Rojnameya Ronahî

Rêber APO xetera li ser xwe his kiribû

Avesta AMARGÎ

Berî derketina Rêber Apo ji Sûriyê, dayîka Cahîde cara dawî diçe Şamê û beşdarî civîna Rêber APO dibe. Di civînê de Rêber Apo gelek nirxandinên dîrokî dike. Mijarên herî sereke yên li ser disekine, rewşa gelê Kurd û pêvajoya tevgera wan e.
Dayîka Cahîde, çûna dawî ya cem Rêber APO, ji çûyînên berî wê cudatir dinirxîne. Dayîka Cahîde, veqetîna bi êş ya ji Rêber APO, bi herikandina rondikên çavan û bi dilêşiyeke mezin behs dike. Ez bi wê behskirinê birim 20 sal beriya niha. Wiha behsa çûna xwe dike: “Berî ku Rêbertî ji Sûriyê derkeve ez çûm Şamê, gel wî. Taybetmendiya Rêbertiyê, ya pir ji kûr de ez bandor dikirim, hiskirina li hemberî bûyer, jiyanê û insan bû. Wê demê Rêbertiyê, xetera li ser xwe his kiribû. Dixwest derbarê xetera li pêşiya me de me şiyar bike. Lê yek kesî ji me di qoncika serê de jî derbas nedikir ku rojekê Serok bê girtin. Em jimareke zêde ji gel û hevalan kom bûbûn. Me nizanî wê Rêbertî ji Sûriyê derkeve. Hevalan sifreyeke mezin ya xwarinê amade kiribû. Rêbertiyê, bi xwe ew sifre hemû rast kir û raxist. Dema sifre rast kir, zivirî ji gel re got; ez nikarim bêjim ev derfet yên partiyê ne yan jî bêjim partî kî ye, ev derfet yên we ne. Rêber APO, piştî ji gel pirsî û got; ka nêrîna we li ser hevalan çi ye. Û ji hevalan jî pirs kir ka kêmayiyên gel çi ne. Wê demê gel heval gelek rexne dikirin. Gel partî di şexsê kodro de didît. Lê gel ji nêzîkatiyên hinek hevalan aciz bûn. Serok zivirî li çar pênc dayîkan meyze kir û ji her dayîkekê hin pirs kirin. Ji dayîkekê re got; niha zarokê te li kû ye, dayîkê got; li Helebê ye. Ji dayîka duyemîn pirsî; wê jî got; yû min li cizîrê ye. Serokatiyê got; binêrin her zarokekî we li cihekî ye, heval jî zarokên we ne, ma zarokên we kêmayiyan bikin hûnê qebûl kin? Na hûn qebûl nakin. Pêwîst e, hûn zarokên xwe çêkin û wisa nêzî hevalan bibin.
Serok ev gotin berî 20 salan gotibû. Rêbertiyê dixwest ji me re bêje eger ez ne li gel we bim jî hûn weke goşt û neynokê bi hev ve ne. Ji ber wê hunê her tim hev mezin bikin. Rêbertiyê em ji bo barekî giran hazir dikirin, lê me qet fam nedikir. Wê demê me gelek tiştên serok digotin fam nedikirin, lê dema îro ez li rewaşa me dinêrim baştir fam dikim û wateyê didimê. Serok, digot pêwîst e hûn her yek bibin serokek, lê me fam nedikir. Serok li ser nêzîkatiya hevalan ji hev re sekinî. Serok got; insan hebûneke zindî ye û timî di nava liv û lebatê de ye. Ji ber ku jiyana insan herikbar e, bê kêmayî najî. Got insan kengê bê kêmayî dijî, dema di qoncikekê de rûne qet kar neke. Lê eger insan di nava tevgerê de be, wê kêmayiyan bike. Lê ferqa kêmayiyan heye. Serok got; dema hevaleke we kêmayiyekê bike, bi qirka wî/ê bigirin heta bêje bes, bi ser de here. Lê dema te dît wê bikeve, pê bigire, bila nekeve. Eger tu bihêlî ku hevalê te bikeve, bizane tuyê rojekê pê lê bikî û herî. Lê dema te li ser piyan hişt û girt ber singa xwe, pir germ himbêz kir, wê ew germayiya te wê/î kesî li ser piyan bihêle. Serok digot; ji rexnekirinê netirsin, lewre rexnekirin mirov mezin dike û pêş dixe. Pêwîst e em jî riya mezinkirina mirovan şêwazê Rêbertiyê ji xwe re esas bigirin.