Ayşa Silêman/ Dêrik
Îro li bajarê Dêrikê û gundewarên wê bawernameyên sala xwendinê yên sala 2024- 2025’an li xwendekaran hatin belav kirin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 900 hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî di 29’ê Gulanê de ezmûnên xwe yên dawiya salê (2024-2025) bi dawî kiribûn.
Piştî ku nirxandinên ezmûnan bi dawî bûn, Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi hevkariya komîteyên dibistanan îro karname li xwendekaran belav kirin. Li bajarê Dêrikê û gundewarên wê jî bawername li xwendekaran hatin belavkirin.
Di derbarê belavkirina bawernameyan li xwendekaran mamosteya çand û sinc Zozan Mihemed û rêvebera dibistana Şehîd Yûsiv Elezeme Eyten Mehmûd ji Rojnameya me re axivîn.
Sala xwendinê ya 2024-2025’an
Zozan Mihemed diyar kir ku sala xwendinê ya 2024-2025’an bi awayekî serkeftî derbas bû û wiha got: ” Em wek mamoste her sal hemû hewildanên xwe dikin ku bi xwendekaran re bibin alîkar da ku tu astengiyan di milê xwendinê de nebînin. Astengiyên ku îsal rastî me hatin kêmbûna pirtûkan bû, herwiha kêmbûna mamosteyên hin biranşan bû. Rêjeya serkeftinê îsal di dibistana Ebdulmesîh de ji sedî 99 bû. Ev yek ji bo me cihê serbilindahiyê ye. Daxwaza me ew e ku di sala xwendinê ya nû de pirtûk zûtir bighêjin nav destên me û mamoste li ser dibistanan werin belavkirin da ku cihê wan vala nemîne.”
Rêvebera dibistana Şehîd Yûsiv Elezeme, Eyten Mehmûd jî wiha got: “Di navbera werzê yekem û werzê duyem de gelek cûdahî hebû, di milê asta xwendekaran de. Di werzê yekem de astengiya ku rastî me hat di milê guhertina rewşa siyasî de bû, ev yek bandor li derûniya xwendekarên me kir û di werzê duyem de jî ew biryarên ku ji bo ezmûnên xwendekaran û şêwazên wan derdiketin û tiştekî fermî nedihat gotin ev yek tevlîhevî li cem xwendekaran çêdikir lê em bi xwendekarên xwe re bûn alîkar da ku vê yekê derbas bikin. Di heman demê de astengî ew bû ku bernameya dibistanê dirêjtir kirin, pêwîst bû zûtir bidawî bûban, rêjeya serkeftinê di dibistana amadehî de ji sedî 95 bû. Her wiha kêmbûna alavên perwerdeyê jî bû astengî li pêşiya me, heya ku em karibin li pêşiya xwendekaran mijarên perwerdeyê berfirehtir û zelaltir bikin pêwîstî bi alavan hebû lê me nedikarî em peyda bikin. Li ser asta refa 12‘an de me piroje di milê metiryala fizîk de çêkirin û hatin pêşkêşkirin ev yek alîkarî bi xwendekaran re kir. Di heman demê de me xwendekarên refa 12’an ên zanistî birin serlêdana Zanîngeha Rojava kirin da ku ferq û cûdahiyê nas bikin û xwendekarên refa 12’an wêjeyî serlêdana Peymangiha Hunerê kirin. Hêviya me ew e ku di sala bê de bêtir guhdan li dibistana amadehî were kirin ji ber ku qunaxa wan gelekî girînge û nirxandina asta mamosteyên ku waneyê bidin dibistanên amadehî da ku tu kêmasî dernekevin.”