Rohat Bulut
Di roja me ya îro de bi taybetî li Rojhilata Nanvîn rojane guherînên siyasî û demografîk pêk tên. Mixabin hêzên hegemon di çarçoveya berjewendiyên xwe de destûr nadin ku civak di nav aramî û aştiyê de bi awayekî azad bijîn. Lê li pêşberî van polîtîkayên hêzên desthilat û hegemon a pêwîst ewe ku civak xwedî sekn û helwesteke çawa ye. Heke civakeke bi reveberiya xwe (ya ku bijartiye yan jî rêveberiya ku beriya her tiştî berjewendiyên civakê esas digire) re li ser pêşerojeke aram û azad hevgirtî û li hev hatî be dê ji hemû planên hegemonyayê dikaribe xwe azad bike, bi ser bikeve.
Em berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bi hêsanî dibînîn ku bê Rêveberiya Xweser û civak bê çawa xwe ji van êrîşan diparêze. Bi rastî jî heke rêveberiyeke ku berjewendiyên gel û civakê ji xwe re esas negiri dê nikaribe ji têkçû xwe biparêz e. Mînakên wê hem li Rojhilata Navîn û hem jî li tevahiya cîhanê heye. Herî dawî me ev yek di şexsê rejîma Esed de jî dît. Her çiqas plan û proje bi giştî li ser Sûriyeyê hebû jî rejîmê berjewendiyê xwe esas girt û encama wê jî li holê ye. Lê di heman demê de me Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dît ku bi çi awayî bê bi gel û civakê re çawa xwe ji êrîş û planên hêzên hegemon parast û pêşve çû.
Belê ya pêwîst ew e ku civak bi aqilane û çav vekirî tev biger e. Na xwe dê hêzên hegemon, serdest û desthilat di aşê xwe de civak û gelan bihêre. Xwe parastina ji hêrandina aşê serdestan encax bi tevgerîna rêxistinî û parastina cewherî gengaz e. Parastina cewherî di bingeha xwe de hem parastina fîzîkî ye, hem jî parastina manewî ye. Yanî bi parastina cewherî civak dikare hebûna xwe misoger bike.
Dema em rewşa îro dinirxînin bê guman em berê xwe didin dîrokê û geşedanên ku qewimîn e. Em baş dibînin ku gel û civak bi hêza xwe ya cewherî her tim xwe parastine û bi ser ketine. Îro jî ya pêwîst ev e. Bi rêxistinî û parastina cewherî encax civak dikare hebûna xwe biparêze û pêşeroja xwe misoger bike. Ji derveyî vê rêyek din tune ye. Yan dê rêya parastinê bibijêr e, yan jî dê di aşê hêzên dijberî civakê de bihelin. Aşê hegemonya jî hûr dihêre û tu nirên civak û mirovahiyê li holê nahêl e. Ji xwe civaka ku bikeve ber diranê çerxa wî aşî mirov êdî nikare behsa civakekê jî bike. Lewre êdî ew dibe civakeke mirî.
Ji lewre jî divê gelê Bakur û Rojavayê Sûriyey, gelê me yê kurd vê yekê baş bizanibe û li gorî wê tev biger e. Niha çav û guhê her kesî li Sûriyeyê ye û bi taybetî hemû kurd ne tenê çav û guhên wan hiş û dilên wan jî wer li ser Rojava ye. Dilê kurdan di destên wan de ye! Bi şev û roj di meraqa gelê Rojava de ne.
Dîrok tu carî kêmasî û şaşiyan napejirîne û nabexşîn e. Lewre jê veger tune ye, yan dê civak ji bo jiyaneke azad û bi rûmet têbikoşe pêşeroja xwe saz bike yan jî dê tune bibe. Bi taybetî ji bo gelê kurd ji derveyî têkoşîna ji bo jiyaneke azad û bi rûmet rêyeke din tune ye. Tenê yek rê heye ew jî bi rêxistinî xwe parastina cewherî û misogerkirina siberojeke azad û bi rûmet e.