Tuesday, June 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rola YPJ’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de

12/02/2019
in Uncategorized
A A
Rola YPJ’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de
Share on FacebookShare on Twitter

Avesta AMARGÎ

Yekîneyên parastina jin YPJ’ê bi kedeke mezin, bedelên giranbuha, bi berxwedanî û ruhê fedaî, di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de roleke dîrokî leyîstin. Ev berxwedan û tekoşîna bê hempa ya YPJ’ê da raberkirin, îro bi ser navê  pêngava Bagera Cizîrê angu şerê qedandina DAIŞ’ê didome, bi hemû germahiya xwe berdewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê, ji bo vîna jinên ku xwe bi serkeftinê re tacîdar kirine bişkîne, serî li her rêbaza dijî ehlax û nurmên mirovahiyê da, lê bi serneket û îro di gerandina çerxa şoreşa gelan de tê hêrandin. Di şexsê çeteyên DAIŞ’ê de, hişmendî û bîra mêrê serdest, mêrê talankar û zayendparêz mertebeya herî jorîn jiyan kir. Dema çeteyên daiş’ê tê gotin yekem bîra ku di serê mede ava dike zilm û qanunê li ser jinan dane pêkanîne. Ev rastiyana hemû jî ji bo tekoşîna bi heybet ya ku YPJ’ê da raberkirin bide şikandin hatin jiyîn. Berovajî tekoşîn û şerê YPJ’ê da meşandin hişt tevahî jinên cîhanê bi heyraniyek mezin berê xwe bidin Rojavayî Kurdistanê û binirin ka jinên Kurdistanî xwedî çiqas fikir û felsefeyek mezin in.

Em dema behsa YPJ’ê bikin, bêguman pêwîste em ji pirsa herî girîng nebuhurin û derbas nebin. Gelo, ev pirs çiye? YPJ’ê xwe bi kijan hêmanan û li ser kijan bingehan ava kir û bû yek ji hêza şerker ya herî bi bandor li hemberî çeteyên daiş’ê. Bi hezaran rojnamevan, nûçegîhan, nivîskar, helbestvan, stranbêj û derhêner ji bo ji vê pirsê re bersiv bibînin herikin berbi şoreşa Rojava. Her yek ji wan bi vê pirsê ketin rê û xwestin dakevin kûrahiya çîroka van jinên tekoşer, van jinên ku di oxira welat, mirovahî û parastina jinan de canê xwe feda dikin. Her kesî xwest sir û rastiya van şervanan nas bike. Her kesî xwest çîroka rastîn ya van şervanan çavkaniya xwe dispêre kuderê fêr bibe. Gelek kesan ji şervanan  pirs kirin û gotin; hun çima şer dikin, piştî şer biqede hun dixwazin çi bikin, xeyalên we çine û hwd pirsên bê serî û binî kirin. Lê şervanan, di her dema bersiva pirsê de wiha gotin; ‘Şer û tekoşîna me ji bo azadiyê, bi derketina çeteyên daiş’ê re destpênekir û wê bi qedandina daiş’ê jî bi dawî nebe.’  Belê, her şervanek xwedî çîrokeke cuda û xeyalên cuda bêjî, lê armanca wan di şerê ji bo azadiyê tê dayîn de bûye yek. Ger armanca mirov pak be, her tişta ku li pêşiyê bibe asteng wê bê derbaskirin.

Rêber APO, di hevpeyînek xwe de vê tespîtê dike û dibêje; Eger rêbazên mirov, bi qasî armanca mirov paqij û zelal be, serkeftinek mirov bi dest nexê tûneye. Dîsa Rêber APO, dibêje; jina şer dike azad dibe, ya azad dibe xweşik dibe, ya xweşik dibe tê heskirin.’YPJ’ê hêza xwe ji van danasînan digre. YPJ’ê hêza xwe ji şehîdên xwe û gelê xwe yê berxwedêr digre. Evîna bi hezaran şervanên bi egîdî şer kirin, li Kobanê, Girê Spî, Ceza, Tilhemîs, li Çiyayê Kezwanan, li Şengalê, li Minbic, li Tepqa, li Reqqayê û îro li Dêrezorê bi xaka pîroz re hate strandin. Wê ev evîna strayî heya jiyanek bi aram, welatekî azad û azadkirina Rêber Apo, ya fîzîkî berdewam bike. Ger em rastiya YPJ’ê ya şerker û sekna bi vîn, biryardarî û tekoşer ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê daye raber kirin fam bikin emê xwe bighînin bersîva rastîn ya heqîqeta YPJ’ê xwe li ser ava kirî.

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala Hozan Serhad li Fransayê hate li dar xistin
ÇAND Û HUNER

Festîvala Hozan Serhad li Fransayê hate li dar xistin

24/06/2025
Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist
NÛÇE

Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist

23/06/2025
Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe
JIN

Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe

23/06/2025
3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket
JIN

3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket

23/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
ÇAND Û HUNER

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

23/06/2025
‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.