Dîlan Mulhim\Qamişlo
Di derbarê hedefgirtina endama Kordînasyona Kongra Star Hîva Erebo, Kongra Star li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hedefgirtina jinên kurd yên pêşeng hat şermezarkirin û soza rakirina tola Şehîdan hat dayîn.
Îro di seat 11’an de Kongira Star di derbarê hedefgirtina endama Kordînasyona Kongira Star Hîva Erebo (Salîha Erebo) ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin û şehîd bibû, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna endamên tevger û rêxistinên jinan, li pêşiya Navenda Mihmed Şêxo ya Çand û Hunerê a bajarê Qamişlo hat xwendin.
Armanca dewleta Tirk hedefgirtina jinên şoreşger e
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Careke din dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi sûcê şer rabû û jinên şoreşger kir hedef. Herwiha careke din dijminatiya xwe li himber jinan û hovîtiya xwe li pêşiya çavê cîhanê berdewam dike. Di 27’ê çileya 2025`an de dema ku endama Koordînasiyona me Hîva Erebo çûbû Başûrê Kurdistanê bi armanca ku bi rêxistinên jinan re hevdîtin bike, ji aliyê dewleta Tırk ve hate hedefgirtin û di encamê de şehîd ket. Em bi navê tevahiya jinên azadîxwaz vê êrişa faşîst a dewleta Tirk şermezar dikin û em ji jinên welatparêz û gelê Kurd re sersaxî dixwazin û di şexsê rêheval Hîva Erebo(Salîha Erebo) de em bejna xwe li hember tevahî Şehîdên azadiyê ditewînin. Dewleta Tirk tawaneke nû li tawanê xwe yê li dijî mirovatî zêde kir. Qetilkirina jinên şoreşger, jinên azadîxwaz bûye nasnama vê dewleta faşîst. Bi vî rengî dixwazin ku îrada jinan bişkînin û teslîm wergirin. Lê divê jibîr neke ku her şehîdek biryardariya me û israra me a azadiyê û serfiraziyê xurt dike û ruhê tolhilandê li dijî vê pergala faşît û zalim bilind dike.”
‘Şehîd Hîva Erebo dildara gelê xwe û doza xwe bû’
Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Rêheval Hîva Erebo ya ku bi navê Salîha Erebo di hat nasînin .Ew di sala 1981 li bajarê Dirbêsiyê ê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, di malbateke welatparêz û bi çanda xwe û zimanê û nasnama xwe ve girêdayî mezin bû. Malbata wê hîn ji temenkî biçûk ve li ser nirxên şoreşa gelan û felsefa jina azad perwerde kir.Lewma di temenê 16 Salî de beşdarî xebatê siyasî dibe û di nava xebatê rêxistin kirina gel de cih digre. Weke ciwaneke Kurd ji bo azadiya gelê xwe û azadiya jinan di sala 2000 de derbasî çiyayê Kurdistanê dibe. Ji bo ku bibe milîteneke azadiyê a pêşeng heta dawiyê bi cidiyet bi displîn xwe perwerde kir û ji bo rêhevalê xwe bû mînaka dilnizmî,fedekarî,jina azad, û rêhevaltiyê. Bi rastî ew dildara gelê xwe û doza xwe bû. Hezkirina welat û girêdana wê bi nirxên şoreşa jin re hişt ku heval Salîha beşdarî tevgera azadiyê bibe, û sînorê ku dijmin daniye nasnekir, ew bû şervana azadiyê ji bo herçar perçê Kurdistanê. Li Rojhilat , li Başûr li Rojava ji bo ku gelê Kurd û jinan rêxistin bike xebateke bêhempa da meşandin. Ew ê bi yekîtiya gelê Kurd bawerdikir û ji bo sînorên ku di mejî û dilê me de hatiye çandin hilweşîne ji bo yekîtiya Gelê Kurd bi aşqekî mezin tekoşîn kir. Rêheval Salîhe di kesayeta xwe de şoreşa jin, jiyan , azadî pêkanîbû û ji bo ku vê şoreşê bike çand û bike jiyan, kedeke mezin da. Ne tenê ji bo jinên Kurd herwieha di nava jinên Ereb de jî xwedan rêxistin kar û xebat meşand. Piştî rizgarkirina herêmên mîna Raqa, Minbic, Tebqa û Dêr Elzorê ji DAİŞ’ê . Ji bo rêxistina jinan avabike û zanesta azadiyê di nava jinan de belavbike û jinê bike xwedan vîn û beşdarî hemû qadên jiyanê bike li van deveran xebitî û bû mînaka jina şoreşger ku hemû jin jê hêzbigrin û pêşenga xwe bibînin.”
‘Em ê tola Şehîd Salîhe rakin’
Daxuanî wiha bi dawî bû: “Heval Salîhe yek ji damezrînerê Rêvebiriya Xweser bû, ji bo ku hemû nasname beşdar bibin, ji bo jin bi awayekî wekhev di nava pergala rêvebiriya xweser de cih bigrin û demoqrasiya rasteqîn pêk were xwedan kedeke mezinbû, di vê derbarê de di desteya jin a kantona Cezîrê de cih girt û piştre jî erkê hevseroka kantona Cezîrê girt ser milê xwe û heta dawî vê erka xwe pêkanî, ji bo avakirina şoreşa netewa demoqratîk bi hemû pêkhateyan re bi awayek, wekhev, adil û demoqratîk tevdigeriya. Bi bawriya ku şoreşa jin bingeha şorşa civakiye herî dawî bi daxwaza xwe derbasî xebata Kongira Star bû û di kongreya dawî de weke endama kordînasiyon ê hate hilbijartin. Di vê demê de jî ji bo rêxistina jinan, perwerdekirin û wan kirina lêgerên azadiyê bû rêhevala her jinekê. Mirov kare bêje ku heval Salîha di meşa xwe de ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya jinan şoreşgereke sînor ne nasbû. Ji bo wê ciyê xwe didilê gelê Kurd li her çar perçê Kurdistan û di dilê hemû jinan de çêkir. Divê dewleta Tirk a Kujer û faşîst bizane ku her ku ew jinên weha hedef digre , hêrsa me, ruhê tolhildanê, girêdana bi xeta azadiyê mezin û bi hêztir dibe. Ev ala ku rêheval Saliha bilindkiriye îro bi sedhezaran jin dibin siya wê de dimeşin. Bedel çiqas mezin be û bi êş be jî, ti hêz nikare me vegrîne jiyana kole û sertewandî û em soz didin rêheval Salîha û tevahî şêhîdan ku emê tola wan rakin û emê tekez şoreşa netewa demoqratîk û şoreşa jinan biserbixin.”