Tuesday, May 27, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinelojî; Sirra jin, jiyan û azadiyê eşkere kir

26/07/2019
in Uncategorized
A A
Jinelojî;  Sirra jin, jiyan û azadiyê  eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

Di şoreşa Rojavaye Kurdistanê de sirra jin, jiyan û azadiyê li gorî heqîqeta ku li derdora jinê hatiye avakirin de jîneolojî eşkere kir. Bi rêyên perwerde û dibistanan re êdî jîneolojî derbasî her qadê dibe.

Sedsala 21’an serdema azadiya jinan, têkoşîn û şoreşa jinan e. Şoreşa jin bi şoreşa Rojavaye Kurdistanê re hat nasîn. Di şoreşa Rojava de vîna jinê, naskirina jin, zanist li vir wekî gavek ku bi şoreşê ve giredayîye pêşket û deng veda. Bi têkoşîn pêşxistina ked û jiyana jinê wekî şoreş hat bi navkirin û di hûndirê vê şoreşê de bûyerên ku çêbûn an jî pêşketinên ku çêbûn di cîhanê de rista xwekir.

BINGEHA JÎNEOLOJÎ BI SEMÎNER Û PERWERDEYAN RE AVA BÛ
Jîneolojî ango zanista jinan di destpêkê de sistema akademîk ya navendî tine bû. Xebatên jîneolojî li ser akademiyên heyî semîneran û perwerdeyan dihat meşandin. Ji bo femkirin, tahlîlkirin û danasîna jin, sistema Demokratîk û ji bo pêşêrojê hedef, plansaziyên berfireh yên sitratejîk nêzîkbûn lazim bû. Piştre pêwîstî hat dîtin ku xebatek mayinde ya jîneolojî ji Rojavaye Kurdistanê bê meşandin. Bi vê armancê xebatên jîneolojî xwe li Rojavaye Kurdistanê de bi navend kir.
Civak çiqas bi êşên xwe dihesê her diçe êdî ew rastiyên berê qabûl nake. Piştî şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an, jinan li Rojava dest bi belavkirina jîneolojiyê kir. Di navbera salên 2013 û 2014’an de li bajarên Rojava yên ku hatin rizgarkirin, jîneolojî bi rêya semîneran hate berbelavkirin. Di sala 2015’an wek sazî hat birêxistinkirin û Akedemiya Jineolojiyê hate vekirin.
Akedemiya jîneolojiyê 5 navend vekirin. Navenda yekemîn di 17’ê Tîrmeha 2017’an de li kantona Efrînê hat vekirin. Piştre di 13’ê Îlona 2017’an de li bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo hat vekirin. Di 3’yê Çileya 2018’an li Minbicê, 11’ê Çileya 2019’an li Hesekê hatin vekirin. Her wiha 6’ê Adara 2019’an li Kobanê hat vekirin.

NAVENDÊN LÊKOLÎNAN ZANISTÊ VEŞARTÎ NAHÊLE
Li her bajarê Bakurê Sûriyê û Rojavaye Kurdistanê Dêrîk, Hesekê, Kobanê, Minbic di binya akademiya jîneolojî de xebatên lêkolînê hatin destpêkirin û navendên lêkolînê hatin vekirin. Tehlîla civaka herêman, civaknasiya herêmê, hêzdayîna jinan bi hevdû re hin baştir lêkolîn tê kirin. Naskirina cîns û cinsiyetperestî, xwebûn, xwezanîn, bindestî, pirnetewa civakê, têkiliyên civakê, anatomiya jin û zilam, aboriya civakê, hevserokatî, hevjiyana azad, hestên polîtîk di navendên lêkolînê de hîn baştir tên famkirin. Her wiha li navendên lêkolînê de perwerde jî tên dayîn. Li Efrîn jî ev xebat dihatin dayîn lê niha ji ber êrîş û bûyerên cûda kar di herêmê de nikare bê meşandin.

LÊKOLÎN BI CIVAKÊ RE TÊ PARVEKIRIN
Endama Akademiya jîneolojî Rûmet Heval jî tekildarî lêkolînan de got: “Rewşen rojane aliye sitratejîk, siyasî, polîtîk, rêxistina civakê, sosyolojiya zarokan, bûyer û mijarên tên jiyîn hemû rojeva jin de cihê xwe digre. Ev jî di qadên navendê lekolînê de tên dest girtin. Tehlîlên civakî yên bi civakê re rêya komcivînê re hat parvekirin. Gelek netew beşdarî vê komcivînê bûn. Her wiha pirtûkên lêkolîna tehlîla civakê jî hatiye destpê kirin.”

BI RÊYA PERWERDE Û DIBISTANAN RE JÎNEOLOJÎ DERBASÎ MALAN DIBE
Li ser esasê pêşxistina zanist û zanyariya civakê xebatên jîneolojî yên akademîk yên zaningehê hat destpê kirin. Fakulteya Jîneolojiyê di Zanîngeha Rojava ya Qamişlo de, di dawiya 2017’an de hat vekirin. Niha du ref li Fakulteya Jîneolojiyê dixwînin.
Zarok û ciwan pêşaroja civakê ne. Ji bo hişmendiyeke azad, wekhev, xweza, azadiya jinê bê avakirin dive nifşên nû jî bên perwerdekirin. Jîneolojî ji bo wê di minhacên dibistanên zarokan de cîh girt. Bingehek di vî alî de jî hatiye amadekirin. Ji bo refên 10, 11 û 12 pirtûkên dersan hatin amadekirin. Îsal di refa 10’an de li kantonên Hesekê, Qamişlo û Kobanê dersa jîneolojî li dibistanan hat dayîn. Ev fakulteya jîneolojî wekî mînakek ji Rojhilata Navîn e. Bi rêya dibistanan, perwerdeyan, pratikan de jinelojî derbasî malan dibe.

‘CIVAK XWEDÎ JINELOJÎ DERKET’
Cîhên ku jîneolojî negihiştiyê li wan deran komîteyên jîneolojî hatin vekirin û gel xwe bi xwe jîneolojiya xwe xûrt dike. Rûmet Heval tekildarî perwerdeya jîneolojî de anî ziman ku li jînelojî xwedî derketin li xwe xwedî derketin e ango berovajî wê jî derbasdare û got: “Di aliye civakê de xwedî derketin çêbû. Perwerde bi sistematik tên dayîn. Daxwazên perwerde gelek tênkirin. Di encama van perwerdeyan de kurbûna fikir, lêkolînên zanistî bi encam û berfirehkirina wan tê xwestin. Zanina jin jê hatiye girtin yanî zimanê jin jê hatiye girtin. Bi rêya perwerdeyên jîneolojî re ev hişmendî hemû tên hilweşandin. Di encama xwebatên jîneolojî de di jiyana jinan de rehetiyek çê bûye.”

MÊR JÎ PERWERDEYA JINELOJÎ DIBÎNIN
Li Rojavaye Kurdistanê de bi bandoriya şoreşa jinê re êdî mêr jî daxwaza perwerdeya jîneolojî dikin. Tekildarî vê mijarê re Rûmet Heval anî ziman ku ji bo mêran taybet akademiyên jîneolojî hene û got: “Piştî perwerde, mêr dibejin ‘bila jin platforma me çêbikin.’ Mêr dixwazin di aliyê jin de xwe tehlîl bikin û xwezaya xwe bi nêrîna jin nasbikin. Ev jî encamek gelek mezin ya gavên jîneolojî ye.”

ENSTÎTUYA YA ANDREA WOLF MÎNAKA GERDÛNIYA JINELOJÎ YE
Nasname, pênaseya jin a gerdûniye. Gelek jinên azadixwaz yên biyanî derbasî Rojava bûn û bi jinên herêmê re hevdîtin pêk anîn. Ji xebatên jîneolojiyê gelek bandor bûn. Encama hevdîtinan akademiya jîneolojî rexstinkirina van grûban, perwerde, tehlîlên civaka Ewrûpayî û yên Rojava re û tekiliyên ku bên pêşxistin Enstîtuya Andrea Wolf hat vekirin. Ev salek e ku ev enstîtû hatiye vekirin û gelek jinên biyanî tên li vir lêkolînan dikin. Di Rojhilata Navîn û Rojavaye Kurdistanê de ev xebatêk girîng û yekem e.

‘ZANIST TENÊ DI TEORÎ DE NEMA XWE DI ASTA PRATÎKÎ DE JÎ EŞKERE KIR’
Yek ji xebatên jîneolojî avakirina gunde Jinwar bû. Rûmet Heval pêwîstiya avakirina gunde Jinwar ji me re parve kir: “Cinsiyetperestiya civakê gihiştiye haddekê ku sosyolojiya civakê bi hevdû bixe. Olperestî bûye mijarek ku jin her tiştî qeder û qismet bibîne. Bi hebûna xwe ya bindestî re hatiye razî kirin. Êrîşên ji derve û yên hindûr jin bêqûwet dihat dîtin. Nasnameya jin gelekî berfireh e. ji bo ev hişmendî tevahî bê gûhertin perwerdeyekî rast, bingeha jiyanek rast, komînal, hevpar xwezayî hebû. Jiyaneke ku jin hemû mijarên xwe bi awayekî eşkerê rehet nîqaş bikin û bikaribin ku pêşeroja xwe plansaz bike. Modeleke civakî yê Rojhilata Navîn yê xweser Jinwar hat destgirtin. Xebata gundê Jinwar jî yek ji gavên xebatên jîneolojî û saziyên xweser bi hevkarî ev xebat dan destpêkirin. Aliye zanistî, pêşxistina fikir, perspektîfên pêşerojê dayîn de armanc ewe ku jîneolojî beşdar bibe.
Modela herî bingehîn ya ku di navnetewî de cihê xwe girt projeya Jinwar bû. Tekiliyên ji derve piranî li ser Jinwar çê dibin. Jîneolojî bi xebatên Jinwar tekiliyên xwe yên Rojhilata Navîn xûrttir kir. Zanist tenê di teori de nema, xwe di asta pratîkî de jî eşkerê kir.”

XEBAT BI ROJAVA RE SÎNORDAR NAMÎN E
Rûmet Heval ji pêşerojê anî ziman ku hin zêde berfirehkirin û xûrtkirina xebatên zanistî yên heqîqeta jin û jiyanê lazim dike û got: “Li vir gav hatiye avetin, lê xebatên me bi vir ve sînordar namine. Em hevîdikin ku di pêşerojê de hin bi hedef û armanc em xwe bigîhênin hemû jinên cîhanê.”

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun
NÛÇE

Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun

27/05/2025
‘Pirojeyên me li ser şopandina rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bû’
ÇAND Û HUNER

‘Pirojeyên me li ser şopandina rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bû’

27/05/2025
Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e

27/05/2025
Nirxandinên mamosteyan ji bo sala xwendinê
NÛÇE

Nirxandinên mamosteyan ji bo sala xwendinê

26/05/2025
‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’
ROJEV

‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’

26/05/2025
Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir
NÛÇE

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.