Argêş Viyan/Qamişlo
Dîrektora Lêkolînan ya Enstîtûya Aşitiyê ya Kurdî Meghan Bodette da diyarkirin ku pêwîste gelê Kurd ne tenê di heremê, di cîhanê giştî de were naskirin û wiha got: “Têkoşîna gelê kurd ji bona hemû gelan bûye mînaka berxwedanê”
Meghan Bodette jinekî Emerîkî ye û zanîngeha GeorgeTown Universty a eyaleta Wasihingtonê beşa peywendiyên navnetewî derçû ye. Ji ber beşa wê ya zanîngehê re têkildare lekolîn li ser gelên ku mafên van bi destê hêzên hegemon û desthiladar hatine girtin kiriye. Ji ber wê sedemê têkoşîn û dîroka gelê Kurd nasbike di sala 2021’an de derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe. Li ser berxwedana gelê kurd gelek analîz û nivîs nîvîsandine, ji bona civaka Emerîkî û Ewropa jî gelê Kurd ji nêz ve nasbik e.
Derbarê danasîna şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civaka Kurd di asta navnetewî de, Dîrektora Lêkolîn a Enstitûya Aşitiyê ya Kurdî Meghan Bodette ji rojnameya me re axivî.
‘ Hatina min ya Rojavayê Kurdistanê bi armanca dîtîn û lêkolînkirina têkoşina gelê Kurd e’
Meghan Bodette anî ser ziman ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê modêla pêşengiya jinê û rêveberiyê ya li tu deverên cîhanê ne hatiye dîtîn e û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 2021’an de ez derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûm. Ez nû li Emerîka zanîngehê ji beşa analîz û lêkolînê derçû bûm. Min hezdikir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi çavê xwe bibînim û di heman demê de jî, bikarim di kar û xebata xwe de pêş bikevim. Ji bona bikarim di aliyê pîşeyî de ezmûnek baş bidest bixim hatim li Rojavayê Kurdistan ê. Ji ber ku civakekî ku rastiya şer û pergalê ji hevdû derbixe, tenê bi dîtin û guhdarkirina şahîdê bûyerê hin tişt ji hevdû bikare derbêxe. Li ser vê mijarê saziya ku ez xebatkarê wê me, min jêre pêşniyar kir ji bona ku em şoreşa Rojava û deskeftiyên kurdan û pêkhateyên herêmê bibînin û lêkolîn bikin. Ev hatina me ya Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin li ser karê me da avakirin. Gel û pêkhateyên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin, pergaleke hevpar ya her baweriyê digire nav xwe de û di heman demê de jî bi pêşengiya jinê bi jinê re jiyanekî nû dide avakirin. Ji ber ku li ti aliyên cîhanê jinê jiyana xwe ne hilbijartiye û dîroka jînê jî di destê zilam de hatiye nivîsandin. Ev modêla heyî di cîhanê de kêm weke wê tê dayîn û em dikarin bêjin weke wê modêlê jî qet nîn e. Pirsgirêkên civakê û taybet yê jinê pirbûn û modêlek wisa avakirin jî bala herkesê dikişand. Qeyranên aborî, pirsgirêkên ekolojî herderê cîhanê tê rast dîtin. Ji ber ku ev pergala têkçuyi ya netewperest û otorîter ya Sûriyê ya kevin û niha gelek welatên din jî wisa tên rêvebirin ji van qeyran û alozîyan re nabin û nikarin çareseriyê pêkbînin. Ji ber ku ev pirsgirêk gerdûnî ne, rêveberiyên navendî û hişmendiya dewlet netew nikare pirsgirêkên civakê biqedîne. Ev modêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nenavendîy e, û modêla hemû pêkhateyên Sûriyê û keda gel ya hevpare. Piştî têkçûyina rejîma Baas’ê jî, ev zêdetir dikeve rojevê ku ji bona tevahî Sûriyê bibe modêla rêvebirinê. Ji wan ezmûnên hatine girtin ev pergal dikare di Rojhilata Navîn giştî de bibe hêza sereke ya çareseriyê. Ji ber vê yekê hêviya min û welatê min ewe û ez jî ji wan ezmûnan sûd werbigrim û lêkolînekê girêdayî berxwedan û têkoşîna gelê kurd bikim hatim li Rojavayê Kurdistan ê. Min ev encam ji hatina xwe ya Rojavayê Kurdistanê derxist ku heger bîr û bawerî hebe, dawîya her zor û zehmetiyê serkeftine.”
‘Gelê Kurd gelekê berxwedêr e’
Meghan Bodette diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê herderê li cîhanê bûye destan û wiha axaftina xwe domand: “Min dema zanîngeh dixwend, ji ber beşa min ya zanîngehê bi wê ve eleqedar bû, min dîroka gelên cîhanê yên berxwedêr dişopand. Ev tûndî û zextên li ser gelê Kurd tê meşandin û di heman demê de jî, têkoşîn û qehremaniya gelê Kurd pir bala min kişand. Li Emerîka eyaleta Washington min hin kesayetên Kurd naskirin. Piştre min meyzekir çi derfet hene û ez bikarim bikar bînim? Piştre min dîroka serhildanên Kurdan lêkolîn kir û min berxwedaniya wan naskir. Di sala 2016’an dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê dimeşiyan, min ev mijar baş fêm kir ku gelê Kurd ne tenê ji bona civaka kurd aşitî û çareseriyê dixwaze, di heman demê de jî, xwasteka van ya aşitiyê gerdûnî û cîhanî ye. Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, dewletên navnevî û hegemon mêzekerina van ya ji gelê Kurd û pirsgirika gelê Kurd ne neyinî bû. DYA berê dewleta Tirk ya dagirker çiqasî êrişî kurdan dikir xwe bêdeng dihişt û di heman demê de êrîşên li ser gelê kurd rewa didît. Min dema zanîngeh qedand min heznedikir ku ez ji bo taybet navend û kesayetan kar bikim. Min hez dikir ez têkoşîna gelan bidim parvekirin û hemû cîhan gelên berxwedêr nasbikin. Di sala 2017’an de Erdogan derbasî Emerîka bû. Ji bona peywendiyên navnetewî û peywendîyên di navbera DYA û Tirkan da qaşo hatibû komxebatekê bide xwandekarên zanîngeha Emerîka. Ji ber ku ciwanên Kurd yên ku li Washinghtonê jiyan dikirin, xwepêşandan dijî Erdogan pêkanîn zext û işkence di aliyê zêrevanên Erdogan ve, li hemberî van ciwanan hatin kirin. Min wê demê naskir ku di Tirkiyê de, mafê ti pêkhateyan re nîne û di heman demê de kurd li herderê rastî tûndiyê û qirkirinê tên. Ger ku di axa welatekê din tu li hemberî civakê tûndiyê pêktîne wê demê di axa bin serweriya te de birehetî qirkirinê dikare bimeşîn e. Ji ber van bûyer û sedeman min ji bona lêkolînkirina mafê Kurdan û têkoşîna hemberî gelê Kurd xebat dan destpê kirin. Ev yek hat xuyakirin ku dîroka gelê Kurd û Kurdistanê tev serhildêrî û berxwedaniyê ye.”
‘Xebatên me yên ji bona danasîna civaka gelê Kurd, li Emerîka jî bidom e’
Meghan Bodette da bibîrxistin ku xebatên danasîna Kurdan dê bidomînin û got: “Hîn aktîvestên Emerîkî hene birastî jî, derheqê demografiya Emerîkî jî zêde ne agahdarin. Lê wê baş agahdarbin ku Kurd doza heqiyê dimeşînin û kurd pêwîste mafên xwe yên bingehîn bidest bixin. Baş dizanin ku Başûr û Rojavayê welat gelê Kurd û DAIŞ’ê têkbirin. Kurd hevkarê hevpeymana navdewletî yên dijî DAIŞ’ê bûn. Ne ji kurdanba çeteyên DAIŞ’ê yên hov têk ne diçûn. Kurd yêkîtiya herêmê giştî diparêzin û bîrdozîya wan yên herêmê cûdatir e. Cîhan giştî agahdare ku ev rejîmên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dagirkirine rejîmên otorîterin. Gelek caran civaka emerîkî wê pirsê dikin û dibêjin “Em çima piştgriya xwe ya ji bona gelê kurd zêdetir nakin?” Ne razîbûna xwe ya ji bona di nav peywendiyên di navbera hikûmeta DYA û AKP-MHP’ê tînîn li ser ziman. Niqaşên me herdem ji bona piştgrî zêde kirina gelên Rojhilata Navîn û yên cîhanê yên azadî xwazin. Pêşniyara min ji bona saziyên navnetewî û ragihandinê zêdetir bikin û werin şoreş û berxwedana gelên berxwedêr li ser erdê bibînin. Ji ber ku dema tên naskirin baş tê fêmkirin. Em jî dê zêdetir xebatên xwe yên danasîna gelê Kurd zêdetir bikin.”
‘Ji bona çareseriyeke mayinde, divê civaka navdewletî guh bidin pirsgirêkên gel’
Meghan herî dawîyê anî ser ziman ku ji bona pirsgirêkên herêmê çareser bibin, divê piştgirîya navnetewî zêde bibe û axaftina xwe wisa qedand: “Pêwiste civaka navnetewî piştgiriya xwe bide Rojavayê Kurdistanê. Ji ber pêkhateyên herêmê mafê wan divê were parastin û bên piştgirî kirin. Bê ku bê navendî kirin, pêwîste xweseriya wê herêmê di asta navnetewî de biparêz e. Ev hatiye teqez kirin ku êrişên dewleta Tirk ya dagirker dagirkeriye û pêwîste êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide sekinandin. Bê ku êriş werin rawestandin ne gengaze ku çareseriya siyasî li seranserî Sûriyê pêkwere. Ev daxwaz daxwaza hemû aliyên Sûrîyê ne ku bi riya çareserî û goftûgoyan ancax êrîş bêne seknandin. Pêwîste li her çar parçeyên Kurdistanê mafên gelên kurd bên parastin û civaka navnetewî pêwîste bêdeng nemînin. Pêwîste di asta navnetewî de zext bê kirin ku êrişên li ser her çar parçeyên Kurdistanê bê sekinandin. Ev jî bi xebat û karên me ve girêdayi ye.”