Ayşa Silêman/ Dêrik
Di sala 1870’yê de ji Kelbûran û Hezexa Bakurê Kurdistanê hin malbatên ji êla Omerkan berê xwe dan binxetê ango Rojavayê Kurdistanê û li wir bicih bûn. Ev êl li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi merdbûn û mêvanperwerî tê nasîn.
Tê gotin ku sê kes birayên hev hebûn bi navê Omo, Elî û Harûn her yek ji wan berê xwe dan cihekî û êla Omerka, Elîka û Harûna dan avakirin. Omerka bingeha wan vedgere Hezexê li Bakurê Kurdistanê, lê niha piraniyan wan li Rojava jî cihê xwe digrin û ew mîrasa xwe bi xwe re anîne. Bavikê Hesoka wî serkêşî û rêvebirina Omerka kiriye.
Di sala 1870’yê de dema nakokî di navbera Simo axa mîrê herêma Torê û Sultanê Osmanî de çêbû 5 gundên Omerka bi destê Sultanê Osmanî hatin şewitandin û wêran kirin, gundên ku hatin şewitandin gundên sereke yê Omerka bûn navê wan ev bûn Hedil, Xendûk, Werzik, Delavê Qesrê û Fîlê ji ber vê yekê malbatên Omerka berê xwe dan gundên Xêlaniyê, Şe’ibaniyê, Babîlê û Tilê Bel bi cih bûn. Her wiha piştî wê berê xwe dan aliyê binxetê û gundên wê avakirin û li wir bicih bûn.
Di sala 1912’an de ji ber ku wê şerê cîhanê yê yekem dest pê kiriban dewleta Osmanî leşker xwestin da ku wan bibin seferberlikê, ji ber vê yekê malbatan barkir da ku zarokên wan neçin şer berê xwe dan binxetê û heya roja îro li wir bicih bûn.
Xiristiyanî biraniya wan ji êla Omerka ne û dêra Mardodo ya li bajarê Dêrikê hemû xistiyaniyên omerkî diçinê, ev tê wateyê ku di dema berê de omerkî xwedî li wan derketine û ew barastine.
Şaxên eşîra Omarka
Êla Omerka gelek bavikên wê hene û cihên xwe li Rojavayê Kurdistanê girtine ew jî ev in;
1-Bavikê Lalka: Belavbûna wan li bajarokê Girkê Legê û gundên wê, Dêrik û gundên wê, Qamişlo û Tirbespiyê ye. Ji van gundan Tell Ceman, Dugurka, Rimêlana El-Şêx, Mirca, Xana Serê, Çil Axa, Şêro, Gir Qehfik, Kengelo û li gundên din hene.
2-Bavikê Îwana: Belavbûna wan li herêma Dêrikê û gundên wê, herêma Tirbespiyê, Qamişlo û gundên wê û Girkê Legê û gundên wê ye. Ji van gundan Girkê selma, Şêro, celo Sefan, Girziyaretê Çolê, Girzîro, Sihêl, Sîha el Kebîr, Robaria, Xana Serê, Serimsax, xanika, Hayaka, carûdiyê, Bane Qesir, Kirziaretê Abasa, Girê pirê ya Haco.
3-Bavikê Hesoka: Belavbûna wan li herêma Dêrikê, Girkê Legê û gundên wê, Tirbesbiyê, herêma Alian û gundên wê, Qamişlo û gundên wê ye. Di nav van gundan de gundên Digurka, Til Ceman, Sermasax, Eleqos, Sêgirka Derio, Gulîje, Dêrna Axê, Helêq, Şêx Îbrahîm û gundên din hene.
4-Bavikê Kur Mijoka: Belavbûna wan li bajarokê Girkê Legê û gundên wê, herêma Dêrikê û gundên wê, Tirbespiyê, Qamişlo û gundên herêma Aliyan pêk tê. Ji van gundan Şêx Îbrahîm, Sihêl, Şebek, Dêrna Axê, Zexîre, Çil Axa, Banokiyê, Maşoq, Kirbikêlê, Heyaka, Şêro, El-Salihiya û gundên din hene.
5-Bavikê Silêmanî: Belavbûna wan li bajarokê Girkê Legê û gundên wê, herêma Dêrikê û gundên wê, Qamişlo û Tirbespiyê ye. Ji van gundan Digurka, Til Ceman, Serimsax, Kirziyaretê Çolê, Şebek, Çil Axa, Zexîre, Xana Serêz û gundên din hene.
6-Bavikê Şerfeka: Belavbûna wan li bajarokê Girkê Legê û gundên wê, herêma Dêrikê, Qamişlo û Tirbespiyê û gundên wê ye. Ji van gundan Digurka, Girkê Selma, Til Ceman, Maşûq, Dêrina Axê, Kêşik, Şêro, Kirziyaret, Şebek, Eleqos, Sêgirka, Girê pirê, El-Mirca, Rimêlana El-Şêx û gundên din hene.
7- Bavikê Kur Mosika: Belavbûna wan li bajarokê Girkê Legê, Dêrik û gundên wê, Tirbespiyê, Qamişlo û gundên wê ye. Ji van gundan Heyaka, Sermasax, gundikê Şêxedîn, El-Salihiyê, Şêro, Til Ceman, gudikê Mejdo, Robariya, Carûdî, Şebek û gundên din ên li herêmê hatine belavkirin.
8- Bavikê Izedîna: Belavbûna wan li bajarokê Girkê Legê û gundên wê, Dêrik û gundên wê, Qamişlo, Tirbespiyê û gundên wê û ji van gundan Xirbê Cihûya, El-Merca, Helêq, Şebek, Çil Axa, Nebî Sadê, Dêrina axê, Kevirê dena, Serimsax, Kêşik, Eleqos, Şêro, Digurka.
9-Bavikê Dîwanka: Belavbûna wan li bajarokê Girkê Legê û gundên wê, Dêrik û gundên wê, herêma Tirbespiyê û Qamişloyê ye. Di nav van gundan de Digurka, Til Ceman, Xana Serê, Şebek, Zexîre û gundên din ên herêma Aliyan hene.
10- Bavikê El-Qêratî: Belavbûna wan li herêma Dêrikê û gundên wê, Girkê Legê û gundên wê, Tirbespiyê, Qamişloyê û ji wan gundan, Zexîre, Qeyro, Til Elo, Um Kêf, Tel Mişhen, Girr Ziyaretê Çolî, Şebek, Kinco, Ma’şûq û gundên din ên Aliyan.
11- Bavikê Saadûnka: Dibe ku ev Bavik bi Kur Mijoka, Hesoka yan bi eşîrên din ve girêdayî be. Navê vî bavikî heta niha nehatiye piştrastkirin. Belavbûna wan bi giranî li herêma Dêrik û Girkê Legî û gundên wê ye. Ji van gundan Dêrna axê, Eleqos, Nebî Sadê, Xirb Cihûya û gundên din ên herêma Alyan hene.
12- Bavikê Silêmanî: Hebûna wan li gundên herêma Girkê Legê, Digurka, Çil axa, Tirbespiyê, gundên Qamişlo û hwd.