Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2 dijmin û 2 xayînên dişibin hev

03/07/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hezkirina Welat
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Di dîroka Kurdistanê ya sedsalên dawî de 2 serdemên girîng û dişibin hev hene.

Serdema navbera salên 1919- 1923’yan û serdema salên 2002-2024’an. Di van 2 serdeman de 2 kesayet hene. Ataturk û Erdogan.

1-Ataturk

Ataturk di sala 1919’an de dema ku axa welatê wan di navbera hêzên rojavayî de, bi peymana Sewrê dihat dabeşkirin, xwe avêt bextê Kurdan. Kurd, şervan bûn, leheng bûn, hêvî bûn.

Herdû gel bi hev re li dijî wan hêzên ku axa Anatolya parve kirine re şer kirin. Di vî şerî de encam girtin. Lê astengiyeke din li pêşiya wan hebû. Peymana Lozanê. Bi vê peymanê dixwestin sînorê xwe mîsoger bikin. Lê bê Kurdan jî nedibû. Dema di sala 1920’î de meclîs ava kirin, nûnerên Kurdan jî li vê meclisê hebûn. Di destûra bingehîn a sala 1921’ê de mafê 2 gelan wek hev bû. Ataturk di axaftinên xwe de behsa muxtariyet-rêveberiyên xweser dikir. Ev yek hemû ji bo di Lozanê de destkeftiyên mezin bi dest bixin dihatin gotin. Lê piştî Lozanê red-înkar-asîmîlasyon dane destpêkirin. Serhildana Şêx Saîd dest pê kir. 47 kes hatin îdamkirin. Roj: 29’ê Hezîrana 1925’an bû. Piştî serhildanê, pîlana qirkirina Kurdan a ku ji berê de veşartî amadekiribûn xistin meriyetê.

2-Erdogan:

Di sala 2002’yan de li Tirkiyê kesek bi navê Erdogan li Tirkiyê bû desthilatdar.

Salên 1919 û 1923’yan ji xwe re emsal girt. Çawa wê demê di tengasiyê de bûn xwe spartibûn Kurdan. Di van salan de jî rewşa Tirkiyê nebaş bû. Erdogan jî ji doza Kurdistan dest pê kir. Gelek soz dan Kurdan. Di destpêkê de, Kurdan, ev yek dîtin ku hin argumanên binê wî vala ne û di pratîkê de jî yek gav nayê avêtin, dîsa şer dane destpêkirin. Hemleya 1’ê Hezîrana 2004’an dane destpêkirin.

Roj hat xwe spart Rêber Apo û di sala 2013’an de muzakereyên hetanî sala 2015’an dest pê kir.

Wî jî wek Ataturk heman peyv li meclisa Tirkiyê bi kar anî. Digot: Dewletê li Dêrsimê qetlîam pêk aniye. Hûn çima dibêjin Kurdistan tune?  Aha, di arşîvên meclisê de gelek caran peyva Kurdistan hat bikaranîn. Çima ev axftin dikir? Wek Ataturk ew jî di tengasiyê de bû. Şerê wan û cemaetê yê navxweyî dest pê kiribû. Dewleta kûr xwe komî serhev kiribû û li her deverê êrîş dikir.  Desthilatdariya wî di bin talûkeyeke mezin de bû.

Ji ber van yekan, ji bo ku nefesek bigire, desthilata xwe bidomîne, li Îmraliyê, ji Rêber Apo alîkarî xwest. Rêber Apo xwest şansek bide her du gelan. Dixwest bi nexşerêyek pêşî li siyaseta demokratîk veke û dest bi hevdîtinan kir.

Dema ku ev hevdîtin dewam dikirin, li aliyek jî wek serdema Ataturk amadekariya plana qirkirina Kurdan dihat kirin.(Civîna MGK’a Cotmeha 2014’an). Lê dema dîtin bi dekûdolaban nikarin li hemberî Rêber Apo û Kurdan encam bigirin rûyê xwe yên veşartî eşkere kirin. Şer dane destpêkirin-2015. Şerê ku îroj li Başûrê Kurdistan diqewime, ji wê demê ve hetanî roja me dewam dike. Ew piştgiriya ku PDK’ê îroj  dide dewleta Tirk, ji wê demê ve dest pê kiriye.

Herkesî digot armanca Tirkiyê, tunekirina tevgera azadiyê nîne. Armanc dagirkirina Başûrê Kurdistan û ji wê derê jî ber bi Mûsilê birêketine. Wê demê bawer nekirin.

Aha îroj êdî bi awayekî eşkere li hember Medya, tu tiştek venaşêrin û qontrola nasnameyên gel dikin. Gefên valakirina gundan dixwin. Zeviyan dişewitînin. Hejmara baregehên xwe zêde dikin. Li çend girê Kurdistanê alaya xwe berz dikin. Di dema Şêx Saîd te heger Bînbaşî Qasim nebûya, heger hin şêx û serokeşîrên wek PDK ya îroj piştgirî nedana dijmin belkî îroj Kurdistan azad bû.

Ataturk û Erdogan dişibiyan hev, lê Qasim Beg û PDK’ê jî dişibin hev.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.