Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îdlib vediguhere bela Tirkiyê

02/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bakurê Sûriyê  neçare demokrasiya xwe kûr bike
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Tê dîtin ku wê pirsgirêka Îdlibê bi hêsanî çareser nebe. Bu mijareke ku herkes têkil bû. Balkeşê, DYE û Ewropa li şûna ku piştgiriyê bikin çete ji Sûriyê bên derxistin û bên bê bandor kirin, li dijî wê derketin. Naxwazin ku Rûsya bibe xwedî bandor. Ev yek heta cihekî tê fêhmkirin. Lê hêzeke ku pirraniya wê El Nusra ye wê sozên çi bide DYE û Ewropayê ? Her wiha Tirkiyê Îdlib bi silehan dagirt. Tirkiyê çekên giran jî di navê de piştgiriyeke mezin da van çeteyan. Ev jî mijareke ku şer giran dike. Rûsya dibîne ku şerkirina bi hêzeke wiha re ne hêsan e.
Eşkereye ku rêjîm dixwaze bibe xwedî qadên ku qala wan tê kirin. Ji xwe di hêzên rêjîmê de ti guherîneke zihnî tune ye. Li şûna Sûriyeke demokratîk dixwaze ji nûve rih bide rêveberiya Baas. Dema wiha dibe, bi hêzên Bakurê Sûriyê re, yên ku piştgiriya herî mezin bidin demokrasiya Sûriyê jî, li hev nake. Dema bi hêzên Bakurê Sûriyê re li hev bike wê deriyên Sûriya nû heta dawiyê vebe û pêşî li destwerdanên hêzên derve were girtin. Tevî ku guherîna hişmendî ya rêjîmê tune ye, di aliyê hêz de jî lewaz buye. Tevî Îran û Rûsyayê xwedî wê hêzê nîne ku gavên serbixwe bavêje. Tevî Rûsyayê jî nikare operasyonê li ser Îdlibê bike. Di wateyekê de buye mehkûm.
Rûsya destpêkê di mijara Îdlibê de bi biryar xuya dikir. Lê Tirkiye weke nûnerên çeteyên çekdar derket pêşiya Rûsyayê. Ji bo Rûsyayê di wateyekê de muxatabekî rewa çê bû. Ji ber vê rewşê Kurd jî weke xwezayî hatin ser maseyê. Erdogan çawa ku weke berdevkê çeteyan li ser maseyê rûnişt, di heman demê de weke dijberê Kurdan ew jî anîn ser maseyê. Lewma derdê dewleta Tirk tenê beralîkirina Kurdan bû. Dubendiya “bila Îdlib beralî nebe Kurd beralî bin” dan pêş. Ev dubendîbûn ji bo Rûsyayê rewşeke bi feyde bû. Lewma Rûsyayê Efrîn pêşkêşî dagirkerên Tirk kiribû. Qertê Kurd qertekî gelekî bi feyde bû. Ger ku niha jî Kurdan bi rengekî bixe bazarê wê kî ji wan hesab bixwaze. Weke tê dîtin DYE û Ewropa tevî ku li gel Kurdan li dijî DAIŞ’ê şerekî hevpar dikin bi qasî yek ji dehê Îdlibê li Efrînê xwedî derneketin. Ji bo wan jî Kurd qertek bûn lê qertekî ku bi erzanî bikar bînin bûn.
Weke ku em timî desnîşan dikin Tirkiye xwedî heman zihniyeta DAIŞ û El Nusra ye. Kes nikare bêje ku Erdogan xwedî zihniyeteke demokratîk e. Ger ku Erdogan hinek nesîbê xwe ji demokrasiyê girtiba, wê nijadperest nebuya. Li dijî Kurdan bi DAIŞ’ê re tifaq nedikir. Li hemû dinyayê li dû Kurdan ketiye. Ji bo ku Kurdan ji ruyê erdê bibe bi şev û roj di nava tevgerê de ye. Niha jî hêzên li Îdlibê diparêze û li ser wan re dixwaze li Sûriyê bibe xwedî bandor. Ji xwe Rûsyayê kir ku Tirkiye bibe hevparê Sûriyê. Erdogan dixwaze berê hêzên li Îdlibê bide Kurdan. Li wir gelek hêzên çekdar komkiriye. Ger weke DAIŞ’ê berê wan bide Kurdan hem leşkerê wan namirin hem jî hêzêke ku bi erzanî bikarbîne wê di destê wan de bimîne. Li Efrînê wiha kirin, çeteyên ku ji Ereban komkirin li Efrînê ajotin eniyên şer yên pêş. Ger bikaribe wê Kurd û Ereban berî hev bide û ger bikaribe bîne pêşberî hev wê ji bo wan hê baştir be. Şerekî demdirêj yên Kurd û Ereban ji bo Erdogan alternatîfeke ku herî zêde dixwaze ye. Kurd û Ereb heta niha nehatin vê lîstikê. Ji xwe hemû derdor bi hev dane şerkirin, ger ev jî bibe li Sûriyê alozî wê hê kûrtir bibe.
Rûsya dibêje ku ew ê pêvajoyê li Sûriyê diyar bike. Lê Tirkiyeya ku dibeje bila li Îdlibê şer nebe, wê trajediya mirovî pêk were rêya şerekî nû vedike. Teqez bêyî ku demê winda bike û fersendê bibîne wê êrîşî herêmên Kurdan bike. Fikarên aşitî û mirovî yên Tirkiyê tune ye. Bi hemû demagojiyên ku dike hewl dide şert û mercên ku êrîşî Kurdan bike, ava bike. Erdogan di hemû platforman de qîr dike û dibêje ku kurd weke dijmin û hedef îlan kirine.
Ma ew ê Erdogan Îdlibê jî bifroşe, belê wê bifroşe. Lê tenê bila Rûsya li dijî Kurdan piştgiriyê bide. Ma ew ê DYE û Erdogan hevdu hembêz bikin, belê. Lê tenê bila DYE ji êrîşên li dijî Kurdan re bêje erê. Lê ger Kurd baş xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin di encamê de Sûriye wê ji bo Tirkiyê vegere lîlavekê û Pûtîn jî wê nikaribe wan rizgar bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.