Rojnameya Ronahî

Pêşbirkên wêjeyî … bila bibin egera hevrikiya azad

Kemal Necim

Di çend salên dawiyê de li Rojavayê Kurdistanê pêşbirkên wêjeyê yên gelek cureyên wêjeyê têne lidarxistin, mîna pêşbirkên helbestê, çîrokê, romanê û deqên şanoyê.  Lê ka heta çi radeyê ev pêşbirk bûne egera pêşketin û geşebûna qada wêjeyê?

Bê guman pêşbirkên wêjeyê çalakiyên pir girîng in.

Pêşbirkên wêjeyî ji bo afirînerî û jêhatîbûna di nivîsandina wêjeyî de têvedaneke xurt pêk tîne û dibe sedema pêşketina civata wêjeyî bi giştî. Pêşbirkên wêjeyî balê dikşîne ser berhema wêjeyî û derfetê dide ku ew berhem bêhtir were xwendin, ev jî dihêle ku ezmûna nivîskar di warê pêşdebirina nivîsa xwe de bihêztir bibe û li ser karê xwe bixebite da ku xelatan werbigire. Yek ji armanca pêşbirkan jî danasîna berhemê ye û bilindkirina nirxa wê ya wêjeyî ye.

Yek ji rolên girîng yên pêşbirkên wêjeyî ku çanda pêşbazî û hevrikiyê xwert dike di navbera nivîkaran de da ku çawaniya berhemê wêjeyî bilindtir bibe û her yek ji wan nivîskaran berhemên baştir pêşkêş bikin. Ji bo gelek nivîskaran serketina di pêşbirkeke wêjeyî de tê wê wateyê ku ew gihîştine asteke diyarkirî ya afirîneriyê, ev jî wan têvedide ku xwe bigihînin asteke bilindtir.

Çand yan jî kevneşopiya lidarxistina pêşbirkên wêjeyî ne tiştekî nû ye, lewma di nava civaka wêjeyî de bûye weke kevneşopiyeke naskirî û rê û rêbaz û teşeyên lidarxistna van çalakiyan hatine nasîn. Ango dema em bêjin ku civka wêjeyî ya Kurdî tê dest bi lidarxistina pêşbirkên wiha bike, dê ne afrêneriyeke nû pêk bîne û ji nû de rê û rêbazên wê peyda bike.

Cihê şanaziyê ye ku di deh salên dawiyê de li Rojvayê Kurdistanê çanda lidarxistina van pêşbirkan pêş ketiye. Lê belê cihê mixabiniyê ye jî ku di pêvjoya lidarxistina van pêşbirkan de pir kêm û kurtî jî derdikevin carna van pêşbirkan bê wate dikin. Ji van kurt û kêmasiyan:

-Saziyên ku van pêşbirkan lidardixin ne agahdarê rê û rêbazên lidarxistina van çalakiyan e, lewma em dibînin ku pêşbirkan têxin nava bernameyên mihrîcanên wêjeyî. Ango mihrîcanekê lidar dixin, di nava bernameya mihrîcanê de jî pêşbirkekê pêk tînin.

-Ji bo xwendin û niraxndina berhemên ji bo pêşbirkê hatine rêkirin, pêwîstî bi komîteyeke tekûz û pispor û hosta heye, lê pirê caran saziyên ku pêşbirkan lidardixin guh nadin vê mijarê. Ev jî rê li pêşiya bêbaweriyê vedike.

-Nirxên xelatên pêşbirkan pir kêm e, lewma nabe têvedan ji bo beşdariya pêşbirkan.

-Pir caran, heman nivîskar beşdarî hemû cureyên pêşbirkan didin. Ango yê ku beşdarî pêşbirka helbestan dibe, diçe beşdarî pêşbirkên çîok, roman û deqên şanoyê jî dibe.

-Çanda dilnizmî, hevpejirandinê kêm e, lewma her nivîskarê ku di pêşbirkê de bi ser neketibe, encaman napejirîne û komîteyên nirxandinê yan saziya xwediya pêşbirkê tewanbar dike. Li şûna ku pêşbirk bibe egera hevrikî û pêşbaziya bi rûmet û xwebeş, dibe egera kîndarî û dilreşiyê.

Pirt girîng e ku ev çanda lidarxistina pêşbirkên wêjeyî ji hêla saziyên agahdar û pêkhatî ve bêne lidarxistin û aliyên têkildar jî piştevaniya van pêşbirkan bikin ta ku bibe çand û kevneşopiyeke wêjeyî ya hêja.