Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fetişîzm+Faşîzm û Erdogan

02/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gramera faşîzma Tirk
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Zihniyeta Îttîhadiyan fetîşîzma Turk-î Îslam e. Fetîşîzm, ji dîsplîna akademîk dûr e û di destê dîktatoran de dibe dehşetengîz çeka tunekirina komên xelkê. Fetîşîzma Turk-î îslam, îro di bedena Erdogan de kat daye û li her derê, di her mercî de êrîşan dike û xwînê dirijîne.
Fetîşîzm, totem e û di bedena Erdogan de bûye rengê Xwedê; bûye şûrê kuştina nirx, pîrozî, maf, demokrasî û edalatê. Feylesofê sedsala 19.Auguste Comte, wateya fetîşîzmê, “di guhertinên olê de û kesên ku xwe di suretê xwedê de dibînin” dinirxîne. Marx jî, wek çavkaniya nîqaşên li ser guhertina cîhanê şîrove dike.
Tirkiye, êdî Erdoganland e û teza Turk-î îslam, di bedena Erdogan de kat daye û bi xwînê sor bûye. Balkêş e, gelek tirkên dewşirme, Erdoganê ku xwe di “suretê Xwedê de” dibîne, dibêjin “ew ji ba xwedê hatiye”.
Cehalet-xeşîmî, tiştekî qirêj û sift bêhnpêketî ye: Zewatên ku sê-çar bavên Erdogan lêkolîn nakin û nabînin ku ew dewşirmeyê Rumên Derya Reş e, wî cûda nîşan didin. Bingeha vê xeşîmiyê, fetîşîzma Turk-î îslam e û bi gotinên weke “yek tirk, berdêla hemû cîhanê ye”, “ kesê bêje ez tirk im, çi bextewar e”, “Tirkan li hemberî 7 duwêlên emperyalîst şer kiriye” û hwd. hatiye stewihandin.
Ev gotin, çavkaniya dûrketina ji mirovaniyê ne û îşkdana fetîşîzma Rurk-î Îslama ku di bedena Erdogan de bûye faşîzm e. Vê jî, civaka Tirkiyê “şilûşatî-seqet” kiriye. Jiyana rojane ya “xîreta arami”, li Tirkiyê xera bûye. Dema ku di civakê de rêkûpekî, wekhevî nemîne, birêzî û exlak winda bibe, “xîreta aramî” jî têk diçe. Xîret, bingeha mirov û ademiyetê ye. Xîret nebe, îrade jî, mirov jî nîne, êdî fetîşa totemî dest pê dike.
Erdoganê di suretê Xwedê de, di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, cîhan tehdîd kir; li Elmanya jî, tevahiya muxalefeta Tirk û Kurd tehdîd kirin. Tehdîda li Emerîka û Elmanya, tê wateya ku, pasîfîzma Ewropa û Emerîka ya li hemberî Erdogan, hevkariya Rusya bi Tirkiyê re, ew gihandiye vê qonaxê.
Erdogan, sinoran nasnake û ligel tehdîdên li cîhanê, di kesayeta Kurdan de mirovahiyê qir dike; piştî Efrînê, Başûrê Kurdistanê jî gav bi gav dagir dike. Ev, nastoljiyek tarejîk e û ne bi rasyonalîzma burokatîk re, ne bi trajediya kulturî re, ne bi pêdiviyên demê ve re têkildar e. Gunehkarî ye û ev gunehkarî para rêxistinên Kurdên Başûr, Hevkarên li Rojava, hevalbendên Kurdên li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî gunehkariya hêzên navneteweyî ye.
Fetîşîzma Turk-î Îslam, di bedena Erdogan de, wek hêza ku kes nikare li hemberî wî raweste derketiye holê û ew jî bi taybetî wisa dide xuyakirin. Erdogan û fetîşîzma di suretê xwedê de, êdî Hîtler e û li hemberî cîhanê qarîşkêşiyê dike. Cîhana ku di teknolojî de, li ezman stasyonan çêdike, li hemberî metafîzîk û teolojiya Erdogan neçar û bêzar bûye. Ev trajedi ye û ziddê pêşketina dîrokê û diyalektîkê ye.
Fetîşîzma Îttîhadî, di bedena Enwer Paşa de, bû faşîzm, gelên Rum, Ermenî, Suryanî-Keldanî, Çerkez û civaka Elewî, Êzîdî qir kirin; piştre bû çavkaniya faşîzma Hîtler… Îro jî, di bedena Erdogan de kat daye!.. Eger wilo dewam bike, dikare li cîhanê bibe qalib û materyalîzma dîrokê tune bike. Di şerê duyemîn yê cîhanê de, fetîşîzma di bedena Hîtler de bû faşîzm, hate mahkum kirin, divê fetîşîzma di bedena Erdogan de, bûye faşîzm, demildest werê mahkum kirin. Acilyetek li pêşiya mirovahiyê heye; lîberalîzma ku li cîhanê serdest e, nikare hemû nirx û pîzoziyên mirovahiyê bike qurban û li hemberî fetîşîzma Turk-î îslamî ku di bedena Erdogan de bûye faşîzm, bêdeng bimîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.