Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî têkoşîna gel didome    

08/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî têkoşîna gel didome    
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yek ji şoreşên herî girîng yên ku di Rojhilata Navîn de ji bo tevahî mirovahiyê hatiye destpêkirin. Şoreşa 19 Tîrmehê  bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî tevahî pêkhateyan bê ferq û cudahî di nava xwe hembêz kir û parast.

Li ser Şoreşa Rojavayê  Kurdistanê re 12 sal derbas bûn. Di nava van 12 salan de li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek bûyerên ku li Rojhilata Navîn de di sed salan de bikarin pêk werin, bi Şoreşa Rojava re çêbûn. Li gel şahî, xweşî, êrîş û tevahî êşên mezin jî gelê rojavayê Kurdistanê bi berxwedaniya xwe ya 12 salî rêya heqîqetê nîşanî dijmin  da. Çewa ku şoreşa rojava di nava van 12 salan de dijminê kurdan û dijminê demokrasiyê bi awayekî zelal raxist berçavan di heman demê de wê ji vir û şûnde jî rastiya hêzên navneteweyî û dijminê kurdan bi hemû berxwedaniya xwe zelal bike û derxe holê.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yek ji şoreşên herî girîng yên ku di Rojhilata Navîn de ji bo tevahî mirovahiyê hatiye destpêkirine. Di heman demê de yek ji cêwaziyên vê şoreşê ew e ku tevahî pêkhate bi awayekî bêferq û cudahî di  nav xwede dihewîne.  Ji ber vê yekê heya niha çiqas êrîşên hatine kirin ji gêlên Rojava bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hemû êrîşan tekoşîn dikin û êrîşan bê bandor dike.

Dewleta Tirk û hemû cîhan jî dizane ku bê azadiya jin civak azad nabe. Ji bona wî jî tevlîbûna jinan di Şerê Gelê Şoreşgerî de girînge, di vê çarçoveyê de Berdevka Qada Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Hecî ji rojnameya me re axivî.  

‘Şerê gelê şoreşgerî gaveke dîrokî ye’

Leyla di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Em wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku Şerê Gelê Şoreşgerî baş nasbikin û pênase bikin pêwîste xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin bikin. Şerê Gelê Şoreşgerî bi xwe jî rêxistinkirine.  Wekî ku Rêber Apo jî diyar kiriye ku gavekî dîrokiye ku em li hemberî dagirkeriyê bi hemû netewên xwe, xwe birêxistin bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema em mêyze dikin yên ku herê zêde di şer de rola xwe dileyîze jin bi xwe ye. Di nav şoreşê de  jin di hemû qadan de komîn û taxan rêxistin kir û bû xwedî helwest û di her qadê de doza parastina mafê xwe kir.”

‘Civaka rêxistinkirî civaka azade’

Leyla got ku civaka rêxistinkirî civaka azade li ser vî bingehê herê zede rola jin û ciwanan girînge û wiha dewam kir: “Ji bo ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî bên têkbirin pêwîste di her qadê de jin bibe xwedî rol. Şervanên YPJ îro bi hêz û îradeyek xort di çeperan de li hemberê zîhniyeta dagirker û DAÎŞ’a ku hemû cihan ji navê wî ditirsiya û nedikarî li hemberê wî bisekine îro YPJ bi îradeyek xort şer dike. Ji bo giştî cîhanê bû nimûneyek ku mînaka wî li cîhanê tuneye.  Şoreşa Rojava bi saya  Sarayan Arînan, Barînan, Avesteya, Zîlanan bû hêviyekî ji bo tevayî jinên cîhanê. Û di Şerê Gelê Şoreşgerî de bû pêngavek.”

‘Pêwîste civak xwe li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî rêxistin bike’

Leyla bibîrxist ku “Dewleta tirk a dagirker hertim jina bi hêz ji bo xwe wek tirs dibîne û dike hedef, ku tune bike, û wiha anî ziman”  pêwîste em wek jin li hemberê êrîşan bi yek dengê axa xwe biparêzin, berdelên ku di şoreşê de hatine dayîn xwedî lê derkevin. Ji bo rêxistinkirina şere gelê şoreşgerî em bikaribin bikevin nav civakê tax tax komîn komîn û pêwîst bike mal bi mal bigerin û civaka xwe li ser vî esasê pênaseya şerê gelê şoreşgerî çiye, perwerde bikin û bidin famkirin ku civaka me li her kolanekî de parastina ax û hebûna xwe bike.”

Leyla di dawiyê de bang li hemû jinan kir û got; “Ji bo parastina axa xwe û mîrasên ku şehîdan emanete me kiriye, bi rihê şerê gelê şoreşgerî xort bikin. Wek jin û ciwan  xwe ji bo her qadekî şoreşê amade bikin û li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî xwe birêxistin bikin ku her yek jime bibe parçeyek tekoşînê ku din av şoreşê de cîhê xwe bigre.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.