Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
in NÛÇE
A A
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Pênc car in ku dewleta Tirk dadgehkirina serokê Şaredariya Istenbolê Ekrem Îmamoglu li paş dixe. Gelo çima dadgeha Tirkiyê vê siyasetê li hemberî namzedê hilbijartinên 2028’an ê herî xurt ku li pêşberî Erdogan e, bi kar tîne?

Dadgeha Tirkiyê di 6’ê Tîrmehê careke din danişîna dadgeha serokê Şaredariya Stenbolê yê girtî, Ekrem Îmamoglu, di doza ku bi tawanbara sextekirina belgeya zanîngehê ve girêdayî ye, li paş xist. Ev cara pêncemîn e ku ji destpêka vekirina dozê pêktê, ev yek jî di Cotmeha 2025’an de hat paşxistin.

Dadgehê roja 25’ê Berfanbara bê wekî dema rûniştina yekem ya dadgehkirinê destnîşan kir. Îmamoğlu ji Adara 2025’an ve di zindanê de ye, bi tawanbarîyên gendeliyê tê dadgehkirin, lê ew van tawanbariyan red dike. Herwiha ew ji bo gelek dozên din jî li ber dadgehkirinê ye.

Îmamoglu, endamê Partiya Gel a Komarparêz (CHP) yek ji kesayetiyên herî girîng ên opozîsyonê û namzedekî muhtemel e ku dikare di hilbijartinên serokatiyê yên sala 2028’an de li hemberî Erdogan pêşbaziyê bike. Lê belê belgeya wî ya zanîngehê ya ku tê gotin sexte ye, bi biryara rêveberiya Zanîngeha Stenbolê dikare şansê wî yê namzedbûnê asteng bike.

Dibe ku bi cezayeke mezin re rû bi rû bimîne

Serokê Şaredariyê yê girtî di vê dozê de bi cezayek ku dikare bigihîje 8 sal û 9 mehan jî rû bi rû ye. Di heman demê de, paşxistina dadgehê hate kirin û ew di Girtîgeha Silivri ya li rojavayê Stenbolê de bi berdewamî tê dadgehkirin.

Di yek ji hevdîtinên dadweriyê de, Îmamoglu bal kişand ser hevdemiya dadgehkirina xwe bi amadekariyên lûtkeya NATO’ya li Enqerayê û da zanîn ku pirbûna dozên ku li dijî wî hatine vekirin, hedefgirtina siyasî ye.

Di heman çarçoveyê de medyayên opozîsyonê ji devê endamê Parlamentoya Ewropayê û raporterê taybet ê Tirkiyê Nacho Sánchez Amor ku di danişîna dadgehê de amade bû, da zabîn ku Îmamoğlu neçar e li pêş sê dozên cuda were, ya yekem doza gendeliyê, doza ajantiyê û doza sextekirina belgeya zanîngehê.

Ji aliyê din ve, raporên rojnamevanî yên Tirkiyê ragihandin ku beriya lidarxistina lûtkeya NATO’yê li Enqerayê, di gelek bajarên Tirkiyê de siyaseta desteserkirinê zêdebûye. Ev yek di dema ku nîqaşa siyasî û dadwerî derbarê doza Îmamoglu de hîn jî li nav qada siyaseta Tirkiyê berdewam e, pêktê.

Opozîsyon ji Lûtkeya NATO’yê ji bo rojevkirina doza Îmamoglu sûdê werdiger

Opozîsyona Tirkiyê ji lidarxistina civîna Lûtkeya NATO’yê li Enqerayê sûd werdigire da ku careke din gelek mijarên navxweyî yên nakok, di serê wan de jî doza serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu bixe rojevê, ji ber ku Îmamoglu yek ji kesayetên girîng ên opozîsyonê û dijberê muhtemel ê Erdogan di hilbijartinên 2028’an de tê hesibandin.

Li gorî aliyên opozîsyonê, dema siyasî ya hestiyar a lûtkeyê fersendeke mezin bû ji bo zêdekirina zextê li ser hukumetê, bi taybet di bin şertên ku dadgehkirinên li dijî Îmamoglu hîn jî berdewam in û dozên wî care bi care têne paşxistin, ev yek jî dikare bandorek mezin li ser pêşeroja wî ya siyasî bihêle.

Îmamoglu ji rûniştinên dadgehê sûd wergirt ji ber ku hevdemî Lûtkeya NATO’yê, wî jî ev yek bi kar anî da ku rexneyên rasterast li desthilatdara Tirkiyê bike, ji ber ew dibêje pirbûna dozên li dijî wî armanca siyasî nîşan dide. Di heman demê de bi rêya platformên medyayî pirsî ka wêneyê Tirkiyê li ber çavên mêvanên navneteweyî çawa xuya dibe.

Ji aliyê din ve, kesayetiyên opozîsyonê di nav wan de rêveberên CHP daxwaz kirin ku di civînên serokên rojava bi desthilatdarên Tirkiyê re mijarên mafên mirovan û serweriya dadgeriyê jî bên gotûbêjkirin. Wan hişyarî da ku divê ev mijar ji bo hevkariya ewlehî û leşkerî ya di çarçoveya NATO’yê de neyên paşguhkirin.

Opozîsyonê rexne li kampanyayên ewlehiyê û girtinên ku beriya lûtkeyê li dijî rojnamevanan, çalakvanan û kesên opozîsyonê hatine meşandin kir û wan wekî beşek ji siyaseta qeydkirina azadiyê bi nav kir. Bi vî awayî, opozîsyonê dixwest zexma siyasî ava bike di demeke ku lûtkeya NATO’yê de tê lidarxistin û bi rêya wê nakokiyên xwe bi hukumetê re bide xuyakirin, doza Îmamoglu û mijarên azadiyên siyasî careke din bixe ber çavê raya giştî ya navneteweyî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.