Volqan Elî
Rojev wekî agirê cihenemê germ e. Dawiya dawî ya ku her kes li bendê bû qewimî. Axayên şer ku zincîrên kûçikên şer di destê xwe de digirtin, hemû berdan. Sûriyeya ku dergûşa mirovahiyê bû, hezar kûçik ketin li ser laşê wê, qet qet kirin. Li bendê ne ku xwediyên wan jê re bêjin “dikarin bixwun”.
Xwediyê herî li pêş ê van kûçikên wekî Artêşa Sûriye û hwd. dagirkeriya Tirkiye ye. Ev cewrika Osmanî, dijminê sûnd xwarî yê gelê Ereb, Kurd, Ermen, Aşûr û hwd ye. di vê de ti tiştê nayê fêmkirin tine. Ji ber vê yekê ye ku sed sal ji beriya vê nêzîkî du milyon Ermen, di çerxa jenosîdê re derbas kir. Li ser erdên Kurdistan û Anatoliyê qirra Ermenan anî. Bi hevkariya Îngîlîzan gelê Aşûr, kire bîranîneke di nav rûpelên dîrokê de. Bi van êrîşên ji 27’ê Mijdarê re jî dixwaze gelê Kurd, di qirkirinê re derbas bike. Bila şaş neyê fêmkirin lê ev jî tê fêmkirin. Pêşiyên Kurdan çi gotiye? ‘Dijmin e bê minet e’. Yanî çi? Tu yê dijminê xwe nas bikî, û nêbêjî ‘kûçikên dijmin tên min’. Ma dijmin dîn bûye, bi canê xwe ketiye ew qas çete bela sebep bi xwedî dike? Siltan Murat, Nureddîn Zengî nizanim çi û çi… li gundan, li bajar wisa ye. Yek kûçik bi xwedî dike da ku biçe teyr û tuyan, pez û rezê wan biparêze. Va ev çeteyên êrîşê gelê Şehba, Heleb û Til Rifaatê kirine jî ev hesab e. Ev hemû ne tiştên xerîb û ecêb in.
Gelê Kurd jî xwedî dijmin e. Her kes vê dizane. Navê vî dijminî jî dewleta dagirker a Tirk e. Û ew jî xwediyê kûçik e. Çawa ku dijmin bê minnet e, kûçikên wî yên navê wan ê giştî çete ne jî bê minet in. Ji ber ku ben û zincîra hemûyan di destê Erdogan de ye. Vê yekê ew jî venaşêrin. Ev hemû tiştên li jor hatine gotin, ne ku tiştên neyê zanîn in. Derd û kula me jî ne ev e.
Ev fermana Til Rifaat, Şehba gelê Helebê tiştekî pir balkêş û sosret derxist holê. Çi ye ev bûyera balkêş û kirêt? Temaşevanên ragihandina welatparêz, di vê pêvajoyê de şopandine, pê dizanin. Ji ber ku hêzên Rûsî, hêzên Şamê û Îranê xwe ji wê herêmê vekişandin, parastina gelê wê herêmê di aliyê leşkerî de ket zehmetiyê. Lewma Rêveberiya Xweser biryar da ku gelê Şehba û Til Rifatê derbasî herêmên ewle bibin. Ev plan di asteke mezin de serket. Heya ku ev hevok hatine nivîsandin jî, hin grûbên gelê wê herêmê di bin dorpêça çeteyan de mayine. Û ji wê civakê hin kesên ku ENKS’ya girêdayî Mala Barzanî, ew destnîşan kirine ji aliyê MİT’a Tirk ve hatine revandin. Dîsa gelek Kurdên li Til Rifaat û Şehbayê asê mane yan ji aliyê ‘Xwêrxwaziya Barzanî’ ve hatine xapandin. Wekî ku wan bibin cem karwana ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriyê ve hatine şandin, birine teslîmî leşkerên Tirk kirine.
Xiyaneta Mala Barzanî li Başûr tê zanîn. Ne hewce ye yek dubare bike. Ev Mala bêbext û bê wext, ji ber ku bûye xewnereşka gelê Kurd û li xiyanetê jî derbas kiriye, rewşa wê ya li Başûr îzahkirin ne hewce ye. Li wir êdî bûye hêzeke çekdar ê ji rêzê ya artêşa Tirk. Di 2018 û 2019’an de li Rojava jî qismekê teşhîr bibû lê dîsa jî hin derdor tam ne bawer bûn. Êrîşa li ser Kurdên Şehbayê her tişt, wekî roj lêxistibe Ronî kir. Ma çawa ew ê ronî nebûya? Ma gengaz e saziyeke Kurd, û hem jî ku ji xwe re ‘Xêrxwaziya Barzanî’ dibêje Efrîniyên ji devê Gurê Boz’ rizgar bûne dîsa bixe devê wî gûrî? Van tiştan, gelê Şehba û Til Rifaatê dibêje. Ne ku tehlîl û texmîneke siyasî ye. Her kesê bixwaze, eger xwe bigihîne Rojava, dikare ji milet guhdar bike. Ma li kîjan dînê, li kîjan pirtûka pîroz, di kîjan bîrdoziyê de qewmek diçe însanên ji qewmê xwe dixe devê dijminê xwe? Tenê ew maye ku ev Malbat û saziya wê ya Xêrnexwaz bêje ku ‘ez jî neferekî Erdogan im û ne Kurd im’. Çi ma wisa ye? Xêra vê ji kê re heye? destpêkê xêra vê yekê digihêje Mala Barzanî. Çawa? Erdogan kêfxweş dibe, û roja duyemîn jî mûçeya vê Mala tê zanîn zêde dike. Yanî dema em dibêjin mûçe, ne île pere, dibe ku ji bo seyran û nizanim çi tiştî bibin li ber peravên Antalyayê.