Volqan Elî
Bersiva vê pirsê, wê rêjîma Şamê bi xwe bide. Ji ber ku gelan ji mêj ve, ji beriya salan bersiva vê bi Rêvebiriya Xweser dane. Di serî de gelê Kurd, Ereb û Aşûr, gelên herêmê gotine “em dixwazin bi zimanê xwe, bi çand û baweriya xwe, bi azadî li vî welatê jêre Sûriye dibêjin bijîn.” Eger em bala xwe bidinê di vê derê de sînorên dewletan xistine mijara nîqaşê, dewletên heyî hilweşandin yan jî dewleteke nû avakirin tine. Eger were pirsîn ku gelên herêmê ji bo çarenûsa Sûriyeyê çi difikirin, bi kurtasî va ev e bersiv.
Zêde ne sir û razek e; her ku meş û çalakî tên çêkirin û mînak, civaka Ereb a Dêrezorê bi Kurdî dibêje “Jiyan, Jiyan, Azadî” ya Kobanê jî şiyara azadiya gelan berz dikin. Dîsa Qamişlo û Mimbic, bi fikir û felsefeye Rêber Apo radibin li ser piyan. Reqa û Eyn Îsa, bi şiyarên girîngiya parastinê dimeşin. Civak, ya ku pê difikire, bi çalakiyên xwe tîne ziman.
Mînaka herî balkêş ku di heman demê de biêş e, dagirkirina vê dawiyê ya Helebê ye. Çeteyên ku Tirkiye eişî ser gelê Helebê kirine, jiyana gelê Helebê dagirkirin. Lê tiştekî balkêş qewimî: Tê zanîn du taxên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiye warê Kurdan ku ji beriya vê jî berxwedaneke dîrokî li dar xistine: Vaye civaka Helebê beşekê xwe li van taxan girt. Ji ber çi? Ji ber ku li wê derê bêhna jiyanê kirin. Ji ber ku li pey wan mirin û tarîbûna DAIŞ’î hebû. Dimîne bersiva rejîma Şamê… Yanî rejîma Şamê hewce ye piştî vê çi bike, diviyabû heta bi niha çi bikira?
Bi rastî jî di vê derbarê de hêvî nade. Em ji hev re jiyana gelan, ji azadî, çand û zimanê gelan dest berdin civak ji van xususiyetên xwe dest bernade, nikare dest berde. Lê belê rejîmê ji mêj de ji van tiştan dest berdaye. Temam, ev tê fêmkirin. Ew xwediyê desthilat û qesr û qonax in. Halê civakê wan zêde elaqadar nake, zêde ne xema wan e.
Lê divê ev rejîm êdî hinekê pêşeroj û berjewendiya xwe jî bifikire. Bila şaş neyê fêmkirin! Ji ber ku heta niha wisa fikiriye di vî halî de ye. Ya şaş çi ye? Hesabên wî! Difikirî ku “Ez hinekê destê xwe dirêjî Kurdan û gelan bikim, ew ê hê zêdetir heq bixwazin, hewl bidin ku xwe bi rêve bibin û azad bijîn, bi zimanê xwe û bi çanda xwe bijîn. Ev, ji bo hikmê min, ji bo desthilatdariya min ne baş e”. Ev sekna wê bi çi encam bû? Jixwe hemû cîhadîst û hêzên hegemon, dagirkeriya Tirk li ser serê wê hatibûn hev. Kiribûn nizanim çend parçe. Têrê nekir; hê jî israr dike. Ma Kurd û Ermen, bi çand û zimanê bijîn, Ereb û Kurd bi hev re bijîn çi zererê dide qesr û qonaxên Esed ên li Şamê? Heta bi niha destê xwe dirêjî gelan nekiriye. Çi bû di dawiya dawî de… Gelên Helebê şeperze bûn; cîhadîstên Erogan seccadeya dan bin çengê xwe û çav li Şamê dikin. Heta ku pir dereng nebûye, divê ji vê quretiya xwe dest berde. Eger Esad pişta xwe dabe tewazinên navnetewî ku ‘ti kesa nahêle cîhadîst Şamê bidist bixin’, şaş difikire. Hêzên hegemon ên biyanî û herêmî plan dikin ku hîlala şîa ya di berjewendiya Îranê de bê bandor bikin. Hemû hêzên muhalîf ên berxwedêr ên Rojhilata Navîn zeyif bikin. Ji ber wê yekê, bi dilê wan e ku çeteyên Erdogan li mizgefta Emewî nimêja xwe bikin.
Niha yek ê bêje, “Temam, em jî dizanin bi vê lê tedbîra vê çi ye?”
Ji bo vê tiştî, ti terkîb û formûlên amade tine, planên pratîk û nazarî encax stratejîst û yên ku li meydana şer in dikarin bikin. Ya ku em karibin bêjin, dibe ku tenê çavdêriyek be, hewldana tehlîla rewşê be.
Di serî de em bêjin, rejîm pir dereng maye. Dema kaosê dişibe, roja haşir û meşrê û qiyametê, dereng mayina tenê yek kêliyê jî dibe ku sedema wendakirina welatekî û sed salên gelan… Me berê gotibû, terkîbeke amade ya vî tiştî tine. Tenê rejîm wê destê xwe dirêjî gelên Sûriye bike, ji derdê civakê fêm bike, guh li bangawaziyên hevkarî yên Rêveberiya Xweser bibe. Hêza leşkerî, hêza parastinê li cem gelan heye. Tenê ji bo vê hewce dike rejim bêyî ku hê dereng bimîne bêje ‘temam, gelên li Sûrî dijîn xwediyî wî heqî ne ku xwe û welatê xwe biparêzin, bi hev re û azad bijîn’! Ma ev xirab e! Yan na gel û civakên Sûrî, neçarî bedîl û alternatîfên cuda dibin! Berpirsiyar jî rejîma Şamê ye.