Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Berdevka jinên ciwan li bajarê Dêrikê Stêrvana Osman diyar kir ku ji bo bîranîna şehadeta Şehîd Tofan Dêrik ciwanan dest bi pêşbirka helbest û wênekêşiyê kiriye.

Şehîd Diyar Mûsa ku bi navê Tofan Dêrik li bajarê Dêrikê dihat naskirin, ew yek ji ciwanên ku hestê xwe bi awayekî helbestî danî ziman û aşqa wî ji nivîs û helbestê re bê sînor bû. Herwiha yek ji şervanên QSD’ê bû ku di 17’ê Çileya sala 2026’an de li Dêrazorê gihişt asta şehadetê. Ji bo ku pênûs û hunera şehîd Tofan zindî bimîne ciwanên Dêrikê dest bi pêşbirka helbest û wênekêşiyê kirine.

Di derbarê pêşbirka ku ciwanên Dêrikê dane dest pê kirin, Berdevka jinên ciwan li bajarê Dêrikê Stêrvana Osman ji Rojnameya me re axivî.

Pêşbirka helbest û wênekêşiyê

Stêrava Osman anî ziman ku pêwîste hemû ciwan cihê xwe di vê pêşbirkê de bigrin da ku bîranîna şehîd Tofan bi pênûsa xwe û hunera xwe zindî bihêlin û wiha got: “Ciwanên Dêrikê dest bi pêşbirkekî kirine ku ji du beşan pêk tê, beşek ya wênekêşiyê û beşek helbestê ye. Kesên ku temenê wan ji 16 heya 35 salî derfetê wan heye ku tevlî vê pêşbirkê bibin. Me ev bêşbirk bi navê şehîd Tofan dest pê kiriye ji ber ku wî jî cihê xwe di nav me de digirt. Ev pêşbirk helbestvan û wênekêşan ji bajarê Dêrikê heya bajarê Hesekê qebûl dike, qeyîdkirina wê ji 1’ê Tîrmehê dest pê kir û heya 1’ê Tebaxê dê berdewam bike, kesê ku cihê wan dûr be û bixwazîbin tevlî bibin bi riya wast aap têkiliyê bi me re dike. Di 5’ê Tebaxê de wê encamên vê pêşbirkê derkevin.

Ji bo vê pêşbirkê komîteyek ku ji 4 kesan pêk tê hat avakirin, du ji bo helbestan û du ji bo wênekêşiyê ne, kesên ku xwe tomarkirin li gor vê komîteyê biryar tê standin ka wê were qebûlkirin yan na. Ji bo kesê helbestvan em tenê gotinan qebûl nakin ji ber ku niha hişê çêkirî (sekaya sûnî) gelekî tê bikaranîn dibe ku helbesta xwe ji wir anî be, lewma pêwîste em hest û şêwazê kesê helbestvan jî bibînin. Di heman demê de kesê wênekêş jî pêwîste du wêneyên girêdayî xwezayî ji me re rêkin û li gor wê nixandin wê werin kirin.”

‘Ev pêşbirk ji bo ciwanan derfeteke pêşxistinê ye’

Berdevka jinên ciwan li bajarê Dêrikê Stêrvana Osman axaftinên xwe wiha bidawî kir û wiha got: “Ev cara yekem e ku pêşbirkek bi vî rengî wê li dar bikeve û eger di demên pêş de derfetên me hebin, em ê her sal li dar bixin heger derfet nebûn her çend salan em ê li dar bixin. Li gorî hijmara kesên tomar kirî rojên berdewam kirina pêşbirkê wê were diyar kirin, piştî li darxistina pêşbirkê wê encama dawî derkeve herwiha wê encam li ser sê asta be yekem, duyem û sêyem li gor wê yekê wê werin xelat kirin. Bangewaziya me ji bo hemû ciwanên xwedî hest re heye ku tevlî pêşbirkê bibin, ji ber ku ev derfeteke ji wan re ye ku hestên xwe derxin û bînin ziman di heman demê de di milê wênekêşiyê de tecrûbeyên xwe zêde bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.