
Rewşa taxên Kurdan piştî hilweşandina rejîma Baas
Piştî ku Hayat Tehrîr El-Şam (HTŞ) piranîya bajarên Helebê û gelek deverên li derdora wê kontrol kirin, hate zanîn ku hêzên Kurdî serwerîya xwe li çend deveran li bajarê Helebê û li gundewarên wê firehtir kir. Li Helebê jî, QSD‘ê derbasî çend taxên li derdora taxên Kurd dijîn, Şêxmeqsûd û Eşrefîyê bûne, herwiha yên weke; Siryana Nû, Bustan Başa û Heyderiyê ku derbasbûna van taxan ji bo parastina ewlekarîya taxên Kurdan çêbûye. Ev tê payin ku di demekê de ne ku hin çavdêr hişyarîyê ji gefa rêxistina HTŞ’ê (Cebhet El-Nusre) ku baskê El-Qaîdê li Sûrîyê ye, didin, ku pêşketina wê metirsîyê li ser taxên Kurdan li bajarê Helebê, herwiha li ser koçberên Şehba û Efrînî lê dimînin, çêdike. Kurdan li Helebê jiyaneke hevpar û komînar û aram 2012‘an bi berxwedana Helebê bi taybet taxên ku Kurd têde jiyan dikin ava kiribûn. Bi avakirina pergala komîn, meclîs û saziyên jinan gelê li wir yên ku piranî koçberên Efrînê jiyan û debara xwe lê didin meşandin. Ev pergal bibû mînaka Heleb û tevahî Sûriyê jî. Lê piştî dagirkirina Helebê ji aliyê HTŞ’ê û komên çete yên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker, koçberî li wir jî rêjeyekî bilind jiyan dikin. Li rêyên bajêr yên ku derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dibin, di ketina taxê de ji aliyê HTŞ’ê ve nîvîsên weke qaşo “QSD’ê li wir e derbasî li wir nebin” tên nîvîsandin. Ev nivîs ne tenê ji bona QSD’ê ye di heman demê de ji bona kurdên li wir jiyan dikin û armanca wê jî ewe ku kiryarên xirab yên çeteyan neyên eşkere kirin. Gelê li wê derê jiyan dikin di demê rejîma Baas û roja îro de jî, pêdivîyên xwe yên jiyanî ji ber zextan nikarî pêkbînin. Kiryarên herêmên dagirkirî yên weke Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li Helebê jî pêktînin. Bi revandin û girtina bacê ji welatiyan hewildidin tirsê bidin avakirin û gelên li wir bi koçberiyê re rû bi rû bihêlin.