Ayşa Silêman/ Dêrik
Welatiyên bajarê Dêrikê diyar kirin ku endamên parlementoyê hatine tayînkirin, lê mafê dengdanê yê rasterast ji gel re nehatiye dayîn, ev yek cihê metirsiyê ye ku di demên pêş de mafê netewan were paşguhkirin.
Piştî rûxandina rêjîma Baas, Sûriyê ket qonaxeke nû ya avakirina saziyên dewletê, di vê çarçoveyê de avakirina Meclisa Gel(Parlamentoya Veguhêz) wekî pêngava herî krîtîk a vê serdemê derketiye pêş. Ev parlamento ku ji 210 kursiyan pêktê, êdî ne li gorî sîstema berê ya yek-partî, lê li gorî rênîşander û mekanîzmayên nû yên hikumeta demkî hatiye amadekirin. Lê belê, awayê diyarkirina endamên vê parlamentoyê ku bêtir dispêre tayînkirin û hilbijartina nerasterast, gengeşiyeke germ di nav civakê de daye destpêkirin.
Di derbarî tayînkirina endamên parlementoyê û bi taybet nûnerên ku qaşo temsîla gelê Kurd dikin welatiyên bajarê Dêrikê bi navê Fatima Hemdî, Selama Hacî û Elî Orîyan ji Rojnameya me re axivîn.
‘Em Ebdulhekîm Beşar û hevalbendên wî qebûl nakin’

Welatiya bi navê Fatima Hemdî anî ziman ku hikumeta demkî Ebdulhekîm Beşar li ser navê gelê Kurd tayîn kiriye, ew kî ye, wê çi bike û kî biparêze, ji milê kî ve çûye, yek Kurd jî ne li pişta wî ne û wî qebûl nakin tenê çend kesên wek wî li dora wî ne û wiha got: “Em wek malbatên şehîdan Ebdulhekîm Beşar û hevalbendên wî qebûl nakin. Kurd ne ew Kurdên berê ne, di dema berê de dewlata Tirk Kurd dixistin di nav şeran de û welat rizgar dikirin û ew dixapandin, bêpar dihiştin û ew di komkujiyan re derbas dikirin. Em li ser fikir û ramanên Rêber Apo hatine perwerdekirin, tu kes nikare rê li pêşiya me bigre. Me ev welat bi xwîna zarokên xwe parastiye bi saya şehîdên me hikumet silavê li kesê wek wan dike, ev kes ji milê dewleta Tirk ve hatine tayînkirin û tu navê Kurdayetiyê bi wan re nîne û tu tişt ji bo Kurdan jî nekirine.”
Fatima Hemdî axaftinên xwe berdewam kirin û wiha got: “Mihemed Ismaîl digot ku wî bi aqilê xwe ev welat parastiye, bila cîhan tev were û bêje gelo Mihemed Ismaîl çi kiriye, ew nikare parastina gundê xwe bike wê çawa vî gelî biparêze. Ez bang li gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê dikim ku ji van kesê wiha bawer nekin û bi wan neyên xapandin. Pêwîst e gelê Kurd destê xwe bikin destê hev û yekîtiya xwe ava bikin da ku bikaribin kesên xapînok ji nav xwe derxin.”
‘Gel Kurd tayînkirinên perlemantoyê red dikin’

Welatiya bi navê Selama Hacî da zanîn ku tayînkirinên ku ji hêla hikumeta demî ve hatine kirin nayên qebûlkirin û wiha got: “Kesên ku li ser navê Kurdan hatin tayînkirin di perlemanê de em wan red dikin ji ber ku ew kes ne ked dane ne jî şer kirine ne jî xwîn rijandine. Ebdulhekîm Beşar bi salan e dibin destê dewleta Tirk de ye û heman zihniyet difikire niha jî xwe li ser Kurdan hesab dike. Yek Kurd ne wî, ne jî zihniyeta wî qebûl dike, Ebdulhekîm li pêşiya her kesî derket û got dema ez mafê Kurdan nedim wan min bi girêfata min bixeniqînin, lê ev yek hemû lîstok in, dixwazin gelê Kurd bixapînin. Rojekî tenê jî nehatine di nav gelê Rojava de û ne jî li rewşa wan pirsîne wê çawa mafê wan biparêzin.”
‘Berê xwe didin Şamê ji bo berjewendiyên xwe’

Elî Oriyan diyar kir ku herkes dizane kesên wek Ebdulhekîm Beşar berê xwe dana Şamê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigerin û wiha got: “Derdê wan ne Kurd in ne jî xwîna şehîdan e, tenê yek derdê wan heye ew jî bidestxistina kursiyan e. Kesê wek wan dixwazin gel bixapînin û li gor xwe gel birêve bibin, lê pêwîst e gelê Kurd ji lîstokên van kesan re hişyar be û baş bînin bîra xwe ku Ebdulhekîm Beşar û Mihemed Ismaîl berî niha siyaseta reşkirina gelê Kurd didan meşandin.”






