Yekta Şoreş
Jiyan li gel a tê xuyakirin ev qasî jî efsûniyan di nav xwe de hildigire bi ked, xwêdan, hewldan û ya herî girîng bi berdêldayîna herî mezin a ji bo başî û xweşikiyan bi hemû zelaliya xwe erk û wezîfeyan li ser milê mirov jî bar dike.
Mirov dema ji dayik dibe û şûnde wexta digihêje temenekî ku dikeve ferqa hin tiştan pirs, lêpirsîn, lêgerîn û hwd. diyarde ji bo keşfkirin û bên zanîn di hizran de xwe bi cih dikin. Ev xusûs bi tevayî dema mijar dibe Kurd, Kurdistan, dagirkerî, welatekî çar parçe, zilm, çavneberî, xiyanet, ligel wan hemûyan berxwedan û têkoşîna bêhempa xwe hîn zêdetir ji bo gelekî bi navê Kurd û Kurdistaniyan dide nîşandan.
Di dîrokeke wer mûcîzewî de jiyan ku nabe qismet ji her kesî re, di nav têkoşîneke li hemberî herî cure xerabiyan têkoşîn jî nabe nesîb ji her gel û mirovan re.
Sorxwîn Rojhilat a di dem û pêvajoyeke wiha dîrokî de çavên xwe li jiyanê vedike hema bîr dibe bîr nabe xwe di nav tevger û mirovên sond xwarine têk bibin zilmê de dibîne.
Yek ji fermandara xweşik, leheng û şêrîn. Yanî yek ji wan şervanên herî bijarte û tevahî hebûna xwe ji bo mirovatiya pêşverû feda kirine.
Fermandar Sorxwîn Rojhilat (Fatma Sakan), sala 1985’an li gundê Girikê yê bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nav malbeteke welatparêz de tê dinyayê.
Sorxwîn ji malbateke welatparêz a ji eşîra Celaliyan e. Eşîra Celaliyan a bi serhildanên xwe yên li hember dagirkeran tê naskirin, bi salan ji bo dagirkeran bûye tirs û xof. Sorxwîn di heman demê de ji warê serhildêrên weke Şêrîn Elemhulî û Zeyneb Celaliyan e yên ku li hember zîhniyeta baviksalariyê li ber xwe dane.
Sorxwîn hê di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û 2006’an berê xwe da çiyayên azad. Çiyayên Rojhilat, Qendîl, Botan, deşta Rojavayê Kurdistanê û kolanên Kobanê şahidê têkoşîna wê ne.
Sala 2014’an dema êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê gihişt asta herî bilind, bi sedan jin û xortên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Kobanê û destanên lehengiyê nivîsandin.
Fermandar Sorxwîn ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dide Kobaniya warê berxwedanê. Di têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de bi egîdî û cesareta xwe tirseke mezin dixe dilê çeteyan û dibe yek ji pêşengên berxwedana Kobanê.
Xelkê Kobanê yê lehengiya Sorxwîn dibihîze ji dil û can pêve tên girêdan. Sorxwîn di berxwedana xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar dibe, lê tevî birînên xwe û jidestdayîna roniya çavekî xwe jî, berxwedana xwe ya dîrokî li Kobanê didomîne.
Sorxwîn nirxandina Rêber Apo ya “Gazî şehîdên me yên sax û zindî ne” ji xwe re dike rehber û di nav refên berxwedanê de xebata xwe berdewam dike. Li ser vî esasî jî bi xebata azadiya jinê jî radibe û di pêşxistina YPJ’ê de roleke mezin dilîze.
Sorxwîn herî dawî weke rêveber û hevrêyekê tevlî nav kar û xebatên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe. Sorxwîn di vê xebata xwe de jî ji bo tevahî hevreyên xwe yên gazî çavkaniya moral û coşê bû. Sorxwîn xwe tenê bi vê xebatê jî sînordar nake. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel û jinan jî ya ji dest tê dike.
11’ê Sibata 2024’an dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov êrişî avahiya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişlo kir. Di vê êrîşê de fermandar Sorxwîn û hevrêya wê ya xebatê Azadî Dêrik şehîd dibin.
Cenazeyê şehîd Sorxwîn li ser wesiyeta wê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat veşartin.