Rojnameya Ronahî

Erdogan kolandina gora Kurdan didomîne

Zekî Bedran

Di asta kelêcankirina temaşevanan re geşêdanên li Rojhilata Navîn ewqasî bi tevgerin. Dawiya nakokî, pevçûn û lêgerînan naye. Rojhilata Navîn eşkere veguheriye topa nakokî û pevçûnê. Lê kesên ku dîroka herêmê dizanin dibêjin ku du pirsgirêkên sereke yên herêmê di van pevçûnan de roleke bi bandor lîstine. Di pirsgirêka sereke de pirsgirêka Filistîn û Kurdistanê tê. Kurdistan piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di nav çar dewletan de hat parvekirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem dewleta Îsraîl avakirin û Filistînî bi giranî ji axa wan derxistin. Helbet ev rewşa li Filistîn û Kurdistanê bi alîkarî û piştgirîya hêzên emperyalîst pêk hatiye.

Tirkiye weke yekemîn dewleta ku netew dewlet hatiye avakirin, di tinekirin û helandina gelê Kurd de pêşengtî kir. Ev modêla Tirkiyeyê piştre ji aliyê Îran, Iraq û Sûriyeyê ve hat pejirandin. Van her çar dewletan her tim li ser Kurdan hevparîbûne û di tunekirina Kurdan de wek ku dixwazin tevdigeriyane. Statuya Kurdistanê an jî ya rast bê statubûn hiştina wê, bûye sîstema cîhanê. Bi taybet piştî ku Tirkiye ket nav NATO yê, ev rewşa bêstatûyê gav bi gav kûrtir bû.

Tirkiye ji bo Kurdan bêstatu bihêle li herêmê û cîhanê rola herî bibandor dilîze. Di sala 2011’an de dema li Sûriyeyê xwepêşandan dest pê kirin, rêveberiya Erdogan yekser sînorên xwe vekir û ji bo hilweşandina rêveberiya Beşar Esad ket nav tevgerê. Sedema wê tevgera wî dîsa Kurd in. Wî texmîn dikir ku dê desthilatdariya Beşar hilweşe. Wê demê bi nêrîna dibe ku Kurd ji vê rewşê sûd werbigrin û statûyek bidest bixin dijî vê pozîsyonek girtin. Erdogan wiha difikirî ku ji xwe Beşar nikare li ber xwe bide, dibe ku wek Qedafî û yên din here. Yanî digot, “Ez dikarim bi kevirekî zêdetir çûkan bikujim.” Bi piştgirîkirina Îxwanan re li ser Sûriyeyê dê bandoreke mezin bikira û li Rojhilata Navîn jî xwedî bandor be. Xewnên Împaratoriya Osmanî dikirin û hesabên berfirehkirinê çêdikir. Ji firsendan dixwest sûd werbigre.

Lê belê, hesabên wan bi ser neketin. Hem Kurdan hem jî rêveberiya Beşar li ber xwe dan. Kurdan DAIŞ`ê binxistin. Bi hevpeymaniya navdewletî re DAIŞ têk bir. Rêveberiya Beşar jî bi piştgiriya Îran û Rûsyayê li ser lingan ma. Lê belê hesabên Erdogan Sûriye ber bi geravek bi xwîn ve kişand. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan neçar man ku koç bibin. Sûriye jî wekî welatekî bi giranî birîndar hîn jî êşên vê dikişîne. Li aliyê din Erdogan bi hevkarê xwe yê nijadperest MHP’ê re wêraniyê birxêstin û plan dike.

Piştî ku planên Erdogan bi ser neketin, di gelek mijaran de paş vegeriya. Parektiyê li Îsraîlkir û kete ber lingên welatên Ereban. Lê dev ji dijminatî û êrîşên li hember Kurdan berneda. Dîsa bazarên xwe bi DYA û hêzên Ewropayê re li ser Kurdan meşand. Têkiliyên wan bi Rûsyayê re jî wiha ne. Bi kurtasî li ser dijminatiya Kurdan bi hemû cîhanê re danûstandinan dike û hewl dide piştgiriyê werbigire.

Ev demekê Erdogan digot ku ew dixwazin bi Sûriyeyê re têkiliyên xwe asayî bikin. Ji bo vê Rûsyayê xist nava tevgerê. Rêvebiriya Pûtîn jî ji şer û ambargoya ku tê de bûn zehmetiyê dikişand. Di dagirkirina Efrînê de beriya niha bi Tirkêyeyê re hevkarî kiribû. Ji bo berjewendiyên xwe gel çewisandin û ji bo xwe wan pêşkêş dikirin. Tevî hemû hewldanên Rûsyayê jî B. Esat bi Erdogan re hevdîtin nekir. Bi awayekî mafdar digot, ger ez pê re rûnim, ez ê dagirkeriya wan li Sûriyê bipejirînim. Ji bo hevdîtinê yekemîn şertê wî ew bû ku leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin. Lê belê, daxuyaniya wî ya dawî cuda bû. Ev daxuyanî piştî serdana nûnerê taybet ê Pûtîn bo Şamê da. Wî got ku ew dikarin pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re asayî bikin.

Sûriyeyê çima helwesta xwe guhert? Ev mijareke girîng e ku hewceyî nîqaşê ye. Pêdivî bi çavdêrî û lêkolînê heye. Di nêzîk de hilbijartinên DYE hene. Îhtîmala Trump heye ku ji nû ve were hilbijartin. Ger wisa be, dibe ku Amerîka ji Sûriyeyê vekişe. Di vê rewşê de Tirkiye wek dagirker tenê dimîne. Tirkiye di rastî de naxwaze Amerîka ji Sûriyeyê derbikeve. Hemû zextên Erdogan û rexneyên li DYA`yê tenê li ser Kurdan e. Heta ku DYE li wir be, qirkirin û belavkirina Kurdan bi demê re belav dibe.

Konjonktur diguhere û dibe ku ji bo Kurdan statuyek derkeve holê. Ji DYA’yê re dibêje: `Dev ji YPG’ê û QSD’ê berde û daxwazên tê ezê bikim. Ger DYA derkeve emê Kurdan bişkînin, lê wê demê jî ez nikarim li Sûriyeyê bimînim. Her ku Sûriye bihêz bibe, wê neteweperestiya Ereban tehrîk bike û ezê nikaribim li wir bimînim.` Di hesabê, `ez nikarim mîna niha Îdlib û El Nûsra û hwd. biparêzim` de ye. Tevî ku di firotina van hêzan de tu pirsgirêka wî tine ye. Di dawiyê de bi ser nekeve dê wan jî bifiroşe û ji Sûriyeyê derbikeve. Derdê wî yê sereke tunekirina Kurdan û guhertina demografiye di sînorê xwe de pêk bînê ye.

Beşar Esat çima zimanê xwe guhert? Helwesta wî jî bi van geşedanan ve girêdayî ye. Ger Amerîka vekişe, dagirkirina herêmên Kurdan bi Tirkiyê re dê hesantir bibe. Ez ê dest deynim ser herêmên petrolê û hwd. Wiha hesap dike, `piştî ku karê Kurdan li herêmê bi dawî bû em ê bi peymana dagirkerên Tirk re ti zehmetiyan nebînin.`  Xuya ye ku dê li herêmê tevgerên nû çêbibin!