Leyla Amûdê
Ji sala 1993’an de Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn dike û li kêleka şer û serkeftinên leşkerî jî, her hewildan dikir ku çareseriyeke bingehîn bîne meydanê, ji bo ku dawiyê li pirsgirêka Kurd û Tirkan bîne. Lê mixabin tu amadekariyên xurt nehatibûn kirin, tenê Rêber Apo ev hewldan berdewam dikir, li hemberî wî jî ewqas zor û zehmetî hebûn ku hêzên şerxwaz ên hundirîn û komploger her tim dixwestin vê hewldanê vala derxînin. Tevî wê jî hewldanên Rêber Apo gelek caran nêzî fermiyetê bibû, lê dîsa jî hêzên veşartî diketin tevgerê û hewildanên çareseriya aştiyê vala dertanîn ku ji bo şerkirinê, sorkirin dikirin û careke din şerê heyî hîn gurtir dibû. Niha ku em gihane van salên dawiyê jî, dîsa careke din ev hêz dixwazin pêvajoyê xerab bikin.
Tê bîra min ku Rêber Apo di Adara 1993’an de yekem car agirbest ragihandin, ji wan salan ve Rêber Apo gihaştibû wê qinyatê ku pirsgirêkên gelan tenê bi şer û şidetê neyên çareserkirin, ji ber wê Rêber Apo her tim gavên erênî ji bo çareseriyê davetin û her dixwest ku rayedarên Tirk ên wê demê îqna bike ku hew xwîn were rijandin. Lê mixabin destên veşartî û hêzên derve yên sermayedar pir zu ketin tevgerê de û pêvajo sabote kirin, di encama wê de Turkut Ozal û Eşref Bitlîsî jî bûn qurban û jiyana xwe ji dest dan. Bi vê mebestê di şexsê Turkut Ozal û hemû kesên ku di rêya çareseriya, aştiyê de canê xwe wenda kirine tevahiyan bibîrtînim û bi hirmet û minetdarî bejna xwe li hemberî hewildan û keda wan di tewînim û dibêjim: “Tekez soza ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê daye we, wê were pêkanîn.” Ev yek dide diyarkirin ku gelek kes ji serdemên çareseriya aştiyê re bûn qurban û jiyana xwe ji dest dan, ev jî bêgûman cihê xembariyê ye ku mirovên aşîtîxwaz bibin qurban ji hişmendiya şer û tundrew re. Lê rastiyên şerxwaz, desthilatdar û tundrewên kastîk, ew ferz kirin û hîna jî wê hişmendiyê ferz dikin.
Weke ku tê zanîn jî Rêber Apo 54 sal e ji bo çareseriyê têkoşîn dike û ji wê jî zêdetir ev bûye 27 sal e ji bo çareseriya Aştî û Civaka Demokratîk kedeke pir mezin dide. Niha jî ev bûye zêdetirî du salan dest bi pêvajoya çareseriya Aştî û Civaka Demkoratîk kiriye û tevî derfetên kêm jî, her di nava têkoşîneke pir xurt de ye, da ku dawiyê li şer û tundiyê bîne, ne tenê ji bo gelê Kurd û gelê Tirk, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê ji şer û tundiyê xelas bike. Ji bo ku milet nema di bin navê dewletnetewan de dijminatiya hev bikin û hevdû qir bikin! Girêdayî pêvajoyê jî tişta ku ji bo me weke civaka Kurd niha pêdivî pê heye ku em ked û têkoşîna Rêberê xwe ya nêvî sedsalê bi encam bikin, perspektif û gotinên pratîkî bikin, da ku em xwe û mirovahiyê ji şer û tundiyê xelas bikin.
Ji xwe di sala bûrî weke îro de jî li ser banga Rêber Apo 30 gerîlayên Azadiyê bi pêşengiya Besê Hozat merasîma çekşewtandinê pêk anîn. Aramca wan gerîlayan ji çekşewtandinê jî ew bû ku pêvajoyê pêş de bibin û ber bi serkeftinê de bibin. Ya bingehîn jî ku dawî li şer û tundiyê were li şûna wê diyalog ji bo entegrasyon demokratîk bikeve dewrê de. Piştî van gavan mijara bingehîn ew bû ku ev gerîlayên çekê xwe şewitandin ji çiya derbasî Bakurê Kurdistanê bibin da ku xebatên siyasî bidin meşandin û ji pêvajoyê re xebat bikin. Li hemberî vê yekê jî heya niha ji aliyê dewleta Tirk ve tu bersiveke guncav û pratîkî nehatiye dayîn. Tevî her tiştî jî cardin Rêber Apo xebat û karê xwe berdewam dike û ji çareseriyê bawer dike, ji ber ku ji derveyî wê û şer tu çareserî nîne, şer jî heyanî niha ji tu kesî re nebûye derman û wê ji dewleta Tirk û gele Kurd re jî nebe derman, dawiya dawî jî wê vegerin ser nerîna Rêber Apo û wê çareseriya aştî û civaka demokratîk qebûl bikin.






