Selena Dêrik
Terîf, vegotin an jî bi gotineke din behskirina jiyan, bîranîn û demboriyeke ku bi hemû şaneyên xwe ve bi wate… Dibêjin dema awir di kêliyên jiyanê de ber bi asoyên bêdeng ve diponijin divê mirov zanibe ku li hin deverên pir dûr kitekit in ji rabirdûyê mane ku qet bela xwe ji mirov venakin.
Li pey te ne timûtim… Di her kêfxweşî, şadî; keser û xemgîniyan de. Kî zane dibe ku eger ew kitekitên di rabirdûyê de nînbana rewşa ku tu niha têdeyî jî wê ne bi vî awayî ba. Yanî eger mijara ku wan awiran wer di kûrahiyeke bêdeng de asê dike, ew tiştên rabirdûyê ne yên sedema dahatûya te…
Bêguman mafê mirov ê hilbijartina dayik, bav, nîjad û hwd. pir qaîdeyên ku hîn ji jidayikbûnê de hatine qebûlkirin nînin ku ew bi xwe hilbijêre. Şekilgirtin hîn ji zarokatiyê dest pê dike, pêre pêre bi awayekî muezzem li ser dahatûyê bandor dike. Rev zehmet e ji rabirdûyê, zehmet e reva ji xwe…
Ev her çi qasî ji bo tevayî mirovan wiha be jî bi taybet ji bo mirovên Kurd du qat zêdetir zehmet e. Hîn di temenekî biçûk de bi çûna dibistanên hêzên dagirker re ku ev nakokî dest pê dikin, an rê li ber reveke ji xwe ya pir mezin vedike yan jî dibe sedema dilsozî û girêdaneke qewîn bi gel û nîjadê xwe re.
Di roja me ya îro de bi berxwedan û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan, bi analîz û ramanên Rêber Apo re nifşê nû ku ev merhele derbas kirin û êdî zarokek Kurd hema çawa dest bi axaftinê dike nake, pê dihise ku Kurd e û destketiyên hatine bidestxistin nas dike. Li ser rêyeke rast bi zanebûna bê kî ye, çi ye, ziman û gelê wî çi ye re gavên xwe ber bi dahatûyê ve diavêje…
Azadî (Emîne Seyîd Ehmed) ya sala 1982’yan li gundê Xana Serî ya Dêrika Hemko ji dayik bû, bi xurûra ku ji herêm û cihekî welatparêz e her tim mexrûr bû… Xwedî ked, armanc û jiyaneke bi wate bû. Êş û kesera gelê xwe bi her awayî jidil dijiya…
Azadî keça mezin a malê ye. Dibistana seretayî li gundê Xana Serî dixwîne, lê ji ber rewşa malbatê ya aborî ne baş e, dest ji xwendinê berdide û di karên cur bi cur de dixebite.
Xaltîka Azadî, Xalîde û xalê wê Merwan hê di salên 1990’an tevlî Tevgera Azadiyê bûne û bi şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê re Azadî bi coş û heyecaneke mezin tevlî nav refên şervanên azadiyê dibe.
Azadî, di nav Yekîtiya Jinên Ciwan de di hemû çalakiyên Dêrikê û gundên wê de ji bo rêxistinkirina gel dikeve nav kar û xebateke bêhempa.
Sala 2014’an jî Azadî berê xwe dide nav hêzên eskerî û di nav refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê de cihê xwe digire. Azadî li ser esasê prensîbên Şerê Gel ê Şoreşgerî şerê azadiyê weke fermandareke pêşeng dimeşîne. Bi dilnizmî û fedakariya xwe jî ji bo milîtaniya jin dibe mînakeke bêhempa.
Azadî ya di gelek hemleyan de cihê xwe digire, piştî birîndariya xwe tevlî kar û xebatên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe.
Azadî, bi dengê xwe yê xweş timî stran digotin û ew stranek bû ya bi her awayî di gewriyê de rê li ber girêkeke ji rondikên ji rabirdûya xeyalên nîvçemayî û veqetîneke bêdeng de xwe pêçayî. Mîna bawerzîneke ji awirên zarokekî masûm, jidil û pak vegotineke der barê şervaneke û şervanekî azadiyê de.
Di nav Tevgera Azadiya Kurdistan de gelek egîd û lehengan bi tevayî, jiyan, kesayet, danûstendin û têkoşîna ku pêş xistin ji bo dahatûya azad a gelan û mirovan, bûn mînak û di dîroka bi rûmet de bi gotin û peyvên felsefeya ji kaniya Apoyî hatin nivîsandin.
Azadî bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertiyê û xaka xwe di dilê her kesî de cih girt.
Azadî Dêrik 11’ê Sibata 2024’an di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de ligel hevrêya xwe Sorxwîn şehîd bûn û tevlî karwanê nemiran bûn.
Sorxwîn û Azadî bi bîrdozî û felsefeya ji Rêber Apo wergirtin, li hemberî tevayî şert û mercên xwezayî li ber xwe dan. Li hemberî dijminê ku bi her awayî biryara wî tinekirina gelan e bêtereddut têkoşîn pêş xistin.