Jinên kantona Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê li ser rêya Rêber Ocalan bimeşin.
Dewleta Tirk tecrîdeke giran daniya li ser Rêber Ocalan û rê nade ku malbat û parêzer pêre hevdîtinê bikin.
Jinên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li Şehbayê bi cih bûne tecrîd şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê heta azadiya Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
JFatme Beko (70) ya ji gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ye destnîşan kir ku wê di salên 80’yî de fikr û felsefeya Ocalan nas kiriye û wiha got: “Gelên Rojhilata Navîn fikrên Ocalan ji bo xwe qebûl kirine.”
Têkildarî Komploya Navdewletî ya li dijî Rêber Ocalan Fatme wiha axivî: “Komplo ji roja destpêkê ve têk çûye, ji ber ku gel fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeh û li ser dimeşin.”
Emîne Reşîd jî dayika şervanekî tevgera azadiyê ye û ji gundê Dêrswan ê navçeya Şêrawa ye. Dayika Emîne ji zêdetirî 30 sale fikr û felsefeya Ocalan nas kiriye û pê hatiye girêdan. Emîne wiha got, “Bi saya fikr û têkoşîna rêber Ocalan jinan tekoşîna azadiyê nas kir, ji zêhniyeta serdest rizgar bûn û karibûn xwe biparêzin.”
Dayika Emîne wiha got: “Gelê Kurd wê heta dawiyê li ser rêya Ocalan têkoşîna xwe berdewam bike û ji bo azadiya Ocalan tekoşînê bilind bike.”ANHA