Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana Kobanê: 2014 – 2024

25/12/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Li Sûrî çi bû? Çi qewimî? Em nizanin. Her tişt bi lez bû. Ji raya giştî re hin tiştên cuda hatin servîskirin û li pişt perdeyan, di salonên lobiyan de hin tiştên cuda hatin plankirin.

Dihat gotin; Îsraîl li Sûrî wê guhertineke mezin çêbike. Wê Sûriyê dabeşke. Kurd jî di vê yekê de wê bibin xwedî statu. Îsraîl  wê gav bi gav berê xwe bide Tirkiyê. Ji bo vê yekê Bahçelî xwe avêtibû bextê Kurdan jî.

Sibehekê em şiyar bûn ku bi navê HTŞ’ê tevgerek berê xwe daye Şamê û di roja 13’an de bûye desthilatdarê Sûriyê. Dema ku ew li Şamê bûn. Tirkiyê berê artêş û çeteyên xwe dabû herêmê Kurdan. Herî dawî hatibûn li dora Kobanê mewziyên xwe xûrt kiribûn û dest bi êrişan kiribûn.

Li Kobanê rihê berxwedana sala 2014’an belav bibû. Bi rojane bi hemû teknîka xwe bi hemû çeteyên xwe nikarin Pirek(Qereqozax) 20 metre derbas kin. Darbe dixwin, cesedên xwe li pey xwe dihêlin û bazdidin. Dîsa rewş dişibe sala 2014’an. Hêzên navnetewî bi tenê temaşe dikin, anjî bi tenê daxuyaniyan didin. Senator, fermandarên berê, serok û serokkomar, general, Amerîka, Fransa, Almanya diaxivin ha diaxivin. Behsa îtifaqa xwe ya bi Kurdan re dikin. Li dijî dewleta Tirk a dagirker peyamên pir tund didin. Lê bi tenê daxwiyanî didin. Di sala 2014’an de dîsa şerê Kobanê heta kêliya dawî temaşe kirin. Dema lehengîya şervanên Kurdan dîtin midaxle kirin.

Bila îro jî wisa li benda fînalê nemînin. Êdî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûne. Berî şehadeta Nazim û Cîhan, Amerîka û Îsraîla ku Tirkiye di hedefa wan de bû, bêdeng man. Her wek Tirkiye û Îsraîl bi hevre li gor yek planî tevdigerin. Ji aliyek de Îsraîlê berê xwe dayî Sûrî, ji aliyekê  jî Tirkiye berê xwe dayê Sûrê. Herdû alî jî ji hev re tiştek nabêjin. Di destpêkê de Îbrahîm Kalin şandin gel Ehmed El Şara û piştî ku ji êrîşên Kobanê encam negirtin Hakan Fîdan şandin Şamê. Herdû kes jî hevalê berê yê HTŞ’ê bûn. Wan ev 12 sal e wan xwedî û perwerde kiribûn. Hevalbendiya wan ya Îdlibê ji xwe tê zanîn. Beşar Esad her tim ji Tirkiyê dixwest ku van hêzên Îdlibê tasviye bike. Lê Tirkiye ew bi israr ji bo vê rojê hiştibûn û parastibûn. Îroj, Tirkiye bedela vê alîkariyê, tunekirina Kurdan jî HTŞ’ê dixwaze.

Hakan Fîdan û Ehmed El Şara dema derketin pêşberî kamereyan, ew pirsgirêkên li Sûriyê ewqas mezin û li benda çareseriyê bûn, dane aliyek, behsa çeka destê Kurdan kirin. Her wek îtiraf bikin, di dest Kurdan de çek hebe êmê nikaribin bi hêsanî bikevin Kobanê.

Kurd jî dibêjin heta dijminatiya Tirkiyê ya li dijî Kurdan hebe wê çek jî di dest me de hebe.

Çeka di dest kurdan de ji yekîtiya Kurdan xurtire. Yekîtiya netewekê di rih de dibe. Yê vî rihî li piya dihêle û diparêze çek e. Di vê serdemê de hin kes ji Ewropa birêketina hatine Kurdistan û behsa yekîtiyê dikin. Bi derengî ketin. Hûn salek berê li ku derê bûn? Ev rêberiya xweser bi salan e ji bo ev yekîtî pêk were têdikoşin. Li aliyekê jî bersiv didin êrişên dewleta Tirkiyê yê bê sekn û bê navber. Di xutba înê û di nav gel de bi qêrî bibêjî ji PYD’ê hîsab bipirsin, hinek bê wijdaniye.

Di hevîrê ruhê herdû berxwedanên Kobanê de keda PYD’ê heye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.