Jîn Hisên/Qamişlo
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Serokatiya Deseteya Jin û hevserokê Desteya Çandê yên kantona Cizîrê diyar kirin ku armanca êrişên dagirkeriyê pêkanîna Mîsaqa Milî ye û gotin: “Pêwîste gelên herêmê asta têkoşînê bilintir bikin û destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin.”
Ev nêzî hefteyekê ye çeteyên Cebhet Elnusra û Heit Tehrîr Elşam berê êrişa xwe dan bajarê Helebê û bajar xist bin kontrola xwe de, di nav de taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, herêma Şehba û herêmên girêdayî wê ku ji hêla Yekîniyên parastina Gel û Hêzên Rizgariya Efrînê dihat parastin û piraniya şêniyên wê ji Efrînê koçber bûbûn dema hate dagirkirin ji hêla dewleta Tirk ve. Careke din ev şênî bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn û êşa wan dûbare bû di nava şert û mercên zehmet yên sermayê. Armanc ji vê êrişê parçekirina Sûriyê ye di serî de dewleta tirk ku dixwaze herêmên din dagir bike û Mîsaqa Milî pêk bîne.
Derbarê vê mijarê Serokatiya Deseteya Jin ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl û Hevserokê Desteya Çandê Ilyas Sîdo ji rojnameya me re axivî.
‘Divê civaka navdewletî berpirsyartiya xwe bi cih bîne’
Serokatiya Deseteya Jin ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku daxwazên dewleta Tirk ên hegemonîk zelalin, her dem hewil dide valahiyên siyasî û leşkerî bikar bîne ji bo pêkanîna rojevên xwe yên berfireh û wiha domand:” Di serî de gelê herêmê hedefdigre, bi taybet gelê kurd. Bi kar anîna çeteyan di van operasyonan de ne tenê binpêkirina qanûnên navdewletî ye, lê belê gefeke rasterast e aramî û ewlehiya herêmê hedefg digre. Divê civaka navdewletî berpirsyartiya xwe ya siyasî û exlaqî bi cih bîne, ji bo sekinandina mîna van tehdîdan û bi awayekî cidî kar bikin ji bo parastina mafê gelan.”
‘Daxwazên hegemoniyê pêk bînin’
Rohat Xelîl wiha pê de çû:” Ev pilana dabeşkirinê berovajî hewildanên hêzên herêmî û navdewletî diyar dike ji bo bikaranîna êşa gelan. Ev pilan derî li pêşiya aliyên ku dixwazin detshilatdariyê bikin weke Tirkiyê vedike, ji bo pêkanîna daxwazên hegemonîk li ser hesabê mafê gelan, bi taybet gelê kurd. Ji bo ku em karibin li hember van pilanan bisekinin, ji me tê xwestin helwesteke gelêrî yekbûyî û bilindkirina pernesîba yekbûna çaresnûsê di navbera tevahî pêkhteyên herêmê, wekî din xurtkirina aramiya hundirîn ji bo redkirina hewildanên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin.”
‘Divê gelê herêmê hişyar be’
Rohat Xelîl destnîşan kir ku ji bo parastina gelên herêmê bê kirin divê em bi xeteriyan hişyar bin û ya zêdetir hegirtinê tê xwestin ji bo rûbirûbûna wê û wiha berdewam kir:” Divê em li dora Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîniyên Parastina Gel bin, yên ku canê xwe feda dikin ji bo parastina xak û rûmetê. Divê em bi hemû wesîleyan piştgiriya madî û menewî pêşkêş bikin, wekî din xuertkina Rêvebriya Xweser û projeyên avakirinê ku parastina gel û berdewamkirina wê misoger dike.”
‘Armanca êrişan guhertina demografiya herêmê ye’
Rohat Xelîl bang li gelê herêmê kir da ku bi yek dengî li dijî daxwazên hegemoniya Tirkiyê bisekinin, ku di serî de de armaca wê koçberkirina şêniyan û guhertina demografiya herêmê ye. Divê em xwedî li xaka xwe derkevin û parastina wê bikin, li dora hêzên xwe bin ku nûnertiya parastina gelê me dike. Herwiha bang li civaka navdewletî hate kirin ku piştgiriya gelê herêmê bike û piştgiriya mafê wan ê rewa di mayîna xakê de.
Di dawî de Rohat Xelîl bal kişand ser rola rêxistinên mirovahî ku divê roleke çalak bilîze di balkişandina ser êşa şêniyên Şehbeyê ku hatine dûrpêçkirin, di encama siyaseta hegemoniya tirkiyê di riya çeteyên wê de, divê alîkariya lezgîn ji bo gel bê pêşkêşkirin û dûrpêçkirin bi dawî bibe. Herwiha ev berpirsyartî belgekirina binpêkirinên ku derheqê şêniyan pêk tê di nava xwe de dihewîne.
Ji aliyê xwe ve Ilyas Sîdo Hevserokê desteya çandê ya kantona Cizîrê diyar kir ku her kesî re tê zanîn ku ji sala 2018`an de dema çete derbasî Efrîn bûn bi destekdayîna dewleta tirk bû, derbasbûna van çeteyan di Helebê de dîsa bi destekdayîna dewleta tirk hate kirin.
‘Civaka Navdewletî bêdengiyê bikar tîne’
Ilyas Sîdo wiha got:”Dema derbasbûa van çeteyan di Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din yên dagirkirî civaka navdewletî bêdeng bû, di heman demê de jî anha heman helwesta wê bêdengî ye, ev nîşaneya ku ew razîne ji ber van êrîşan, tevî ku Cebhet Elnusra xistine lîsteya terorê de jî lê xuyaye ku lihevkirin û pilaneke heye di derbasbûna van çeteyan di herêmê de û tiştê ku li Sûriya çêdibe bi taybet li Helebê.”
‘ Armanc parçekirina Sûriyê ye’
Ilyas Sîdo bal kişand ser pilana dabeşkirina cihên desthilatdariyê û wiha anî ziman:”Ji berê ve pinaneke wiha heye û hatiye xêzkirin di navbera dewletên ku herêmê hukim dikin, weke Rûsiya, dewleta Tirk û Emerîka. Aramnc ji vê pilanê parçekirina Sûriyê ye, di serî de Tirkiyê daxwzên wê yên hegemonîk hene ji bo dagirkirina herêman bi taybet Helebê, ji ber ku tirk her dem dibînin ku Heleb cihekî Osmanî ye, dixwazin Mîsaqa Milî pêk bînin ku ji Helebê heta Musil hedef digre. Bi alîkariya van çeteyan dixwazin van pilanan pêk bînin ji bo ala tirkiyê di van herêman de bilind bikin mîna ku li ser keleha Helebê hate hildan.”
‘Divê gelê herêmê parastina destkeftiyan bikin’
Ji bo parastina destkeftiyên herêmê Ilyas Sîdo wiha got:”Destkeftiyên herêmê bi saya xwîna şehîdan hate bidest xistin, erkê me ye weke gel ku van destkeftiya biparêzin, bi taybet li herêma Şehbayê ku sembola berxwedanê bûn, 7 salan li berxwedan li wê herêmê û niha jî dîsa koçber bûn bi sedema êrişan. Herwiha li helebê tevî dûrpêçkirina şêniyan ji hêla hukumeta Şamê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê lê têkoşîna wan berdewam bû, ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava. Ji hemû gel û hêzên me tê xwestin ku parastina van destkefiyan bikin.”
Di dawî de Ilyas Sîdo bang li gelê herêmê kir ku rê ji dagirkeran venekin ku derbasî herêma me bibin û wiha got:” Bi hevgirtina gelê herêmê wê ev êriş bên têkbirin û nehêlin bikevin herêmê.”