Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye

03/07/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar  Cizîrî

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyayê di nava hewldanan de ye, sînorê “Mîsaqa Milî” bi cih bîne û beşeke mezin ji xaka Sûriyê dagir bike. Ji bo siyasetên xwe li ser xaka Sûriyê pêk bîne, bi dehan komên çete ava kir. Wan ji bo berjewendiyên xwe li hemû qadan dijî gelê Sûriyê bikar anî. Ji êrişa sala 2012’an a li dijî Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê bigir û heta êrişên dagirkeriyê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Hemû bi planên qirêj û hevkariya bi Rûsiya û aliyên din re pêk hatin.

Niha jî dewleta Tirk ji bo rê li pêşketinên li herêmên Rêveberiya Xweser bigre, carke din ketiya nava tevgerên plangeriyê de, li ser wî esasî jî bazarên din ên qirêj bi Rûsiya û hikûmeta Şamê re pêk anî. Xwepêşandan û şerê niha li herêmên dagirkirî pêk hatine, ne ji ber vekirina deriyekî di navbera herêmên dagirkirî û hikûmeta Şamê de ye. Ne tenê jî di encama êrişên nijatperestiyê yên li djiî koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê ne.

Xwepêşandan û şerê li herêmên dagirkirî di encama kombûyîne dehan salan e. Gelên Sûriyê yên li herêmên dagirkirî di encama siyasetên qirêj ên dewleta Tirk ji herêmên xwe yên wekî Xwûta Şamê, Dera, Humis, Hema û Helebê hatin derxistin û li herêmên kurdan wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin bi cihkirin. Îro jî heman koman li dijî dewleta Tirk ketine tevgerê. Gelo mirov dikare bêje komên çete  yên fînaseya xwe ji Tirkiyê digirtin, hişyar bûne! Têgihiştine ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe ew ava kirine û bi wan li her derê şer dide meşandin?

Heger helwesta wan koman rast be, dibe zemînekî xweş a ber bi çareseriya aloziya Sûriyayê ava bûye. Ev tenê bi hevgirtina civakî û xwedîderketina gelê Sûriyê li hev dê pêk were. Dibe tevgera niha li herêmên dagirkirî bibe destpêka derxistina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê be.

Ev dê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser jî bibe derfetke zêrîn a ber bi rizgarkirina herêmên dagirkirî, di heman demê de bibe zemînekî nû ya bi destxistsina statuya siyasî ya li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di heman demê de bibe zemîna çareseriya demokratîk a li tevahî xaka Sûriyê. Tekane riya wê jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tekane riya çareseriyê ye. Vaye careke din nirxanin û nêrînên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin isbat dibin.

Isbat dibe ku gelê Sûriyê bêyî destwerdana aliyan wê karibe hemû aloziyên xwe yên heyî çareser bike. Ji ber destwerdanên derve alozî her diçû kûrtir dibû. Niha waye isbat dibe gel wê karibe tevahî pirsgirêkên xwe çareser bike.

Bê guman wê guhertinê li herêmên dagirkirî bandorê li rewşa Siwêda, Şam, Herêmên Rêveberiya Xweser û tevahî Sûriyayê bike. Ji ber dema guhertinên mezin a di dosya Sûriyê de hatiye. Piştî 12 salan gel li tevahî herêmên Sûriyê li benda riyên çareseriya demokratîk in. Gelê tevahî herêman bê cûdahî dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe.

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye
NÛÇE

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye

17/05/2025
Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke
NÛÇE

Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke

17/05/2025
Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê
CIVAK Û JIYAN

Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê

17/05/2025
‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.