Monday, June 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sînemxan

16/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Ay Sînem de rabe ev çi deme

Ay lê te pişt ji kela Girît e, sing ji qumaşê Eceme

Ay lê bi xêr û silamet hatibî hayîva remezanê

Ay lê xwezî wezê bibûma fitra serê Sînema xwe me

Her straneka Kurdî rûpelek yê dîroka Kurdî ye. Çi strana mirov guhdarî dike, malxirabîneke. Strana Kurdî, belgeyên trajediya civaka Kurda ye. Strana Kurdî, weke birîna tovilê xwe nû girtiye; hema tu destê xwe bidiyê wê xwîn jê biherike. Dil kule. Ewqas nazik hatiye strîn, hemî dema evîn jê difûre. Gelo çend hozanên bi nav û deng karîne weke strana Kurdî evînê, kul û derdên civakê evqasî bi hostayî, bi nazenînî li hev bîne? Ne têlên kemana Mozart, ne yên Beethoven dikarin evqas bi awayekî nazik bikeve di kûrahiya dilê evînê û evîndaran de. Strana Sînemxanê ji, stranek ji trajediya evîna Kurdî ye.

Dema mirov guhdariya strana Sînemê dike, dilê mirov diherişe. Çîrokek ewqas dilşewate, ne tenê dilê mirovan, herweha giyayên li çola li ber vê stranê çilmisîne. Ji ber wê navê xwe daye giyayekê. Çîroka strana Sînemê rastiyeke. Dibêjin Sînemxen ji Xoresanê ye. Ew hevsera Seîd Beg Mîrê Gurkêlê ye. Seîd Beg ji aliyê dewleta Osamniyan ve tê sergum kirin. (Seîd Beg li hemberî Osmaniyan serhildanê dike û wî heft salan rêdikin alê Behdîna sergumê. Di 1838 an de wî dixeniqînin. Gelo dibe ev Seîd Beg be?). Dibêjin Sînemxan bûka salêye. Dema Seîd Beg diçe sergumê, Sînemxanê bi xwe re nabe û wê emanetî melayê xwe dike. Piştî demekê dilê melayî dikeve Sînemxanê. Ji wê re dibêje, mane vaye Seîd Beg çû sergumê û êdî ew venagere. Were tu min mehr bike. Ew bela xwe ji Sînemxanê venake. Sînem ji dibêje bi şertekê ezê te mehr bikim; divê tişta ez bêjim tu binivîsî. Ez ji sozê didim heke Seît Beg sax nezivire, ez te mehr bikim. Mela ji dibêje bila. Sînem dibêje û mela dinivîse heya tê li ser daxwaz melayî ya mehr kirina Sînemê. Mela disekine, dibêje nabe ez vê binivîsim. Sînemxan ji dibêje tu dizanî, heke tu nenivîsî ez te mehr nakim. Mela dinivîse. Sînemxan kaxeza xwe dihilîne û dest tavêje xincerê, dibêje heke tu ne melayê mêrê min biya, minê tu bidaya li ber xincera tu bikuştiya. Piştî heft salan Seîd Beg ji sergumê sax dizivire. Gelê heremê bi melê ve diçin pêşiya Seîd Beg. Çawe Seîd Beg melayî dibîne, pirsa Sînemê ji wî dike. Mela ji dibêje pirsa wê ji min neke Begê min, ew ne jineke paqije. Çawe mela welê dibêje, çavên Seîd Beg sor dibin. Ew digihê mal û Sînemxan tê pêşiya wî. Seîd Beg digihê Sînemê û bê pirs û pirsyar wê dide li ber xinceran. Sînemxan ji hema kaxezê têxe di destê wî de. Piştî Seîd Beg kaxezê dixwîne, serê Sînemxanê datîne li ser ranê xwe û stranê li ser dibêje.

Ay lê Sînem keçika vî melayî

Ay lê çav û birûyên Sînema min bi qelemê keşayî

Ay lê heçiyê Sînema min nedîtî, bila binêrin rengê bav û birayî

Ay lê Sînem delalê te, digot li dinyayê dert heye derman nîne

Piştî wê Seîd Beg melayî ji dikuje. Giyayek heye navê wî ‘giya sînem’e. Dibêjin dema dengbêjek bizane strana Sînemê bi miqamê wê li rex giya sînemê ve bêje, ew giya diçilmise. Li ser Sînemxanê gelik stran hatine gotin. Him bi stranî him ji bi miqamê bêlîte çend stran hatine gotin. Ev stran pirr dirêjin. Ya rast strana Sînemê straneka girane hemî dengbêj nikarin bi miqamê wê bêjin ji.

Navê te Sînemxane methê te çû di dinê de

Eniya kever kaxeze melayî qelem lê da

Min divê Sînemxan ramûsim felekê çerxik lê da

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
ÇAND Û HUNER

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

23/06/2025
‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN
HAJMARA PDF

ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN

22/06/2025
Lêgerîna çareseriyê û kongra PKK’ê
QUNCIK NIVÎS

Çêkirina strana azadiyê

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.