Dîlan Mulhim\Qamişlo
Wekî tevahî qonaxên şoreşa Rojava ku jinan tê de rola pêşengiyê lîstin, di şandeya Kurdî a ku wê hevdêtinan bi rêveberiya demkî a Cîhadîst Heyet Terîr El- Şam re bike jî, rola jin sereke ye.
Di 4’ ê Pûşperê de Şandeya Kurdî ya bi rêveberiya demkî a Cîhadîst Heyet Terîr El- Şam re diyalokê bike, li ser bingehê Konferansa Yekrêzî û Yekhlesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hate avakirin. Hevseroka şandeyê Perwîn Yûsiv, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye, di heman demê Hevserokê şandeyê Mihemed Îsmaîl, serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ye.Herwiha endamên şandeyê Rîhan Loqo, berdevka Kongra Star e. Yara Hisko, Endama Komeleya Lîlonê ye. Aldar Xelîl, endamê Desteya Serokatiyê ya PYD’ê ye. Ehmed Silêman, cîgirê Sekerteriya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (P.D.P.K-S) ye.Silêman Oso, endamê Desteya Serokatiyê ya ENKS’ê ye. Selah Derwêş, Sekertêrê Partiya Demokrat a Pêşerojê ya Kurd li Sûriyeyê ye. Nesredîn Îbrahîm, Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) ye. Feysel Yûsiv, berdevkê ENKS’ê ye.
Nav û nasnameya jinên Kurd yên ku cihê xwe di nava Şandeya Kurdî ya ku bi rêveberiya demkî a Cîhadîst Heyet Terîr El- Şam re hevdîtin bikin wiha ne: Perwîn Yûsif, Rînan Loqo û Yara Hisko weke endameke serbixwe di nava şandeyê de cihê xwe digire.
Perwîn Yûsif kî ye?
Perwîn Mihmedemîn Yûsiv di sala 1986’ an li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye,ew di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Herwiha di sala 2010’ an de bawernameya xwe ji peyîmangeha bilind a Jimaryarî û Darayî ji zanîngeha Şamê wergirtiye.
Perwîn Yûsif berî ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê bike, di nava tevgera ciwanan de dixebitî. Piştî şoreş destpê kir, berê xwe da nava çalakiyên jinan.
Ji sala 2012’ an heya 2014’ an hevseroka Eyaleta Dêrikê bû û ew yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Di sala 2013’ an de beşdarî nivîsandina Hevpeymana Civakî ya kantona Cizîrê bûye û heya sala 2016’ an endametiya Dîwana Hevserokatiyê Ya Mecilsa Zagonsaz li Kantona Cizîrê, kiriye.
Perwîn Yûsiv di sala 2017’an de weke Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî kar kiriye. Herwiha ji sala 2018’ an heya 2022’ an jî bûye hevseroka Kantona Qamişlo.
Di sala 2024’ an de, di Konferansa 10’ emîn de weke hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê hatiye hilbijartin.
Rîhan Loqo kî ye?
Rîhan Loqo di sala 1996’ an de li bajarê Dirbêsiyê ya Kontona Cizîrê ji dayîk bûye. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re tevlî xebatên ragihandin û civak dibe.
Rîhan Loqo di Ajansa Hewar ango ANHA’ ê de weke nûçengehan kar dikir. Herwiha di karê xwe de bale dikşîne li ser guhertinên siyasî û civakî. Di heman demê de rojevên jinan û têtoşîna wê di avakirina pergala Demokratîk a herêmê de pir dişopîne.
Di navbera salên 2014-2016’ an de weke Rêveberiya Mecilsa Malbatên Şehîdan rola xwe dileyîze. Di nava xebatê xwe de roleke aktîf di xebatên saziyên civakî û hunerî de dileyize. Di heman demê de piştgiriyeke mezin dide bi rêxistinkirina jinan.
Rîhan Loqo di navbera salên 2016 – 2020’ an de weke Berdevka Komîteya Perwerde û Akademiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dike. Di amadekirin û êkanîna bernameyên birdozî û rêxistinî de cih digre ku armanca wê zanekirina jinan di aliyê siyasî û civakî de ye.
Di salên 2020 – 2023’ an de jî weke Endama Koordînasyona Kongra Star digire. Lewma di sala 2023’an de Lidarxistina Kongereya Kongera 9’ emîn a Kongra Star re wek Berdevka Kongra Star erk digire.
Gelek xebatên siyasî, dîplomasî û civakî li hundirê û derveyî herêmê dike. Beşdarî gelek konferansa û panelan dibe û di wir de semînerên mîna edaleta civakî, ji nû ve avakirina rola jinê di pêkanîna aşityê de, rêveberiya demokratîk û civaka pir rengî dide.
Rîhan Loqo nêrîna xwe wiha dibêje: “Têkoşîna siyasî û civakî ji têkoşîna jinê cudatir nîne. Ez di wê baweriyê de me ku pêkanîna aştiya wekhev û demokratîk bi tevlîbûna jinan bi awayekî hevseng û pratîkî di hemû astan de wê pêkan be.”
Yara Hisko kî ye?
Yara Hisko di sala 1996’ an de ji gundê Arşqîbar yê bajarê Efrînê ji dayîk bûye. Herwiha di sala 2020’an de ji zanîngeha Helebê , weke pisporiya Endezyariyê mekanîkî û pisporiya nukleerî derçû. Di heman demê de, hunermeda dîtbarê ye.
Yara Hisko di salên navbera 2021 û 2022’an de weke hevseroka Yekîtiya hunermendên Helebê cihê xwe girt. Ji sala 2022’an ve di rêxistinên civakî sivîl de kar dike. Pêşengeheke takekesî vekiriya û pêşengeha hevbeş bûy. Endama Yekîtiyên Êzidiyên Sûriyê ye, di heman wextî de Endama Komeleya Lîlonê ya Pêşîlêgirtina binpêkirina qurbaniyan û yek ji endamên damezrînerên Komeleyê ye.